Asoya Helbesta Kurdî û Gotinên Stranan Nasbikin

1) Asoya Helbesta Kurdî
Sepan an jî application nivîsbariyên ku li gor pêwîstî û hewcedariyên bikarhêneran kêrî pêkanîna kirariyên wan tê ye. Wek Google Chrome, Facebook, Whatsapp, Viber, Twitter û hwd. Asoya Helbesta Kurdî jî sepaneke kurdî ye, li ser marketa androîdê. Asoya Helbesta Kurdî weke antolojiyeke helbestan e, her helbesthez ji her derê cîhanê dikare xwe bigihîne vê antolojiya mezin.

Asoya Helbesta Kurdî ji xebateke dûr û dirêj derketiye holê, berhevkirin û sererastkirina helbestan ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Armanca me xizmeta ji bo kurdî û ji bo ku di pêşerojê de berhemeke baş bimîne ber destê zarokên kurdan. Tu armanceke aborî tune ye, ji bo wê di Asoya Helbesta Kurdî de reklam tune ne.

Asoya Helbesta Kurdî bi domdarî xwe nû dike û bi her rojanekirinê fonksiyonîtir dibe, taybetiyên nû û helbestên nû lê zêde dibin. Di sepanê de helbest, vîdyo-helbest hene, ji bo her helbestê mirov dikare fon-muzîkê veke û li ber wê helbesta xwe bixwîne, di navbera helbestan de mirov dikare bi hêsanî bigere, mirov dikare helbestan kopî bike û ji hevalên xwe re bişîne, parve bike û gelek taybetiyên din.

Di Asoya Helbesta Kurdî de ji helbesta kurdî ya klasîk heta helbesta kurdî ya nûjen hima hima herkes heye. Ji Baba Tahirê Uryan heta Rêdûr Dîjle.

Asoya Helbesta Kurdî bi sê zaravayên kurdî dixebite, ango mirov dikare sepanê bike Kurmancî an jî Dimilkî an jî Soranî. Her wiha mirov dikare helbestên Kurmancî li ba hev rêz bike an jî yên Dimilkî an jî yên Soranî. Lê mixabin hejmara helbestên dimilkî hindik e, lê em hewil didin ku vê kêmasiya xwe verast bikin.

Heke em îstatîstîkên sepanê rêz bikin, tabloyeke wiha derdikeve:
400 helbestvan
3000 helbestên (dimilkî, soranî, kurmancî)
100 vîdyo-helbest
6 mewlîdên kurdî
5 destanên kurdî
Dîwan;
-Dîwana Melayê Cizîrî
-Dîwana Şêx Riza Talebanî
-Dîwana Ehmedê Xanî
-Hacî Qadirê Koyî
-Dîwana Mele Xelîlê Sêrtî (Nehcul Enam)
-Dîwana Cegerxwîn
-Dîwana Pîremêrd
-Dîwana Osman Sebrî
-Dosyeyeke Yeqîn H.
-Dosyeya Mîtan Şareza (Xewle ye Xewn)
-Fêrîkê Ûsiv
-Arjen Arî

Yên ne wek dîwan-dosye:
-Rênas Jiyan
-Ebdulla Peşêw
-Ebdulla Goran
-Gulîzer
-Fatma Savci
-Kawa Nemir
-Dost Çiyayî
-Dîlber Hêma
-Ehmed Huseynî
-Nahîd Huseynî
-Bêrî Bihar
-Yildiz Çakar
-Krîstîn Ozbey
-Şêrko Bêkes
-Berken Bereh
-Feqiyê Teyran
-Macin
-Pertew Begê Hekarî
-Elî Herîrî
-Roşan Lezgîn
-Bedriye Topaç
-Ehmedê Xasî
-Zulkuf Kişanak
û ….

Lînka daxistinê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest

2) Gotinên Stranan
Gotinên Stranan yekemîn sepana li ser gotinên stranên Kurdî ye. Mazlum Ozdogan çêkerê sepanê û berhevkarê gotinan e. Her wiha çend hevalên din ên hêja jî gelek gotin berhevkirin. Ev komxebata me bi mijûlahî û kedeke mezin di hindûrê 4-5 mehan de hat amadekirin û hîn jî rojane dibe.
Ji ber ku em vê sepanê weke xebateke ji bo Kurdî û Kurdistanê dibînin, em tu carî jê aciz nebûn û heta ji destên me tê, em li ser dixebitin û bi domdarî taybetiyên nû lê zêde dikin.
Sepan ji hêla bikaranînê ve hêsan e. Li gel bikaranîna hêsan tê de gelek taybetiyên curbecur hene. Taybetiyên wê yên sereke ev in: Lêgerîna stranan, Gihîştina lîsteya hemû stranan, Çêkirina lîsteya favoriyê û yek ji taybetiyên herî baş ew e ku meriv kîjan strana di sepanê de bixwaze dikare guhdar bike.
Ji xeynî van taybetiyan:
– 2800 gotinên stranên Kurdî û şoreşgerî.
– Gotinên stranên hima hemû hemû stranbêjên Kurd.
– Bi du zaravayên Kurdî(Kurmancî û Dimilkî) û zimanê Tirkî dixebite.
– Parvekirina gotinên stranan û her wiha kopîkirina wan.
– Taybetiya daxwazê: bikarhêner dikare gotinên stranekê bi riya sepanê ji me bixwaze.

Wêne:
http://kombers.org/wene/gotinenstranan1.png
http://kombers.org/wene/gotinenstranan2.png
http://kombers.org/wene/gotinenstranan3.png

Lînka Marketê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.mazlum.gotinenstranan

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply