Heyat çi ye? Mahiyet û wezîfeya wê çi ye? Heyat, amanca herî girînga vê kaînatê ye, hem encama wê ya tewrî mezin e, hem nûra wê ya herî rewoneq e, hem havêna wê ya herî letîf e, hem puxteyeke wê ya gellek palandî ye, hem fêkiya wê ya tewrî tekûz e, hem kemala wê ya herî bilind e, hem xweşiktirîn …
Adar, 2023
Sermawêz, 2022
-
21 Sermawêz
Saqoyê M. Uzun û romana kurdî
Ji nifşê salên 70’î ku endamên wê ji rêxistinên curbecur dihatin, bi çûyina Ewropayê re û bi dîtina serbestiya zimanê kurdî ya li wan welatên penaberiyê, nifşekî wêjeyî peyda bû. Vî nifşê nû, kurdî berî hertiştî weke qada terapiya xwe dît. Weke darên ku ji rehên xwe veqetiyayî, hemûyan xwe li zimanê kurdî girt. Komele, weşanxane, rojname û sazî û …
-
21 Sermawêz
Qeyrana ziman û wêjeya kurdî
Civatên ku bi zimanekî bindest dipeyivin ku ji qedexeyên giran derbas bûye, ji zimanê xwe direvin û wî kêm dibînin. Mejî û hişên dagirkirî endamên civakê ji mirovahiya wan bi dûr dixe, wan bê nasname dihêle, lewre gava ku nasnameya xweser ji destê mirov tê stendin, û heger mirov li hember zexta ziman û çanda serdest li ber xwe nede, …
-
21 Sermawêz
Kamiliya vegotina romanê
Pirsa pêşîn ku di vegotinê de tê kirin ew e ka gelo kî di nava deqeke wêjeyî de çîrokê dibêje. Ew kesê ku em jê re dibêjin vebêjer, gelo di nava çîrokê de lehengek e an kesekî derveyîn e? Mesafeya di navbera çîrokê û vebêjerê wê de bivê nevê dê awayê vegotina çîrokê û belkî tevna wê jî biguherîne. Lewre …
Îlon, 2022
-
15 Îlon
Rexneya wêjeyî
Rexneya wêjeyî berî her tiştî parvekirina xwendinan e. Mirov piştî xwendina berhemeke wêjeyî helwêst û ramanên xwe li ser wê berhemê rave dike û mirov nirxandina fenomenên nava wê berhemê dike. Hingê, rexne alîkariya têgihîştina ji berhemeke wêjeyî an jî hunerî dike û bi vî awayî alîkariya pêşxistin û veguheztina zanistî dike. Hingê, rexneya wêjeyî çalakiyeke weha ye ku xizmeta …
-
9 Îlon
Yilmaz Gûney û Hişmendiya wî ya Kurdistanî
Em ê serkevin, em ê mûtlaqa serkevin. Kurdbûn û Kurdistanîbûna Yilmaz Guney jixwe ne cîhê nîqaşê ye. Em kesên sînemahez, mîna misilmanekî bawermend ku bona xêrê ayetan dubare dike, em jî dixwazin vê rastiyê wek ayet tekrar bikin. Rastî ew e ku Yilmaz Guney hîna jî wek çirûskek agir rêya hemû hûnermendên Kurd ronî dike. Enstîtuya Kurdî, sala 1984an li …
Tebax, 2022
-
11 Tebax
Di romana kurdî de Mozart û Pink Floyd
Albert Camus digot ku mirov ne bi tenê bi tiştên gotî ve, lê her weha bi tiştên veşartî ve jî heye. Ev çavdêriya ku pişta xwe dispêre şiyan û feraseta zimanî bala me dikişîne ser du xalên din jî. Armanca peyvê raguhestina peyamekê ye. Lê belê ziman bi xwe pragmatîk e û li gorî rewşa axavtinê ava dibe û wateya …
Hezîran, 2022
-
26 Hezîran
Çend Pêşniyaz
Demê xwe bi sîyaset û polîtîkaya rojane nekuje. Rê û rêbazên armanca xwe eşkere bike. Meyl û hunerên xwe keşf bike. Ji ceribandinê netirse. Heya neceribînî nagîhî konaxa xwekeşifkirinê. Pêşî wek sûbje xwe nasbike, têkêlîya xwe û obje-sûbjeyan raçav bike. Xwenaskirin û xwetespîtkirinê de zelal û rijid be. Her tişta ku te pênase dike baş di xwe de bicîh bike. …
-
13 Hezîran
Şîddeta bindestan û Xwebûn û Welat
Li devera ku bindest gihîştibin asta hişyariyê û çavên wan vebûbe, serdest û dagirker jî mecbûr dimînin ku bi awayekî xwezayî ve xwe adapte bikin. Bindest li şûna xwe nasekinin. Serî natewînin û kirasê ku dagirkeran ji wan re fesilandiye li xwe nakin. Lewre tim komikeke şûman û serhişkan peyda dibe û senaryoya têkbirin û xulamkirin û kolekirin û veguherandin …
Gulan, 2022
-
25 Gulan
Wêjeya kurdî li ser çi ava dibe?
Dewra Xanî ya ku diviya me hêza kurdî bidaya ber zimanên din li dû ma. Êdî em dizanin û em pê qane bûne ku em jî “bi esl û binyad” in û dikarin “işqê ji xwe re bikin armanc”. Em êdî dizanin ku “enwaê milletan xwedan kitêb in”, lê Kurmanc jî tê de êdî ne “bê hesêb” in. Dewra Celadet …