Di edebiyata Kurdî ya devkî de cûreyê ji hemiyan dewlemendtir stran e. Peyva “stran” ji gotina “strîn”ê tê. Strîn ji bo gotinên birîtm û selîqe tê gotin.
Îlon, 2018
-
24 Îlon
Li Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê Nûbihar Wê Çalakiyan Lidarbixe
Wek gelek weşanxaneyên kurdewar Nûbihar jî beşdarî 6. Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê dibe. Weşanxaneya ku ji destpêka salên 90î ve di xizmeta zimanê kurdî de dixebitê ji ser hesabê xwe yê tora civakî hin çalekiyên ku wê li fuarê lidarbixê weşanddin.
-
24 Îlon
Fuara Pirtûkan Destpê Kir
Çandname – Ji aliyê “TÜYAP Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.” û bi arikariya “Yekîtiya Weşangerên Li Tirkiyê” li Diyarbekirê şeşêm fuara pirtûkan tê lidarxistin. Fuara pirtûkan 25ê îlonê roja sêşembê dest pê dike û di 30ê îlonê roja yekşemê de bidawî dibe. Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TÜYAPê tê li darxistin. Ev fuar ji ber ku li Diyarbekirê tê …
-
20 Îlon
diponijim
li ser pirtûkên ji hevîrê darê payizê li pêşiya zivistaneke reş bi bêrîkirina du demsalên borî bi peşwaziya ronahiya bihara jîndar bê av tême strandin bêyî tevlêbûna hevîrtirş li benda nanpêjên hosta di sarincên dorgirtî de dibin sir û seqama quflokî de hatime ji bîr kirin 26 Îlon 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
15 Îlon
ew neçû hat
her ku ber bi te ve dihatim hiş diçû diketim dibûm dînê ber kirasê te te ez ber xwe ve dibirim mîna toza li erdê dihatim maliştin ez bi serê xwe dimam dema li bal te bûm jî te bi pozbilindî xwe ji çiyayên me jî bilindtir dikir ma nizanim ew tiştê ji min hatibû dizîn te li cem xwe …
-
10 Îlon
difikirim
bê mane ji te dûr li ber te ji xwe diçim ax û wax çi bibêjim tenê Difikirim… 25 Gulan 2000 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
5 Îlon
bûme tune li bal te
ez dilekî bi tenê û vemirî fera windabûyî li ser deryaya pêlgirtî keştiyeke noqavbûyî me were lê were ma ne bes e bawer be firmêsk hew diweşin ziwa me grîneke mirî termekî windabûyî lorîna mendalekî lavekarê te me bes ax lê ax ma min ne gotibû çîrokeke nîvco lê têrhêvî hebû ma wilo bû bê bext te pala xwe da …
Tebax, 2018
-
30 Tebax
taybetiya te
te nabînim tu ji min dûrî li te digerim li cihên nenas li warên bejî lê tu naxuyî ez te nabînim zêrekî binerd di ser de jî bend dor girêdayî ji ferşên asê hişkî polayî çima nikarim bikolim bal te nagihim cem te ji ber miriyî ez ne zindî me li tenîşta te palhevrîşima te li xwe dipêçim ne ku …
-
25 Tebax
lavekar
sêwiyê te me ji bîr naçê dema te termê xwe li ber dilê bêxwedî raxist, cendekek ji şopa te mabû li wê erda ji erdheja payeberz mayî. warên zindî lê diman veşarî bûn di nexşeyan de cîhan na xuyê ji xêzên bîranînên te pê ve gerokek hebû lep vekirî, lal, ker û lingekulî li ber dîwarên bejna te stutewandî, laveya …
-
20 Tebax
Ez ê
ez ê îro bibim mêvan li hembêza te tiliyên tîran jixwe direvînin bixim nav lepên xwe pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim bibim ser sînga xwe deynim çirûska pêşîn li çirayên me vedim germahiya hembêzan bihev de bişewitînim ezê li ber pêsîra hingivîn bibim lavekar te bikim çiyayê sparteka xwe hemû çek …