ziman

Hezîran, 2018

  • 3 Hezîran

    Zilxana Keça Nemrûd

    Nemrûd pir bi hêrs bû, Îbrahîm avêt zindanê. Qîza Nemrûd Zilxan, hevala herî nêz ya Îbrahîm bû, wek xwişk û bira bûn. Bes Zilxan bawerî pê anî ku Xweda yek e. Dema seh kir ku bavê wê Îbrahîm avêtiye zindanê, çû ber bavê xwe, çok danî ji bo wî, daxwaz û lava jê kir ku, bes ji bo xatirê wê …

  • 3 Hezîran

    Fêkî û zerzewat, di nav xwarina we ya rojane de çiqasî cî digire ?

    Fêkî û zerzewat di jîyane me de ji alîyê vîtamîn, mînaral, lîf û hwd. pêdivîyek gelek mezin bi wan heye. Fêkî ,berhemên şirîn  yên bi riwekan ve çêdibin û mirov dikarin bixwin. Şekirên di nav de gelek e. Zêdexwarina wan rîska hîperglîsemî dihewîne. Nexweşên Dîabetê bila hay ji xwe hebin. wek sêv, pirteqal, xox, mijmij, mûz, nektarîn, hilûk, kîwî, zebeş, gundor, Moz, qeysî, zerdelî, hêrûg, kelek, şeftalî, şûtî, şimtî, kal. Zerzewat,şînkatî, kidak, riwek, keske, hêşînayî,jî tên bi navkirin. Riwekên kelandî yan xav, wek zelete tên xwarin. Kalorîya wan …

  • 2 Hezîran

    Ji Hz. ‘Elî Gotinên Bi hîkmet

    Însan, hem bi nasnama xwe û hem bi bi heqîqeta xwe însan e. Cennet, pêzanina yekbuna bi Xweda re ye.     Ji ên ku ji min hez dikin daxwaza min: li ser hîdayet û bilindahîyê meşandina wan e.    Ji zincîra cehaletê bêtir, êşek esaretê tune.     Rêya herî qenc rastî û rêberê herî baş îlîm e. Ji eşk û …

  • 2 Hezîran

    Nimêj

    Nimej, ji riknen dine îslame rikne duyem e. Ji pekanina we re şert merc hene û li ser hin bingehan radiweste. Ji bo ku em nimeja xwe i tekûzî bikin lazim e em temame pedivîy^n we p^kbînin. Nimêj li ser kê farz e? Nimej li ser her kese musilman ferz e (çi m^r be çi jin). Gere biaqil be. Gere …

  • 1 Hezîran

    Ji Rojînê albûmek nû: Rojîn 2018

    Hunermenda Kurd Rojîn albûma xwe ya 7emîn bi navê “Rojîn 2018” derxist. Albûma Rojîn a nû ji şirketa wê ya muzikê RBI di 19ê Gulanê 2018an de derket. Rojîn derbarê albûma xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Di albûma min a nû de 9 stran hene. Yek stran zazakî ye û stranên din jî bi kurdî û tirkî ne. …

  • 1 Hezîran

    Pirtûka Cîhan Roj “Av û Berf” derket

    Pirtûka bi navê “Av û Berf” ji weşana J&J derket ji ber vê me ji nivîskar Cihan Roj agahî xwest, nivîskar di derbarê kitêba xwe ya helbestê de agahî da me: “Min ji salên nodî vir ve helbest jî nivîsîn. Gellek helbestên min di qada înternetê de hatin weşandin û ji alî xwendevanan ve xweş dihatin xwendin. Beriya sal û …

  • 1 Hezîran

    Şev (Helbest)

    Şev digevize Har û dîn Ji aliyekî ve pêjna erbana rifa’î Ji aliyekî ve tûjikên iblisê le’în Û li ber çavê min xenîm Şev digevize Pirsên nakokî Bersivên nîv qurxiçî Û tinazên xapînokî Dibezin dilewlibin Wek zarokên cinnan Ji ber gurkên cinnan Şev digevize Di dîroka nawîskeke fetisî de Di herdu ferşê destarekî de Digevizeee ! Digevize digevize… Dibe tirs, …

Gulan, 2018

  • 31 Gulan

    ‘Jinan bi dûrikan ji xwe re xweseriyek ava kirine’

    Nivîskar Çiya Mazî bi pirtûka xwe “Baxek ji Folklora Kurdî” ji folklora derdora Mêrdînê berhevkariyek kiribû. Vê carê wî li ser pirtûkê, xebata xwe ya ku kiriye û folklora vê derdorê axivî. Nivîskar Mazî li Komeleya Lêkolînên Kurdî bi taybetî qala dûrikên Mêrdînê û pêre li ser yên rojavayê Kurdistanêş, yên Xoresanê, derdora kurdên Anadoliyê jî kir. Ji dûrikan heta …

  • 31 Gulan

    Ji Gencineya Kultûra Kurdên Serhedê Berhemeke Nû: Dendo

    Nîhat Önerê ku ev bi salane li Serhedê karê berhavkarîyê dike, pirtûka xwe ya çîrokan ya duyemîn derxist. Nîhat Öner bi qasî 15 salane li Serhedê gund bi gund digere û çîrok, metelok, biwêj û gotinên pêşîyan berhev dike û çanda Kurdan a devkî ya dewlemend ji wundabûnê xelas dike. Öner cara yekemîn di sala 2016an da pirtûka xwe ya …

  • 30 Gulan

    Her nê kirrî! (Sanike)

    Cayêk beno cayêk nêbeno. Dewênda Sêwreke de jû merdim beno. No merdim safek beno. Dewêjan leqebê nê merdimî “her” nayo pa. Vatiş vatiş a, nameyê nê merdimî dewe de beno “her”, kam ci vîneno, vanê “her ame”, “selam her”, “se kenê her?…” Xeylê wext wuna ravêreno, mêrdek zewjîyeno, ci rê qeçekî benê. Hewna zî dewijî ci rê vanê “her”. Hema …