Konê Reş

Gulan, 2022

  • 3 Gulan

    Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî

    Wek ku çawa Mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Hawarê ye ku yekemîn kovara kurdî ye bi elfabeya latînî, wiha jî birayê wî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan xwediyê rojnameya Roja Nû ye ku yekemîn rojnameya kurdî ye bi elfabeya latînî hatiye weşandin. Kovara Hawarê berî 90 salî, di roja 15 Gulana 1932an de li Şamê hatiye çap û belavkirin, rojnameya …

Nîsan, 2022

  • 28 Nîsan

    Mîr Celadet Bedirxan û 129 Sal

    (Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e: Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hîn kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de …

  • 17 Nîsan

    Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û 124 Saliya Rojnameya Kurdistan

    Mîr Miqdad Medhet Bedirxan di dawiya sala 1897an de ji ber nexweşiyê, ji Stenbolê çûye Qahîre û li wir ji bo pêşketina Kurdan di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku berî 124 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weşandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! …

  • 10 Nîsan

    85 Saliya Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)

    Di yekê Nîsanê de 2022, (85) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe. Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em  wî bibîr bînin?

  • 9 Nîsan

    Xalis Misewer û Pirtûkek Nû

    Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêşgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li …

Adar, 2022

  • 27 Adar

    Mihemed Berzencî û pirtûka wî (Fêrkirina Zimanê Kurdî Bê Mamoste)

    Mihemed Berzencî; welatparêz û evîndarekî zimanê kurdî bû. Ew kurê Mela Sebriyê Berzencî bû, li Qamişlo hatibû dinyayê û li Şamê, li ber destê Apo Osman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibû.. Hezkirina wî ji zimanê kurdî re hiştibû ku pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) berhev bike. Ev pirtûka wî, yekemîn pirtûka fêrkirina zimanê kurdî …

  • 15 Adar

    Adarê! Dêmê Qamişlo..

    Adarê! Di pencereyan re Xuya dike Di nav lihevketina pêlan de Bi ser me de Dibare Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de Şil dibe, Bêrîkirin jê di fûre.. Û Çepel û megrûdî jî Hewil didin ku Canê xwe ji Netebitîbûnê aram bikin û Xwe ji şewatê bi parêzin..! Adarê! Di sibehên te de Dêmê Qamişlo Di kolan û sikakan …

  • 13 Adar

    Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de

    Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê …

  • 9 Adar

    Ez û Alî Gurdilî û Roja Felsefeya Kurdî

    Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere jî, vê roja 9ê Adarê koça dawî a hunermendê kurd …

Sibat, 2022

  • 26 Sibat

    Gotinek di Roja Zimanê Dayikê de

    Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata …