Der(i)yê xêr û bereketê Meha pîroz mehremezan Ji Quranê bi sûretê Beqere, şehrû remezan Di wê de nazil bû Quran Bo me hemî bawermendan Bi van eşkere delîlan Hîdayet e ji bal Yezdan Vediqetîn rast û betal Kî de îja li ser ev hal Bighêj meha çêtir ji sal Bila rojî ferz ke li can Kî jî rêwî li seferê …
Nîsan, 2022
Adar, 2022
-
21 Adar
Newroz Cejn e – Mustafa Rêzan
Wa hilate roja newe Yek xelat e li min û we Wek bihûşt e newroz cejn e Cejn e li te kurê Kawe Sala teze bi behar e Dest bi rez e şixl û kar e Berx û pez e newroz cejn e Kêf terez e dîn û har e Wayê vebûn gulê rengîn Dê bidin bîn ji xweştirîn Avzêmên …
Cotmeh, 2021
-
13 Cotmeh
Rêzenivîsa Perwerdeya Taybet – Nekanyarên Dîtinê
1. NEKANYARÊN DÎTINÊ Di cîhana pêşverû û guherîner de perwerdekirina mirovan her ku diçe bêtir girîngiyê distîne. Ji perwerdeya mirovan armanc; yên teknolojiyê bikar tînin, li derdor û civakê reftarên lihev dikin e. Wekî çawa mirovên saxlem xwedî mafê perwerdeyê ne, mirovên nekanyar jî xwedî mafê perwerdeyê ne. Û ev yek bi rêzikname û bi zagonên netewî û navnetew hatiye …
Îlon, 2021
-
6 Îlon
Siltan bû Selahaddîn
Ro, hêdî hêdî destê xwe dikişand ji rûyê erda hişk û zuha ya çilê havînê. Tariyê bi dizîka xalîçeya xwe radixist li dawa çolistanê. Û sirra êvarê yek bi yek dida ber xwe qirş û qalên keramperan. Wek şerpezeyekê dibir û dianî ber konê ji mûyên helebî. Û çirên bi donê zeytûnên Emmanî dilerizand ji pozikê findê. Bi şan û …
Tebax, 2021
-
23 Tebax
Korona
Kê zanibû dê rojekê Ji Wuhanê bazara masiyan Ji gur û kuçikxwurê Çîniyan Belav bibe êşa kuştinê li ser mirovan Û li ser sîngê deyne mîna xewnereşkê Kê zanibû dê ji Çîn û Maçînê Pêla reş rabe li ser cîhanê Û bi şêweya sermagirtinê nîşan bide Li poz û bêvilê Û ji holê rake bîn û tama xwarinê Bîn û …
-
8 Tebax
Çend Lorînên Şemrexê
Gewra boza li hewa Nexşê hûrik li dawa Gewrê nadim heft lawa Gewra boza li guhnî Mîna kewan dixwînî Xal jêr bûne xwazgînî Gewra boza li guher Giya çinî xist cuher Bir cahnîka xalê xwer … Lo dîno lo ha dîno Kumsor û şalwar şîno Keççika direvîno Bajaran digerîno Mala xalan datîno … Sîng spî penîrê ter Doţmama li ser …
-
3 Tebax
Rêzenivîsa Perwerdeya Taybet: Sedemên Nekanyariyê
Sedemên nekanyariyê gelek û cûre cûre nin. Di cûrandina van sedeman de jî gelek şikl û teşeyên cûrandinê dihên bikaranîn. Lê belê ji vana yên herî bikarîner, sedemên berî zayînê, dema zayînê û dû zayînê ne. Ji vana sedemên berî zayîn û dema zayînê, zêdetir bi girêdayî tendirustiya dayik in. Sedemên dû zayînê jî zêdetir girêdayî derdor û malbatê ne. …
Adar, 2021
-
28 Adar
Stran Ziman û Teknolojî
Hûnandina hestan mûzîk, di her demê de ji me Kurdan, vegotina şert, merc û rewşê bûye. Di her rewşê de gotin li hev anîne, bi zimanê şêrîn, deng dane deng û wek hevîr strane mîna her stran û her stranbêjan. Stranên me pêşî bi çend alav û amûrên xwemalî hatine bilêvkirin, lê paşê bi naskirina gelên derdor û bi fêrbûna …
Rêbendan, 2021
-
29 Rêbendan
RÊVEBERIYA POLÊ
Rêveberiya reftarên polê, ji bo hêsankirina fêrbûniyê, şarezayeke bingeh û pêwist a mamoste û namzedên mamosteyan e. Mamoste bi saya rêveberiyeke bandoryar a polê, dê qadeke hilberîner a perwerdehiyê ava bike û biserkeve. Her wuha di navbera serkeftin û bersivdayîna reftarên pirsgirêk ên xwendevanan de têkiliyeke xurt heye. Rêveberiya polê, bi avakirina rêzikname, hişyariyan, pesin, jêqerîn, rêliberxistin, çavgirtin, bijartin û …
Hezîran, 2020
-
18 Hezîran
Malbat û Mamoste
Di perwerdeya zarokên taybet de girîngiya têkilî ya malbat û mamosteyan neyê jibîrkirin. Ji bo armanca perwerdeyeke serkeftî, divê têkiliya malbat û mamosteyan gelek xurt be. Ev rêzik ji bo hemû cûreya perwerdeyê sereke ye. Lê belê ji ber ku zarokên nekanyar bi taybet nekanyarên hişmendî, zû jibîr dikin, divê her dem mamoste û malbat di têkiliyê de bin. A …