Çand Name

Sermawêz, 2020

  • 29 Sermawêz

    Fîbromîyaljî – Fibromiyalji – Fıbromıalgıa

    Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha xwe distîne. Rheuma tê wateya “herikînê”. Ev jî bi kurtasî …

  • 20 Sermawêz

    Duchenne Muscular Dystrophy – DMD (Duchenne Muskuler Dîstrofî)

    Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD), nexweşîyeke masûlkeyan e. Ji nav nexweşîyên masûlkeyan ya herî zêde çêdibe DMD ye. DMD, zikmakî ye û bi lawazbûna masûlkeyan pêşve diçe. Ji alîyê zayendê ve bi giştî li zarokên kurîn (law, kurik) dîyar dibe. Zarokên keç jî pir pir kêm bi vê nexweşîyê dikevin. Her ku diçe nexweş astengîyan dijîn û hewcedarî alîkarîyê dibin. DMD, …

  • 19 Sermawêz

    e-Pirtûkeke Nû ‘Hin Gotinên Navdarên Cîhanê’ DERKET!

    Weşanxaneya Çandnameyê pirtûkxaneya Kurdî her roj hîn zêde dewlemend dike. e-Pirtûkekê nû me amade kir û bi pdf yî hûn kanin daxînin li ser têlefon û kombersa xwe û bixwînin. e-Pirtûka nû ”Hin Gotinin Navdarên Cîhanê” ye û nivîskarê xwe jî Muhammed Bêcirm e.   JI BO DABARKIRINÊ BITIKÎNIN

  • 18 Sermawêz

    Pirsên Kalêmêr û Mela Yasîn (Hîkaye)

    Mela Yasîn hê nû bibû mela. Ji bo melatiya gundê Qeremûsana Çêrmûgê hatibû tayîn kirin. Mela Yasîn berî ku dest bi wezîfeya xwe bike çû gundê Qeremûsanê da ku bibîne ka hela gundekî çawa ye xaniyê mela heye tuneye wê li ku bimîne û hwd. Li nîzikê mizgeftê ji dolmişê peya bû û berê xwe da mizgeftê hê negihiştibû mizgeftê …

  • 10 Sermawêz

    Derizandin û Şikandina Hestîyan

    Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin. Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin û hevgirtî dimînin lê hestîyên dişikên pir caran ji hev …

  • 3 Sermawêz

    Momo û Dizên Demê

    Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di her warî de wext wî têk dibe. Karker ji bo di saeta kifşkirî de bigihêje karê xwe bi demê re di şer de ye. Xwendekar ji bo di wextê de bigihêje dibistana xwe bi wextê re di şer de ye. Nexweş, ji bo di wextê …

  • 3 Sermawêz

    Ankîlozan Spondîlît (AS)

    Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e. Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye lê pêkerên rakendî (genetîk/irsî) kartêker e. Ji nav pêkerên rakendî …

  • 2 Sermawêz

    Bi Alîkarîya Paşgira “-î/yî”yê Pêkanîna Navdêran

    Bi alîkarîya paşgira “-î/yî”yê pêkanîna navdêran-1   Paşgir Navdêr İsim -î/yî avî sulak -î/yî bejî kurak -î/yî beravî çamaşır yık. -î/yî botî Botanlı -î/yî çavî göze -î/yî çêyî iyilik -î/yî dersimî Dersimli -î/yî destî tutak -î/yî dirêjî uzunluk -î/yî diyarbekirî Diyarbakırlı -î/yî erebî Arapça -î/yî ertûşî Ertuşlu -î/yî erzanî ucuzluk   Bi alîkarîya paşgira “-î/yî”yê pêkanîna navdêran-2   Paşgir Navdêr …

Cotmeh, 2020

  • 30 Cotmeh

    Ji Weşanên Nûbiharê Berhemeke Hêja

    Ev berhema hêja beriya 400 salan ji aliyê zimannasê kurd Mele Eliyê Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Pirtûk wekî yekemîn gramera kurdî ya kurmancî tê binavkirin. Ev berhema qaîdeyên gramera erebî digel farisî destnîşan dike, paşê jî kurmancî dide ber wan. Berhem ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve bi navê Tefsîra Teremaxî hatiye çapkirin. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha pirtûka Mele …

  • 29 Cotmeh

    Ev Tîpana Di Tirkî de Nîne

    Tîpên “Êê, Îî, Qq, Ûû, Ww, Xx” di alfabeya tirkî da tune ne. Ev tîp yên alfabeya kurdî ne.   Êê (Ev tîp di alfabeya tirkî da tune ye. Tirk vî dengî bi “Ee”yê nîşan didin. Ev jî şaş e. Lewra “Ee” di alfabeya kurdî da heye. Her du deng ne yek in.) dê: anne êdî: artık êl: aşiret êm: …