Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Hezîran, 2022

  • 28 Hezîran

    Taca Bayî

    Dinya tim bi ya xwe dike, di olanên xwe de vedijîne û rûpelên jîyana her kesî diqulibîne. Di dilê xwe de mizgeftekê çê dikim, di dilê yên din de hezar dêr ava dibe. Bi destên xwe bafîrokan difirînim, di ezmanên yên din de hezar bahoz radibe. Jin tên kuştin li benderên jîyana min. Jinên bê cih û bê nav. Jinên …

  • 18 Hezîran

    Dara Dehemîn

    Oy dilê min! Tu yê heta kengî biavêjî, kengî rawestî, kengî çîroka te yê bi dawî bibe, kengî li ser dinyayê safî bibî. Kes neyê dilê min û yên tên jî heman diçin. Nizanim tu benda çi yî, tu çi dixwazî dilê min. Dor û paş xwe binêre, yekî mîna te heye. Dem, ne dema te bû. heyam ne li …

Îlon, 2022

  • 24 Îlon

    Helkîna Bayê Xerbî ya Mehmet Oncu

    Helkîna Bayê Xerbî ya ji sêbarên romanên rêzdar Mehmet Oncu de romana yekemîn e. Romana duyemîn Pêşkê Baranê, ya seyemîn jî Prîskên Berfê ye. Helkîna Bayê Xerbî di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawîya romanê de ferhengokek jî heye. Em dixwazîn di vê nivîsê de romana yekemîn Xelkîna Bayê Xerbî binasînin. Roman ji …

  • 7 Îlon

    Kevirê Zarokatiyê ya Dayîka Min

    Ciwanî ji kok de hevketine. Her tişt û her kes di bin dûmanê zemên de dime. Ne kes kesî nas dike ne jî kes xwe nas dike.  Di navbera her kesî û her tiştî de dîwarên nexuyayî hene. Nar-koz ewil li avê ket, av ji hevde ket, bêhiş gêrê erdê bû. Edî ax mirinekê bê dûa, çûyînekê bê destûr, ketinekê …

Tebax, 2022

  • 24 Tebax

    Ebeda

    Gava ku kalê min nivişta rêyê bi stûyê min ve kir, min fêm kir ku çi li pêş min e: Guherandin û xwedîtîn!  Min hemû demên zemên kiribûn heqeba xwe û ketibûm rê.  Min navê bê dawîbûne kiribû: Ebeda!  Her tiştê min girêdayî Ebedayê bû. Min bi Ebedeyê ve dest bi rêwîtîya xwe dikir,  bi Ebedeyê ve rêwîtîya xwe didomî, …

  • 14 Tebax

    Gorholik

    Holika min, yanî hizna min a kevnar. Holika min, yanî êşa min a xedar. Holika min, yanî bihuşta min a birîndar. Dinalim bi dilê dayîka xwe. Dinalim bi zimanê dayîka xwe.  Dinalim bi kilamên bavê xwe. Xwe bi gorên yên din bêdeng dikim.  Xwe bi sirên yên din mirar dikim. Xwe bi dojehên yên din bêadan dikim. Min dilê xwe …

Tîrmeh, 2022

  • 26 Tîrmeh

    Zarok û Keştiya Aytmatov

    Bi hemû xewn û xeyalên xwe ve, bi hemû êş û janên xwe ve, bi hemû kêmasî û ketinên xwe ve, bi hemû çûyîn û dûrketinên xwe ve, ji xwe re bûm çal û kendal, çalên kûr û kendalên xedar. Meyita min li ser bijangên min bû, her ku dem dibihûrî meyita min diperçiwî, hinavên min diqetîyan.   Min peyvên …

  • 6 Tîrmeh

    Evîna Beşerî û Eşqê Însanî

    Hemû behrên min ên evînê – ku bi sirgûniyan hatibûn pîroz kirin- di kefên destên min de dimiçîqin. Xerîteyên min ên welatên dûr,  diyarên cûr bi cûr dişewitin di bîbikên çavên min de.  Bîbikên çavên min tim gustîlkek reş in. Na dayîka min tê û li ser min digîre na jî evîndara min tê û birînên min dikewîne.  Malbata meta …

Hezîran, 2022

  • 29 Hezîran

    Helbesta Çilesrî

    Min Helbesta Çilesrî bi stûnekê şikestî girê da û berda. Niha nema tiştekî aîdê min. Rûyê min tim ber bi rojê bû, bi êş û janên xwe ve dimeşiyam.  Zanayek di serê min de dimir, wêda diçû, piştre vedigeriya vira.  Dudilî bû zanaya min. Dilekî wî tim li wir diavêt, yê din jî lu vir diavêt. Yekî mîna xwe bû …

  • 18 Hezîran

    Tenêtiyên Dûr

    Germahiya çola cihê min e. Lihêfa qûmê diavêjim ser xwe. Payî me, berbayî me. Nêzê kesî nabim. Nikarim rûyê xwe ber bi kesî ve bikim. Bi hevokên kin, pêşwaziya têkçûn û mirinan dikim. Bi peyvên dest û ling şikestî, ji bihuşta xwe derdikevim û dikevim dojeha yên din. Ne pêşiya ezmûna min heye, ne jî dawîya wê xuya dike. Tûrê …