Konê Reş

Rêbendan, 2019

  • 7 Rêbendan

    Zindankirinên Apo Osman Sebrî Di 114 Saliya Rojbûna Wî De*

    Di roja 05.01.2019’an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. …

  • 4 Rêbendan

    Lorî Kurê Min Lorî!…

    Ezbenî! Ji nezana werê ku ez berê xwe didî wan û ji wan re dibêjim; Ezbenî..?! Na ezbenî ez ji xwe û zanayên wek we re dibêjim ezbenî û (Yê zan e zan e û yê nizane baqê nîska ye). Ezbenî! Di van rojan de hay be, şiyar be loo.. Ji kesî re qala şîn û şadiya xwe neke.. Qala …

  • 1 Rêbendan

    Çîroka Nivîskariya Şahîn Bekir Soreklî Bi Zimanê Kurdî

    Di sala 1974’an de li Tertûsê çav bi xortekî ji Kobanî bi navê Mustafa Henîfê ketim, ew jî wek min di bin barê leşkeriya Sûriyê de bû. Di wê xerîbetiyê de em bûn dost û heval û ta roja îro. Her yekî ji me çîroka xwe ji yê din re digot.. Min jê re digot ez ê herim Almanya xwendinê, …

Hezîran, 2018

  • 23 Hezîran

    Helbestên ku di pesnê Ala Kurdistanê de hatine nivîsandin

    Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê bijartibin û danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Şêx Abdulselamê Barzanî, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî, Dr. Nuredin Zaza û… li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir û hevalên xwe ji bo wê sînorên bi xwîn derbas …

  • 18 Hezîran

    Gotina Mîrzade (Sînemxan Bedirxan) di Konfrensa Parîsê de*

    Mamê min yê hêja! Mamo! Çil sal derbas bûn, weke ku duh be, ema ku min ew destên te yên comerd girtin gava te ji vê cîhanê bar kir û çûy cîhaneke din, ku bi hêvî me ji vê cîhana ku tu jê çûyî çêtir be. Hêşta xweşik li bîra min e, ew roja te ji Selah xwest alî te …

  • 11 Hezîran

    Wêneyek Ji Evîna Rojên Kevin

    Her ku rûpelek dinivîsndin, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Çendî hewil dida xwe ji bavê xwe rizgar bike, pêre dernediket.. Her ku li kalemêrekî guhdarî dikir, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; problem û serpêhatî hatibûn serî.. Her ku ji Qamişlokê an cihên din vedigeriya malê, çîroka çûna xwe ji pîrka xwe Nûra Keye …

  • 8 Hezîran

    Şaredariya Bajarê Parîsê, Kolana Mala Mîr Kamîran Bedirxan li Parîsê, Bi Navê Wî Dike

    Wek ku diyar e, iro (04/12/2018), 40 sal di ser koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re li Parîsê derbas dibe.. Mîr Kamîran Alî Bedirxan, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, dîplomat, doktorê hiqûqê, profesorê zimanê Kurdî li zanîngeha Sorbonê bû û xwediyê rojnameya (Roja Nû û Stêr) bû li Beyrûtê di salên 1940î de.. Ew di roja (04/12/1978) de di nexweşxaneya St Paul …

Sermawêz, 2018

  • 18 Sermawêz

    Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava

    Bêguman, di seranserî Kurdistanê de, Bakurî xwediyê qenciya weşandina rojname û kovarên kurdî ne. Û di serê wan de Bedirxanî. Ji xwe Bedirxanî serkanên kurdên Bakur in. Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya Kurdî an wêjeya Kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweş diyar bibe ku, lehengên rojname û wêjeya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek …

  • 14 Sermawêz

    Ezbenî! Dar Şipya Dijîn û Şipya Dimrin

    Ezbenî! Va payîz hat û darên di hewşa me de têne hejandin.. Ew payebûna derewîn ji wan re namîne.. Û şev bi dûv şevê de rêz dibin.. Stêrên asman xwe di nav reşewrên vê payîzê de vedişêrin.. Ezbenî! Dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirî ne.. Lê qet em riçin, geha û zexeliya ku di hewşa me …

  • 9 Sermawêz

    Odeyên Cizîrê û Rola Wan/2

    Wek ku min gotiye ji Eybdîwerê ta bi Serê Kaniyê odeyên gundan hebûn. Gund bê ode an dîwanxane nebû. Belê ji odeyên ku rola wan di nav xelkên Cizîrê de mezin bûn, dikarim van navan bêjim: Odeya Nayifê Paşê li Berojkê (Qereçox), odeya Dehamê Hadî li Til Elo, odeya malbata Marê li Dêrûna Axê, odeya Hisênê Hecî Mehmûd li Mistefawiyê, …