Konê Reş

Rêbendan, 2024

  • 7 Rêbendan

    Çîrokek Zarokan: Dîkil Axa û Pîra Du Diran

    Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweş li bîra min e dema ku di şevên zivistanî de diya me an pîrik …

Hezîran, 2023

  • 7 Hezîran

    Ez û Dilbikul Cizîrî Helbestvanê Cizîra Botan

    Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve …

  • 5 Hezîran

    Gotinek di 45 Saliya Koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de

    “Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin …

Tebax, 2023

  • 16 Tebax

    Ez û Evîna Rojên Kevin û Şoreşa Barzanî

    (Diyarî ji 77 Saliya Serok Barzanî re) Di sala 1963an de, temenê min dor 10-11 salan bû. Bi tenê radyoya me li gund hebû. Antêla wê li ser odê bû, betariya wê mezin bû, gelek caran problemên wê çêdibûn; tayê wê diqetiya, lempeyên wê dişewitîn.. Bavê min an apekî min dibirin Qamişlo cem Papazyan, yekî ermenî bû, hosteyê çêkirina radyoyan …

  • 10 Tebax

    Ez û Navenda HRRKê û Sala Melayê Cizîrî

    Serê sala nû 2023an de Navenda HRRKê li Qamişlo, ev daxuyanî belavkiriye: (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne. Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, …

Hezîran, 2023

  • 4 Hezîran

    Helbesta Zarokan

    Di roja (01.06.2023), Roja Cîhanî ya Zarokan de, wiha jî 18 saliya terorkirina Şêx Maşoqê Xiznewî ye, ez vê helbesta Zarokan diyarî canê wî dikim:   Şêxê me şaşik şîn bû Ne sofî û ne dîn bû.   Kurdperwer û zana bû Doza wî xweş xuya bû.   Armanca wî wekhevî Ji xelkên Sûrî re tevî.   Ku zilm û …

Gulan, 2023

  • 27 Gulan

    Helbestek Zarokan – Heyva Gulanê

    Gulê Gulê! Hat Gulan Xak xemilî ji rengan Çûk difirin li asman Seyran xweşe li waran   Şanê, Xanê, Zozanê! Heyva me a Gulanê Bikin kêf û dîlanê Salê careke Canê   Xecê, Xecê! Gulan hat Siyabendo! Roj hilat Salek çû û yek nû hat Bihar xweşe li welat.   Huner, Nesrîn û Wanê! Bîst û Şeşê Gulanê Ji bo …

Nîsan, 2023

  • 7 Nîsan

    Ez û Pirtûka “Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî”

    Di serê vê heyva Nîsanê de/ 2023, pirtûkek min ya nû bi navê (Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî), di çapxaneya Mîran de, bi çapeke taybet li Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Ev pirtûka min li ser zîlana du beşan digere, beşê sereke; erdnîgarî, dîrok û jiyana rewşenbîrîye li Cizîrê ye û beşê din; çend gotar û danasînên ku li dor …

Adar, 2023

  • 16 Adar

    Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min

    Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngeha Rojava de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022 jî, Sîlva Şêxê ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê …

Sibat, 2023

  • 28 Sibat

    Barzanî; 44 sal ji oxirkirinê û 62 sal ji Şoreşa Îlonê

    Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweş e li destpêka Şoreşa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Şoreşa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piştgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî şoreşa Barzaniyê nemir …