Konê Reş

Tebax, 2020

  • 31 Tebax

    Salah Saadellah: (1930 – 2007) Zavayê Mîr Celadet Bedirxan

    Wek ku diyar e, piştî ku Mîr Bedirxan di sala 1847an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih …

  • 19 Tebax

    Gera Li Pey Şopa Dr. Nûrî Dersimî

    Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc; (Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewa), da ku hin pêzanînan li dor kurdên me yên resen Êzidîyan kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan …

  • 17 Tebax

    Yekemîn Helbesta Qedrî Can a Nûjen e

    Eger Seydayê Cegerxwîn bi hin helbestên dîwana xwe (Kîme Ez?/ 1973) û Apo Osman Sebrî bi hin helbestên dîwana xwe (Bahoz/ 1956) helbesta nûjen nivîsandibin, nakevin pileya ku Qedrî Can berî wan helbesta nûjen nivîsandine. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze) nivîsandiye û Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka …

  • 6 Tebax

    Gotinek di 84 Saliya Prof Dr. Celîlê Celîl de

    Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, …

Tîrmeh, 2020

  • 25 Tîrmeh

    Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!

    Sersaxîyek ji bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan! Civaka kurdan ya Kazaxistanê! Hêjano! Bi mixabinî û dilekî şikestî me li Qamişlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê …

  • 15 Tîrmeh

    Salên Mûnixê yên biraderên Celadet û Kamiran Bedirxan

    Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan Dr. Bîrgît Ammann Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê …

  • 11 Tîrmeh

    Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de

    Konê Reş Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan bi nifşê nûhatî bidin naskirin baş e.. Çendî em navdarên xwe bibîr bînin, em qenciyê li xwe dikin.. Ku ez û we wan bibîr neyînin, ma wê kî wan bibîr bîne..? Bi helkeftina ku di roja 15/7/2020an de 69 sal di ser koçkirina Mîr Celadet …

Hezîran, 2020

  • 28 Hezîran

    Rûpelek ji Dîroka Devikî: Cemîlê Seyda

    Cemîlê Seyda; ev ê bi nav û deng, yê ku di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kir û piştî beravêtina şoreşê, wek gelek hevalên xwe, xwe li nav kurdên Binxetê girt.. Fransîzên ku di Sûriyê de desthilat bûn ew jî, wek pirraniya welatpêrêzan kurdan li Sûriyê, dûrî sînorê Tirkiyê kirin û li Şamê ew kirin bin rûniştina …

  • 2 Hezîran

    Werin em Rewşen Bedirxan Bibîr Bînin

    Roja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas be. Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew …

Nîsan, 2020

  • 19 Nîsan

    Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye! Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî!

    Komek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin. Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî …