Paşa Amedî

Sibat, 2017

  • 13 Sibat

    Xanî çima kurdan dişibîne pezê bê şivan?

    Di sedsala 17an de, helbestvan û zanayê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî li ser mijara hizr û ramanên neteweyî sekinî û bi tundî nebûna yekîtî û tifaqê di nav miletê Kurd de şermezar kir.   Xanî ev nakokî û bêtifaqî ku ji wê çaxê ve di nav Kurdan de hebûn, wek yek ji sedemên sereke yê bindestî û nebûna dewleta …

Hezîran, 2016

  • 1 Hezîran

    Qurtek Çay

    Qurtek çaya ser lêvan Nadim bi hezar sêvan Qurtek ji çaya delal Nadim bi sed porteqal   Çaya nazik û nazenîn Nadim bi sed mandelîn Wê çaya rind û keleş Nadim bi zalên zebeş   Ewê çaya mîranî Nadim bi sed şîranî Wê çaya rind û rengsor Wê bi min re herê gor   Nakim terka şêrînê Heta mewt û …

Îlon, 2016

  • 21 Îlon

    Gotinên Pêşiya -2

    Min gotinê pêşiyan tenê ji devera gundê xwe(Gundê Qerto) berhev kir. Ev gotinên ku min berhevkirinin hinek gotin bişibe gotinên heremê dinan jî lê min dîsa berhev kir. Ji bo ku gotinê pêşiya ji nav gel derkeve  holê ku lêkolîner gotinan bidin berhev  ku çavkaniyek ava bibe. Keremkin bawer dikim hûnê pir sûd jê bigrin. Paşa Amedî Min gotinê pêşiyan …

Tîrmeh, 2016

  • 3 Tîrmeh

    Gundên Me Tev Şêrîn in

    Vê havînê ez çûm gundê xwe, gundê min, gundê kalan û pîrên min, gundê min ku bê av, bê dar û ber be, bi kevir û axa êşk jî be gund şîrin e çimkî war û gundê kalanên me ne. Gundê min, gundê we, gundên me gelek xweş in û tev şîrîn in, mirov li gundê xwe rehê xwe, dîroka xwe dibîne …

Hezîran, 2016

  • 7 Hezîran

    Meha Rehmetê…

    Rojiya mehe remezanê wexta ku tê, meriv tev bin bandora rojiyê de dimîne. Hîna rojî nehatîbû jî gelek meriv digotin “Rojiya îsal di germê de ye em ê çawa rojiyê bigrin?” Bi rastî zarokên nû yê gîhîştînin ji wan re rojî gelek zor û zehmet e. Wexte paşîvê ezman sayî û ronî ye, hêstirk dibiriqin merivên bawermanda silav dike, roniya …

Gulan, 2016

  • 10 Gulan

    Ziman Hebûna Milet e

    Ez di nivîsên xwe de bi destûra Xwedê heta ku ji destê min were ez ê bi Kurdî ji we re binivisînim, distûrek min ev e. Çimkî nivîskarên ku bi tirki dinivîsînin pir in, divê ku em xwe bidin ser zimanê xwe, zimanê zikmakî yê dewlemend. Ziman, di nav mirovan de têkiliyê çê dike, nîşana warê meriv û qimeta meriv …

Nîsan, 2016

  • 23 Nîsan

    Bihara Rengîn

    Di dil û heşê meriv de her tim hesret û evîna biharê heye, di her demsalê de bihar wek hêviyeke, hêviya xêrê ye. Xeyal û xewnên meriv tim çihê xweşik digere û dîne bîra xwe. Hestên meriv tim ber avê, delav û hêşinahî dixwaze, meriv qayile ku hestên xwe têr û dilê xwe fireh bike, ji bo kêf û şahiya …

  • 4 Nîsan

    Leystikên li ser zimanê Kurdî

    Kurdî zimaneke qedîm û dewlemend e. Ji ber bê dewletiyê zimanê Kurdî bi nivîskî pêşneçûbe jî lê bi devkî hê li ser xwe ye. Kurdî bi dewlemendiya zaravayên xwe bi heyîna xwe li diyar e. Çawa ku ji berê ve bi çi awayî be zimanê Kurdî hatibe paşxistin, niha jî li ser zimanê Kurdî leystikên mezin û asîmîlasyoneke dijwar didomin. …

Adar, 2016

  • 21 Adar

    Dayê Gura Tetê Morî Bir

    Di dema berê wexta ku dibû zivistan, jiyan li gundan gelek dijwar dibû. Mirov, pez û dewar tev birçî dibûn. Ji bo vê yekê mirovan zad û xwarinên xwe beriya zivistanê amade dikirin. Ku berf diket, nava gund û bajar dihat birîn. Heke meriv bê xwarin ango bê ard û arvan diman, ji neçariyê ku ne bi çewalan bi qasê …

  • 1 Adar

    Anadolu û Kurdistan

    Îro em di nav gotinên xwe de an di xeberan de dibêjin û dibhîzin: “Anadolu, Anadolu, Anadolu…” an GAP/Projeyê Başûrê Rojahilat, DAP/ Projeya Rojhilata Anadoluyê, Guneydoğu/ Başûrê Rojhilat, Doğu Anadolu/Rojhilata Anadolu, İçanadolu/Navîna Anatoliyê…” bi zanebûn an bi nezanî em tev dibêjin. Gelo Anadolu çî ye? Anadolu li ku ye? Sînorê Anadoluyê di kûr de derbas dibe? Ev nexşe pênasiya anadoluya dîrokî …