Aşên Kevnare

Em ê niha jî we bibin dema bav û kalan. Dibe ku nifşê nû zêde nizanibe bê ev çi ye, lê bîranînên dayik û bavan dê werin ber çavên wan. Li Rihayê hê jî li hin deran aşên kevnare hene û wekî berê genim dihêrin.

Genim, garis an jî ce… Zemanê berê ev cure hemû li aşan dihatin hêrandin.

Û dê û bavên me bi nanê ji ardên van mezin bûn.

Lê êdî wekî gelek tiştan bi pêşketina teknolojiye, febrîqeyên êrd jî zêde bûn û aşên kevnare hatin jibîrkirin.

Tevî vê yekê her çiqas hindik jî bin li hin bajaran çend heb mane.

Qeraşên li Rihayê diyar dikin tama nanê ardê ku li êş hatiye hêrandin ji yê din xweştir e.

Her wiha qeraş dibêjin ji bo tenduristiyê jî nanê vî ardî gelekî baş e.

Qeraş naxwazin ev aşên kevnare li ber teknolojiye têk biçin û dixwazin ev çand bê parastin.

Jêder: trtnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply