Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / ziman

ziman

Pêwendiya siruşt û edebiyatê

Mirov ji destpêka hebûna xwe ve di hembêza siruştê de dest bi jiyanê kir û heta niha jî jê veneqetiyaye. Çimkî qutbûna mirov ji siruştê tê wateya qirrbûna neslê mirov. Mirov ji bo nîşandana hest û xeyalên xwe amûrek bi navê “huner”ê afirand. Em dizanin ku xwezayê pişka herî zêde ya hunerê dagir kiriye û ev vedigere hest, xeyalnazikî, ruh …

Read More »

Zimanê agahiyê

Kurdan, ji ber avanebûna zimanê agahiyê, di van salên dawiyê de, gelek têgihên ne di cî de çêkirin û bi awayekî bolvirî û çawalêhato ew bi kar anîn. Yek ji wan têgihan, bêjara (discourse) ‘zimanê akademîk’ e. Herçî ez im, gava cara pêşîn min gotina ‘zimanê akademîk’ bihîst, pêşî wisan ji hiş ve heyirîm, hema pê re jî bêhemdî xwe …

Read More »

Şewq û şemalê dida bejn û bala te Edulê!

Strana Edûlê ya bêhtir bi dengê nemir Gerabêtê Xaço heta roja me hatiye, mîna duetekê hatiye hûnandin. Stran mînakeke balkêş a hêza gotinê, mubalexa û hîcw e. Bêgûman dema Edûlê tê gotin, yekser Edûlêya keça Temir Paşa, serokê eşîra Mila ku dil ketibû Derwêşê Evdî yê Êzîdî ji eşîra Şerqiyan, tê hişê mirov. Lê belê “Edûlê” ya Gerebêtê Xaço dibêje, …

Read More »

Umrek û Mirazek BEDÎUZZEMAN û MEDRESETUZZEHRA

Medresetuzzehra, projeya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye ku çareseriya perwerdehiya Kurdan di xwe de dihewîne. Ev proje, bi xusûsiyetên xwe yên gelemperî rêçareyek e ku ji bo alema Îslamê û bi taybetî jî bi çareseriya pirsgirêkên Kurdan ve ‘eleqedar e. Ev proje, nêrîneke berfireh û însanî ye, lê hê jî   pêk nehatiye.  Encamên vê pêkneanînê yên dijwar li ber çavên me …

Read More »

Lo Ez Birîndar im!

Min wer dizanîbû ku tiştên hatiye serê min nehatiye serê gurên li ser çîyan jî. Ode li min teng dibû, çek dîwar û pişta odê li ser min de bihêrifin tirs û xofek li min peyda bibû. Dema min xwe dihavit ber derî asîman jî di ser min de dihatin. Behna min diçikiya, gewriya min dihat guvişandin, mîna ku bifetisim. …

Read More »

Qelsiya gurçikê xur dixe bedena mirov

Eger çermê we ziwa be û xur di bedena we de hebe, dibe ku gurçika we qels be an tê de kêmasî hebe. Li gor lêkolînên pisporan dema gurçik têr neke û tehlîlên labaratuarê jî bên kirin, hinek nîşanên di çerm de û xura bedenê jî gurçikê îşaret dikin. Nefroloj balê dikşînin ser xura di bedenê de û ziwabûna çermê …

Read More »

Romannivîs Helîm Yûsiv : “Di kêlîkên nivîsandinê de ez rê li ber kanîya binhiş û kûrahîya gîyan û bîrmendîya xwe vedikim”

Nêzîkî sîh salan e ku di qada wêjeyê de berhemine bilind û hêja pêşkêş dike. Bi helwesteke modern, bi honaksazîyeke spehî û bi zimanekî petî û nerm berhemên xwe dinivîse. Romannivîs Helîm Yûsiv, helbest ne tê de, pirê celebên wêjeyî dinivîse û di rojname, kovar û malperên kurdî de, bi gotar û nivîsaran, nirxandinên xwe diweşîne. Ji bo nirxandin û şîrovekirina …

Read More »

Mîrzade û Hûtê Sê Serî!

Hebû û qet tune bû! Li gundekî Kurdistanê sê bira hebûn. Her sê bira bi şev û roj, li çol û çîyayan gencîneyan (xezîne) digeriyan. Piştî çend mehan, li cihekî asê li bin qûntara çîyayekî, bîrek ku dawîya wî xuya nedikir dîtin. Her sê bira li ser wê birê rawestiyan û wisa bawerî pê anîn ku di binê wê bîrê …

Read More »

ZENDa 26an derket

Kovara lêkolîn û nirxandina li ser ziman a bi navê Zend bi hejmara xwe ya 26’an derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara payîz-zivistan a Zendê de gelek nivîsên li ser ziman hene. Şemoyê Memê bi sernavê “Sembol û hebandina avê di zargotina kurdî de” nivîsek balkêş amade kiriye. Zimanê kurdî Michael Chyet jî bi hevpeyvînek di kovarê de cih girtiye. …

Read More »

Bagera Zilfê çawa bû biwêj

Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê çêkiriye… Lê emê di vê nivîsê de çend mînakên ku …

Read More »