Şemî , Sibat 23 2019
Destpêk / Faik Öcal

Faik Öcal

Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal

Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e  dilê min xwewendakirî. Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû. Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû. Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên zaliman, hezar sal e dilê min  ber gulleyan. Her bombeyek  …

Bêhtir Bixwîne »

Bêbavî’yê Şêxo Fîlîk

“tu Hemza yî” lê laşê ciwaniyê dayika min, li ber min dirêj bûye; bavê min gorekê din dikole di dilê min de; dapîra min şînekê bêrêz dike; bapîra min civatekê din digerîne. Nizanim, hîn çend çiyayên din ê li ser bêşika min de hilweşin. Porê bûkên min di cih de gewr û sipî dibin. Hevalên min tim eynî sitranê distrin: …

Bêhtir Bixwîne »

Ehmed û Fayiq

Em ê herin Entabê tiştan hilgirin bo malbatên xwe. Di nivê şevê de di hûdûdê Kîlîsê re darbasî Azezê û li Azezê jî derbasî Efrîna xwe bin. Yanî rêyekê dûr û dirêj, zor û zehmet li ber me ye. Belkî em di vê rêye de bimirin, canê xwe, jiyana xwe jî bidin. Tû tiştî diyar li ber me tuneye. Her …

Bêhtir Bixwîne »

Dîroka Dilovan Dilo: Efrîn, Dîlok û Yazixan

Li Ber Nîsanê… Ez Dilovan Dilo, ji Efrînê me, 16 sali me. Xwedê nesîb bike bi payizê re dikevim 17an. Malbata me penc kes in; ez, du bira, dê û bavê min. Welatê min li hev ketiye, di welatê min de herb derketiye, agir dibare li ser erda me. Rojek tuneye ku agir û mirin û birîn di welatê min …

Bêhtir Bixwîne »