...Xwedê her besî me ye, ew çi xweş wekîl e. Sûreyê Alî Îmran-173
Adar, 2024
-
12 Adar
Rojîname #2
Gelî yên îman anîne! Hûn tiştên pak ên xweş ên ku Allah li we helal kirine, li xwe heram nekin û ji hed dernekevin! Bêguman Allah ji yên ku ji hedê xwe derdikevin hez nake. (Maîde: 87)
-
11 Adar
Rojîname #1
... Bixwe, vexwe lê îsrafê neke. Lewra Xweda ji îsrafkaran heznake. Ji Sureya Arafê, Ayeta 31an. Xweda her neyînîya tê serê mislimanan ji bo wan dikê kefareta gunehan. Buhârî, “Merdâ”, 1
-
7 Adar
Gênco Temaşe Bike
GÊNCO – 2017 (Ali Kemal Çınar) Ali Kemal Çınar li Amedê hate dinyayê. Di sala 2004’an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi tevahî derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsand. Di 2013’an de yekemîn filmê xwe yê metrajdirêj ( Kurtefîlm/Kisa Film) ku di bin bandora tecrubeyên kurte fîlmên wî de mabû, kişand. Filmê Veşartî ku di 2015’an de …
Hezîran, 2023
-
25 Hezîran
Dersa Tecwîdê
BI NAVE XWEDAYE REHMAN U REHIM Rêzepirtûkên Perwerdeyê TECWÎD Nivîskar Hafiz Ahmet Turhalli Redaksiyon û Mîzanpaj Fevzi Özmen DIKG Dachverband Islamisch-kurdischer Gemeinden e.V Vogelsangerstr.348 /D 50827 Köln DEUTSCHLAND Civaka Islamiya Kûrdîstan ê. Desteya Karûbarên Perwerdê: Teşkîlata îslamiya Kurd ya Çand û Perwerde NAVEROK BEŞA YEKEMÎN Zanyariyên Xwendina Qura´na Pîroz “TECWÎD” Wateya Tecwîdê (Tarîfa wê) Mijarên Tecwîdê Armanca Fêrbûna Tecwîdê Ehkamên …
-
21 Hezîran
Qetrat
em şevdêr in, şevê li ber bayê eşqê didêrin. wek ehlê dinyayê li şevê nanêrin, bi hikmet û xebatê rojê diqedînin. *** Şiv dane desta, gotin şivan e Gav evet ber dewaran, gotin gavan e Min xwe ji bo eşqê perîşan kir Çima hê dibêjin Ridwan e *** Were carekê te bibînim Vî dilî bi eşqa te bi meyînim Bi salan di dile xwe de hilînim …
Sermawêz, 2023
-
26 Sermawêz
Helbest Ji Bo Zarokan
Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.
-
12 Sermawêz
Teyrê Sîmir û Rengvedanên Wê di Folklora Kurdî da
Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.
-
10 Sermawêz
Vekolîneke Berawirdî Di Navbera Şengilo û Mengiloya Heciyê Cindî û Gur û Heft Karikên Biçûk a Birayên Grimm De
Vegotinên gelêrî bi rengekî xwezayî xwedî curbecur çavkanî ne û ev çavkanî girêdayî tevgerên çandî, dînî, demografî, bazirganî û hwd. yên civakan e. Di encama van tevgeran de çawa ku di rêbazên jiyana rojane û çanda madî ya van civakan de lihevçûn derdikevin meydanê wisa jî di çanda wan ya manewî û folklora wan de lihevçûn peyda dibin. Herwekî ku gelek antropolog jî vê tesbîtê dikin; ji ber ku pêdiviyên bingehîn yên mirovan li her deverê cîhanê bi heman rengî ye, gelekî xwezayî ye ku di çanda wan de jî hevbeşiyên berbelav çêbibin. Vegotinên gelêrî digel ku her dem têne afirandin û têne nûjenkirin jî ji vekolîna li ser wan, ji taybetmendiya vegêranî û motîfên wan em dizanin ku rehên wan digihîjin demên arkaik. Lewre dema ku em di navbera vegotinên du çandên cuda de lihevçûneke balkêş bibînin, divê em ne tenê li gorî peywenda îroyîn li sedemên vê lihevçûnê bigerin. Dibe ku di dewrên kevnartir yên mirovahiyê de têkiliyên di navbera van her dû çandan de cudatir be. Wekî mînaka hevbeşiya di navbera çîrokên alman û kurdan de. Dema ku em bi hûrgilî bala xwe didin çîrokên van her dû miletan, em dibînin ku hin çîrokên wan ji alî tema, motîf û avaniya çîrokan ve wekî hev in. Çîroka Elik û Fatik û Hansel û Gretela almanî, dîsa çîroka Şengê û Pengê û Gur û Heft Karika almanî ji hemî waran ve heman çîrok in. Yanê ew ne du çîrokên dişibin hev in lê heman çîrok in. Di vê vekolînê de em ê bi berawirdkirina Şengilo û Mengilo ya kurdî û Gur û Heft Karikên Biçûk a almanî hewl bidin vê hevbeşiyê tesbît bikin.
-
9 Sermawêz
Pirtûkgeh (PDF)
Wergera Qurana Pîroz Bi Zimanê Kurdî Komîsyon Nûbihar Bir Kürt Olarak Yaşamım Nureddin Zaza Mezopotamya Rêzimana Kurdî Zarawayê Kurmancî Celadet Elî BEDIRXAN / Rogert LESCOT Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dil Bilgisi Kurmanci Lehçesi Murat CIWAN Kurdiya Kurmancî Pola 5. Türkiye Milli Eğitim Bakanlığı Kurdiya Zaqzakî Pola 5. Türkiye Milli Eğitim Bakanlığı Kürtçe Anamnez/Anamneza bi Kurmancî – Kürtçe Sağlık Dil Bilgisi Kitabı …