Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Lokman Polat

Lokman Polat

Lokman Polat

XWENDIN YAN NEXWENDIN; HEMÛ MESELE EV E!

Shakespeare bi devê Hamlet dide gotin ku; “hebûn yan tunebûn, hemû mesele ev e!”, min jî ji ber vê gotina manedar adaptasyon kir û sernavê nivîsê danî “Xwendin yan nexwendin, hemû mesele ev e.” Gelo ji vê gotinê çi tê fêmkirin? Helbet herkesek dê li gorê xwe şîrove bike. Min li ser girîngiya xwendinê gelek caran nivîs nivîsiye. Pêwîst nake …

Read More »

Dibistana Nivîskaran

Rojname û kovar dibistanên nivîskaran in. Niha li wan malperên elektronîk zêde bû. Malper, kovar û rojnameyên elektronîk yên ku di înternetê de têne weşandin bûne cih û warê nivîsîne, anku bûne dibistana nivîskaran. Înternet tişteke wisa giranbiha û hêja ye ku, li ser girîngîya wê mirov çi bibêje jî kêm dimîne. Înternet şoreşa teknîkîye û ji bo mirovahiyê xizmeteke …

Read More »

Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd

Diyar e pirtûkên ku li Swêdê -li Stockholmê – li kurdî hatine wergerandin ji alî xwendevan û hinek wergêrên kurd ve nayê zanîn. Dibe ku haya hinek wergêrên kurd ji wergera van pirtûkên ji edebiyata cîhanê tunebe, loma jî dema pirtûkek werdigerînin her wekî ku cara pêşîn wan ew pirtûk yan jî pirtûkên filan nivîskarê cîhanê wergerandiye kurdî. Li Swêdê …

Read More »

GOTAREK LI SER PIRTÛKÊN MEHDÎ ZANA -2-

  ÇARŞÎYA SILÎVA   Nivîskar Mehdî Zana di vê pirtûka xwe de dîmenek ji jiyana gelêrî ya navçeyeke Kurdistanê —Silîva— radixe ber çavên xwendevanan. Ew behsa biçûkahiya xwe dike, behsa runiştvanên navçeyê dike û qala destpêka pêvajoya kar û xebata welatparziyê û çepîtiyê dike. Xortên kurd yên Amedê û navçeyên Amedê yên ku piştî salên heftêyî dest bi xebata şoreşgerî …

Read More »

Gotarek Li Ser Pirtûkên Mehdî Zana-1

  1 – Me Helal Bikin (*) – Mehdî Zana – Me Helal Bikin – Weşanên Apec Mehdî Zana mirovekî gelêrî ye. Di nav jiyan û têkoşîna gelêrî de roleke girîng pêk aniye. Ji alî gelê kurd ve hatiye hezkirin. Gelê kurd wisan jê hez kiriye ku, nasnavê “Xalê Mehdî” pê ve kirine, herkes jê re dibêje “Xalê Mehdî”. Jiyana …

Read More »

Du Pirtûkên Qahir Bateyî

Min li Wanê nivîskarê kurd Qahir Bateyî dît. Wî du pirtûkên xwe îmze kir û diyariyê min kir. Pirtûka yekem, navê wê ‘Çavxezal’ e û çapa 2’emîn e. Pirtûka din jî, navê wê ‘Perdeyê reş’e. Herdu pirtûk jî di nav weşanên ‘Sîtav‘ de derketine. Navenda weşanên ‘Sîtav’ li bajarê Wanê ye. ‘Çavxezal’ 118 rûpel e û di sala 2013’an de …

Read More »

Di Pêkanîna Nasnama Netewî de Bandora Edebiyatê û Ziman

Kurd di pêkanîna nasnameya netewî de ziman û edebiyatê datînin kur, ez nizanim. Lê, bi qasê ku ez zanim hinek siyasetmedarên kurd qîmet û girîngî nadine edebiyat û zimanê kurdî. Loma jî ew ne bi kurdî bi tirkî siyasetê dikin. Dema mirov tirkî bifikire, birame û bi tirkî siyaset bike dê siyaseta mirov jî bişibe ya tirkan û dê siyaseta …

Read More »

Muqayeseya Edebiyata Kurdî û Ya Cîhanê

Hinek kes edebiyata kurdî û edebiyata cîhanê, – bi taybetî jî edebiyata ewropiyan – muqayeseyê hevûdu dikin û dibêjin edebiyata kurdî qels e. Romana kurdî li gor yên cîhanê pirûpir qels e. Heta yek –di kovareke kurdî de – ji encama vê muqayeseyê dîtina romana kurdî tune derdixe. Yekî din – di malpereke kurdî de – dibêje ”romana kurdan heye, …

Read More »

Efsaneya Çiyayê Agirî

Ji alî efsaneyan ve Grekî û Kurd gelek dewlemend in. Gelek efsaneyên Kurdan heye ku hêj qet nehatiye nivîsîn. Lê hinekên wan hatine nivîsandin.   Efsane di bingeha xwe de çîrokên dîrokî yên gelêrî ne. Lê qalkirina van çîrokan ji derveyê eqil e, mîtos e. Di bingeha van çîrokên dîrokî yên gelêrî de bûyerekî rast jî hebe, di qalkirinê de, …

Read More »

Pirtûka bi sê zimanan ” Diyarbekir Dest Li Ba Dike”

Nivîskar û lêkolînvanê hêja Şeyhmus Dîken şarezayekî şarzanîst ê bajarane. Di derbarê bajarê Diyarbekirê (Amedê) de herî pir wî lêkolîn kiriye û pirtûk nivîsiye. Ew nivîskarekî berhemdare. Wî heta niha sêzdeh -15 – pirtûk nivîsiye û pirtûkên wî hatine çapkirin. Wî li ser bajarê Amedê, li ser Amedîyên ku ji alî dewleta dagirker a kemalîst ve hatine sirgûnkirin, li ser …

Read More »