Konê Reş

Gulan, 2019

  • 4 Gulan

    Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û Rojnameya Roja Nû

    Îro (3)ê gulana 2019an, 76 salan de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin. Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – …

  • 1 Gulan

    Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

    Beriya Mêrdînê; Romana Jînenîgariyê Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li …

Nîsan, 2019

  • 11 Nîsan

    Di 121 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kovara Gelawêj

    Bi helkeftina derbasbûna 121 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2019an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be: Kovara Gelawêj: Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di …

  • 3 Nîsan

    Yilmaz Guney (1937 – 1984)

    (..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pê re berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û derdan, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..) Yelmaz Guney …

Adar, 2019

  • 29 Adar

    Ez Û Bilbilê Çiyayê Botan (Mihemed Arif Cizîrî)

    Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji …

  • 18 Adar

    Çîroka Nivîskarekî

    Zarotî: Hezkirina ziman û netewê: Di zarotiya xwe de, guman dikir ku herkes di cîhanê de weke wî Kurd e, zimanê dayika wî yê Kurdî zimanê cîhanê bitevahî ye. Di sala 1953’an de li gundê Doda jidayik bûye. Doda gundekî li ser sînorê di navbera Serxet û Binxetê de ye, ev dever di pêkanîna hişmendiya wî de roleke mezin heye, …

  • 12 Adar

    Qamişlo.. Hêlîna Min!

    – 1 – Qamişlo, Hêlîna min! Pêwîste bilivim pêş, rê dirêje.. oxir dijwar û çetîne, çend qonax mane, pêwîste em wan jî derbas bikin, berî xilmaşî û razanê.. Qamişlo! Dergehên benderan qepitandîne û kilîtê nadin bê temen.. Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê.. Tu bi tena xwe li ser pişta ba û babîsolkan siwar bûye û …

  • 8 Adar

    Ji Evîna Rojên Kevin (53); Bavê Min!

    Her ku rûpelekî dinivîsim, gotinên bavê min têne bîra min.. Her ku li çîrokên kalemêrekî guhdarî dikim, cardî gotinên bavê min têne bîra min.. Çendî hewil didim ku xwe ji bavê xwe rizgar bikim, bi min re dernakeve..! Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; baş problem û serpêhatî hatibûn serê wî.. Wî şîret li me dikir û digot; kurên …

Rêbendan, 2019

  • 26 Rêbendan

    Ezbenî! Serma û Seqema Welatê Min!

    Ezbenî! Serma û seqemeke bê deng dibare. Bejna xwe li dîwarê mala min dipêçe.. Kaxet û maxetên ku ji ber ba û bahozê reviyane, li bin guhê hev ketine, di cadê û kolanên Qamişlo de kom û belawela bûne, xuya dikin.. Ew jî bi navê mêraniyê dikarin bang kin û mikur neyên ku ji têkçûnan, revyane.. Ezbenî! Dara çinarê, eva …

  • 7 Rêbendan

    Zindankirinên Apo Osman Sebrî Di 114 Saliya Rojbûna Wî De*

    Di roja 05.01.2019’an de, (114) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe.. Apê ku li dor hezkirina zimanê Kurdî wiha gotiye: (Ev ji bextê me yê reş e. Bav û kalên me gunehkariyeke mezin kirine ku bi zimanê xwe mijûl nebûne. Di welatê me de Ermenî hebûn, Sûryanî hebûn, hindik bûn, lê wan bi zimanê xwe dixwendin. …