Xwendevanên delal û bi rûmet! Ewilî em lêborînê ji we dixwazin û dibêjin me biborin ji ber hinek sedeman em pir dereng man. Lê şikur ku va ye bi hejmera 2.em em dîsa bi we re ne. Niha çanda Kurdî û xebatên zimanê Kurdî tev bi dildariyê ve bi rêve diçe û didome Xweda van kesên dildar kêm neke înşellah. …
Gulan, 2020
-
15 Gulan
Bihar Xweş e Li Kurdistanê
Bihar xemla siruştê ye, ferş û mafûrê rengîn ê cîhanê ye. Gerîyana çol û çiyayan derman e bo mirovan, taybetî jî li bihara Kurdistanê. Bêhna gul û kulîlkan, dengê teyr û tilûran, qebeqeba kewan û ji nişkê da firîna wan di nav giyayê bor da, şireşira avên kanî, dolik, kewî û rûbaran, hewayê pak û paqij… Wextê mirov pancarî dike, …
-
10 Gulan
ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ
Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21’ê Sibatê de tê pîrozkirin. Divê em Kurd, ji ber ku balê bikişînin ser girîngîya zimanê dayîkê pîrozbahîyên vê rojê xurt bikin. Di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe bikarbînin û zindîtî û dewlemendîya zimanê xwe berdewambikin. « Kesên ku zimanê xwe winda bike, ew winda …
-
9 Gulan
Rojek NA, HER ROJ Roja Zimanê Kurdî ye -Weşana ZINDÎ
Jineke zîrek û dildareke Kurdî Zelala ji Fînê (@Zelaleeeeee) a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî (youtube, înstegram û twîtir) roja 15ê Gulanê û 15 şevê din ji bo zimên weşanê zindî bike. Dirûşmeya bernameyê ” Rojek na, her roj roja zimanê kurdî ye” . Bi vê dirûşmeyê her roj a bernameyê zindî ava bibin. Kerema xwe hûn jî …
-
7 Gulan
Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde
Ev nivîs cara pêşî ji aliyê Amed Çeko Jiyan ve ji ser bloga wî ya bi navnîşana https://amedcj.blogspot.com ve hatiye weşandin. Sal 2010 yan 2011 bû. Min û xwediyê Pirtûkxaneya Sarayê, hêja Goran Candan, ku me hev bi riya birayê min ê hêja Can Êzîdxeloyê şarazayê zaravayên kurdî nas kiribû, li Amedê hev dît. Kekê Goran, mala wî ava, etîketeke …
-
6 Gulan
Zimanê Kurdî: Rewş û Perspektîf
Ji ber ku rejimên dagirker bi hêz û ehemiyeta rola ziman zanîbûne, wan di dîroka Kurdan ya modern de bi her awayî rê li ber zimanê Kurdî girtine. Hinin ji van rejiman bi darê zorê û rasterast û yên din jî bi siyaseteke nîv-veşartî Kurdî qedexe kirine û nehîştine ew pêşde biçe û bikemile. Herçiqas ku zimanê Kurdî li hember …
Nîsan, 2020
-
18 Nîsan
Pirtûka UNICEFê, “Qehremanê min tu yî” bi kurdî hati weşandin
Di amadekirina pirtûkê de ji gelek deverên dinyayê ji paşragihandinên hezar û 700î zêdetir zarok, dêûbav, kesên ku lênêrîna zarokan dikin û ji mamosteyan sûd hatiye wergirtin.
-
11 Nîsan
Ji Bo Vîrûsa Koronayê Hinek Nifir
ÇEND NIFIRÊN KURDÎ LI VÎRÛSA CORONAYÊ: Agir bi derê te bikeve Agir bikeve mala te Agirê kulê bi mala bavê te bikeve. Agirê semawatê bikeve mala te Axîna te xwîn were Berik li te bikevin Berîka te hertim qul be Birûsk li te bikeve Çavên te bibin rijik Cegera te bişewite Dê û bavê te xêr ji te nebînin Dev …
-
8 Nîsan
Ziman, Hebûna Netewan e
Ziman yek ji pêdiviyên hebûn û berdewamiya neteweyê ye. Lê mixabin diyardeyek li ba me kurdan heye ku em zû di nav neteweyên din de têne bişaftin û xwe ji bîr dikin ku em neteweyeke sereke ne û cuda ne û xwedî hemû mercên hebûna neteweyekê ne û em ji kevintirîn miletên ku di Mezopotamyayê de jiyane Li ser rûyê …
-
7 Nîsan
Vîrusa Koronayê Rawestînin-Vîdyo
Vîrusa koronayê rawestînin – alîkariya rizgarkirina jiyanan bikin Ji bo şikandina belavbûna koronavîrusê divê hûn çawa tevbigerin? Vê vîdeoya kurt a bi zimanê Kurdî (Kurmancî) ya hunermend û parêzer Narin Feqe temaşe bikin. Piştre vê vîdeoyê parve bikin. Alîkariya me bikin ji bo belavkirina peyamê! Eger hûn nikarin bibihîzin, hûn ê hemû zanyariyên ku tên gotin bi awayê nivîskî li …