Konê Reş

Sibat, 2022

  • 26 Sibat

    Gotinek di Roja Zimanê Dayikê de

    Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata …

  • 13 Sibat

    Ji Evîna Rojên Kevin: Eyda Biçûk û Mezin

    Du eydên me hebûn; Eyda Biçûk û ya Mezin an eyda Remezanê û Qurbanê. Li gor irf û adetên gundê me, her eydek sê roj jêre terxankirî bûn, roja pêşî (Çekşo) bû. Xeklên gund di vê rojê de cil û bergên xwe dişûştin, xaniyê xwe pak û paqij dikin, karê xwe û hatina roja eydê û mêvanan dikirin. Roja din …

Rêbendan, 2022

  • 16 Rêbendan

    Sersala Kurmancî, Cejna Batizmê û Dam û Dinhê

    Sersala Kurmancî: Eva ku piştî sersala Zayînê ye bi 13 rojan, anku 13 meha kanûna duyemîn e. Berê, pêşwaziya vê Sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiy xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye. Li gundê me (Doda), di êvara Sersala Kurmancî de, xortên gund, xwe didan hev, yek ji …

Hezîran, 2021

  • 11 Hezîran

    Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, 43 Sal û Xweziyek!

    Xwendin û nivîsandin: Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û …

Sermawêz, 2021

  • 14 Sermawêz

    Gundê Kelhê û Koçerên Mîran

    Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye. Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewşenbîrên delal re, me ji Qamişlo, rêka Dêrika Deşta Hesinan girib …

  • 6 Sermawêz

    Ji Evîna Rojên Kevin Dengbêj (Mirtib)

    Were domam, were doman, tu yî serê gazin û loman! Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê.. Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê.. Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê, ji nav gawir tê.. Ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, şerê …

Cotmeh, 2021

  • 26 Cotmeh

    Bedirxanî li ku bin, Kurdayetî li wir e: Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan

    Di Ezîzê Ziyo Bedirxan di hilbijartina ku roja 22ê Oktoberê de li Alma Ataya paytextê Qazaxistanê hate kirin wekî Serokê Kurdên Qazaxistanê hate hilbijartin, ku bi navê (Berbang) têne naskirin. Belê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek “Berbang”, roja 22ê Oktoberê li bajarê Almatê yê Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Di konferansê de Ezîzê Ziyo Bedirxan wek serokê nû yê wê …

  • 23 Cotmeh

    DESTPÊKEK JI EVÎNA ROJÊN KEVIN

    Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir…Şaristanî nedêtibû… Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst… Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas …

  • 1 Cotmeh

    ENSTÎTUYA KURDÎ YA PARÎSÊ Û SPASNAMEYEK

    Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ez layîq hatim dîtin ku bibim endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Bi vê boneyê, di roja 21 Îlonê/ 2021ê de nameyeke agahdariyê ji min re şandin. Ev beşeke ji wê nameyê: (Konê Reş, hevalê hêja û berkeftî! Em dixwazin te bi dilekî germ û …

Îlon, 2021

  • 26 Îlon

    Navtarek bi Navê Hervîn Xelef li Bajarê Lionê

    Doh, 21/9/2021, di Roja Cîhanî ya Aştiyê de, şaredariya bajarê Lionê a 7an, navtarek di orta bajar de bi navê (Hervîn Xelef), bi nav kir.. Di rêûresmên binavkirinê de Dr. Kendal Nezan serokê Enistîtuya Kurdî li Parîsê û gelek kurdên ku jiyana xwe li Fransayê derbas dikin, amede bibûn.. Hervîn Xelef (1984-2019), seroka Partiya Sûriya Pêşerojê bû.. Ew di roja …