Aqilê Bêkêr Ji Min Re Ne Lazim E (Çîrok)

Gundiyekî rêwî genimê ku ji navçeyê kirîbû, li mehîna xwe bar dike û dide riya gundê xwe û diçe. Tê li ser kaniyeke avxweş radiweste. Barê genimê li ser pişta mehîna xwe datîne, mehîna xwe tewl dike, bixwe jî diçê li ser çîmê li dor kaniyê radimede. Piştî mehîna wî bi çêre zikê xwe têr dike û ew jî westa xwe digire, dixwaze rabe biçê. Lê bi tenê nikare barê mehînê lê bike. Ji ber vê hindê bi saetan li hêviya rêwiyekî dimîne. Gundî ji vê kirina xwe poşman dibe û gelekî jî tengezar dibe. .

Ber bi ro avan ve dibîne ku wayê ji jor ve peyayek tê. Bi hatina vî peyayî ev pir kêfxweş dibe. Peya tê ser kaniyê, silavê dide gundî û tê ser herdû juniyên xwe, xwar dibê, bi dilê xwe avê ji kaniyê vedixwe. Paşê ev jî li ser çîmê kaniyê li kêleka gundî rûdine, qutiya titûna xwe ji bêrika xwe derdixe û cixara xwe dipêçe. Gundî jî, hal û tevgerên rêwî dişopîne. Gundî li cixarepêçandina rêwî bi zîranî temaşe dike û wî diecibîne. Lê rêwî ti ne li gundî dinêre, ne jî têkil dibe. Wek ti qet haya wî ji  hebûna gundî tunebe, du sê gulpan li cixara xwe dixe û bêyî ku xatir ji gundî bixwaze, dide rê û hûrik hûrik dimeşe. Gundî digazîne:.

„Hay hoo, peyayo! Ca ji kerema xwe bisekine !“.

Peya vedigere, li gundî dûvûdurêj dinê re û:.

„Ma te xêr e, xorto? Tu çi dibêjî?“.

„Lo lo bira, ca xêra xwe aliyê min bike, em vî barî li mehîna min bikin. Ez bi tena serê xwe naşêm, bêr li mehînê bikim.“.

Peya dizivire, tê cem gundî, bêyî ku biaxive, bi îşaretê dibêje. „destê xwe bavêjê cemê aliyê xwe“ û xwarî erdê dibe ku cemê din rabike. Lê dema ku destê xwe davêje cemê têrê yê aliyê xwe, tiştine işk dikevin destê wî. Sebir nake dipirse, peya. .

„Va barê mehîna te çi ye?“.

Gundî:.

„Genim e, axayê min.“.

Rêwî:.

“Ev çawa genime ku evqas işk û gir e!“.

Gundî:.

“Ev cemê aliyê min genim e, lê yê aliyê te kevir in”.

Rêwî:.

“Çi pêwîst dikir, te tevahiya genim kiriye cemê yek û cemê din jî kevir dagirtiye. Te dikaribû genimê xwe têkira du beş û nivek têkira cemê yek, nîvê din jî têkira çemê din. Wê demê ez bawer dikim baştir dibû. Lewra barê mehîna te jî siviktir dibû.”.

Gundî ramanê rêwî diecibîne, bi ya rêwî dike û keviran ji cemê têrê dirijîne erdê û genimê xwe ji dike du beş. Herdu heval barê mehînê diavêjin ser pişta wê û rêwî li pêşiyê, gundi ji dide dûv wî û dikevin rê û bi hev re dimeşîn..

Di rê de rêwî qet naaxive. Lê gundî pir dirame. Di dilê xwe de dibêje. “Ev mirov çi morevekî baqil e. Gelo çi ye, kî ye?” Paşê natewite û ji rêwî dipirse..

“Xalo! Perê te pir e?”.

Rêwî dibêje:.

“Na!”.

“Ê, wê çaxê zêrên te pirr in.”.

Rêwî dîsa dibêje .

„Na!“.

Gundî:.

„Ê, wê çaxê mal û milkê te pirr e.“.

Rêwî dîsa dibêje:.

„Na!“.

Gundî hêrs dikeve û dibêjê:.

„Êêê mişşş!…“.

Rêwî dibê: .

„Çi bû?“.

Gundî:.

„Ji kerema xwe re alîkariya min bike, ez barê mehîna xwe daynim.“.

Rêwî:.

„Cima tu barê mehînê datînî, heyran? Barê wê baş e!“.

Gundî:.

„Na, na!“ dibêje. „Ez ê barê mehîna xwe li gor aqilê xwe eyar bikim. Ji ber ku barê wê vê gavê li gor aqilê te hatiye eyarkirin. Wiha nabe!”.

Rêwî: .

“Heyran, barê mehînê baş e. Dev jê berde, em bimeşîn.”.

Gundî:.

“Na, na!” dibêje. “Ew aqilê ku ji te re qet tiştek qejenc nekiriye, ez bi ya wî nakim” .

Û bar ji ser pişta mehînê davêje xwarê û dîsa wek berê çemekî ji kevir dadigre, yê din jî ji

 

Fevzi Özmen-enstituyakurdi.com

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply