Konê Reş

Îlon, 2021

  • 16 Îlon

    Payîzê! Em li Hêviya Payîzxêra te ne

    Payîzê! Di van rojên te de Beriya Mêrdînê, Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike.. Deşta Hesinan, Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin.. Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa, Li ber ba dilîzin û li hev digerin.. Û her roj, em di govenda şehîdekî, Du şehîdan de dîlanê digerînin.. Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku …

Tebax, 2021

  • 15 Tebax

    Min Got û Negot!

    Gelo! Hûn dizanin, her ku kalemêrek an pîrejneke me dimire, pitûkxaneyeke me pê re dişewite..! Û her roj kalemêr û pîrejinên me li ser rêka oxirê ne.. Her roj pirtûkxaneyên me têne şewitandin..! Mixabin! Rêxistinên me, nefikirî ne ku, zargotin me ji ser zardevê wan bidin hev û tomar bikin..! Di nifşê nûhatî de neponijî ne..! Ev nifşê ku di …

  • 13 Tebax

    Li ber dergehê Laliş

    (Parastin û Guhdana Kurdên Êzidî Serketin û Pêşketine Kurdistaniyanê ye) Roja îro, di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe.. Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye. Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê vê pêşveçûnê zanibin, xebat û bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da …

  • 6 Tebax

    Mîr Dr. Cemşîd Celadet Bedirxan (1939 – 1999)

    Di van salên dawî de, gelek ji keç û xortên welatê min, pirsa zarokên Mîr Celadet û Rewşen xanim Bedirxan ji min dikin.. Dixwazin wan nas bikin.. Nexasim kurê wan Dr. Cemşîd nas bikin.. Dibêjin; me navê keça wan Sinemxan Bedirxan bihîstiye ku li Hewlêrê ye, lê em tiştekî li dor kurê wan Dr. Cemşîd nizanin..? Di vê derbarê de …

Tîrmeh, 2021

  • 30 Tîrmeh

    Mûsa Anter û Strana Kimil

    Di sala 1958an de, Mûsa Anter û du hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameya (Ilerî Yurt/ Welatê Pêşketî) li Diyarbekirê diweşandin. Hingî armanca wan ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin.. wan serwextî rewşa Kurdistanê bikin. Lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê (Qimil/ Kimil), ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. …

  • 10 Tîrmeh

    Bi Xêra Mîr Celadet Bedirxan Zimanê Me Ji Axaftinê Bûye Zimanê Nivîsandinê

    Bi helkeftina ku 15ê vê tîrmehê/ 2021, (70) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bidirxan re derbas dibe, bi min xweş e ku hûn serwextî van gotinên min bibin: Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te, bi xêra Hawar û …

  • 3 Tîrmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin (Helbestek Berî 27 Salan)

    Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da..  Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, ew helbest kir …

Hezîran, 2021

  • 12 Hezîran

    Mela Hadiyê Berzencî(Têkoşerekî nepen e ji Welatê Min)

    Min li dor kesên sax nenivîsandiye, belê Mela Hadî bi bêdengî û reseniya xwe hişt ku ez li pey bigerim û vê panoramaya bi lez û bez li dor dîtina xwe pê re binivîsim.. Ji mêj ve min navê wî dibihîst.. vê paşiyê, çend carekî, ji dûr ve, çav pê diketim û min dixwest carekê pê re sihbetê bikim.. Ta …

Gulan, 2021

  • 5 Gulan

    Ji Evîna Rojên Kevin: Ez û 3ê Bîranînên Bedirxaniyan

    Çima milet navdarên xwe bibîr tînin?! Gelo, wê jiyanê li wan vegerînin?! Bêguman na.. belê da ku reseniya xwe pêk bînin û nifşên xwe yên nûhatî serwextî ked û xebata wan bikin û zarokên xwe li ser şopa wan mezin bikin.. Di destpêka sala 1989an de, dema ku min û hevalê xwe (Abdulbaqî Huseynî), kovara (Gurzek Gul) diweşand, ez ji …

  • 3 Gulan

    Fermana Fila û Bajarê Qijnika

    Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî …