Aqil di Serdema Navîn û Modern de

Aqil, fonksiyon û kapasiteya (behreya) zêhnî  ya mirovî ye. Bi saya vê fonksiyonê, mirov ji jiyandarên din cuda dibin. Bi saya aqil mirov nesneyan ji hev cihê dikin, têdigihêjine girêdanî û têkiliyên wan û li ser wan difikirin. Feraseta ku dibe sebebê têgihiştina rastiyên eşkere, nesneyên nedîtbar (razber, abstract), cewhera heyînan û heyînên tevbar. Behre yan jî hêza ku ji pêşhatiyan (premise, pêşsipar) dide rê û xwe digihîne encaman.  Hêza çêkirina têgehan, behreya fikirîna rast û darizandinê, behreya zanînê ya ku ji sehek, bawerî, vahî, feraset (intuition, sezgi) û ezmûnê cuda ye.

Mirov di nav wateyên têgiha aqil de, mîna ‘heywanê baqil’ hatiye pênasekirin. Li gor vê yekê aqil, ji dûajoyên mirovî cuda ye û wekî behreya mirovî ya hilbijartin, nirxandin û xwegihandina encameke nû, tê dîtin. Li milê din, ji aqilê ku bi tenê serwere zanayiyê ye, qet bala xwe nade armanc û encaman û di demajoyeke mekanîk de xwe bi çavdêriya fenomenekê sînordar dike re, ‘aqlê teknîkî’ tê gotin. Ligel vê yekê aqlê ku dibêje ez ne nesne (bar, wanek, object), li ber xwe dide û hebûna xwe mîna barbirê (ozne, subject) dinase û heyînên heyî dinase û disenifîne re jî, ‘aqlê ontolojîk’ tê gotin.

Herçuqasî wateya aqil zêde ne guhêrbar be jî, xwiya ye ku carinan wateya wê, li gor war û demê, hatiye guherîn. Mesela di Serdema Pêşîn de aqlê ku ji zêhn serbixwe bi heyînê dizaniya bû, di Serdema Navîn de, ketiye bin xizmeta dîn û baweriyan. Di Serdema Modern de jî, erka ramana zanistî hilgirtiye ser xwe.

Çavkaniya têgeha aqil, têgeha ‘logos’ a yewnanî ye, ku wateya wê jî aqil, zanîna jimartinê û behreya zanînê ye. Li gor vê yekê di Serdema Pêşîn de wateya wê, behreya mirovî ya ku boşî, pirayî û curbicuriya heyî, dike rêz, sererast dike û hewl dide ku têbigihêje wan, e.

Lewma jî spekulasyonên felsefî di Serdema Pêşîn de, ji spekulasyonên ku derbarê heyînê de ne, ne cuda ne. Mesela feylesofên beriya Sokrates yên yewnan ku feylesofên naturalîst bûn, hewl dane ku bingeha her tiştî bi aqil rave bikin, lewre wiha bawer kirine ku aqil ji bo hemû mirovan yek e û bingeha heyînê ye. Ev yek jî, bûye sebeb ku li hevgirî û yekîtiya ku li pişt piraniyê ye vekolin û xwe bigihînin zanînên hevgirtî.

Heçî Platon e dibêje aqil ramana rast e û dijberê ‘doxa’ ya xapînok û guhêrbar a ku çavkaniya wê sehek in, e. Li gor nêrîna feylesof aqil, me digihîne îdeayan û heyînên ku rasteqîn in jî, îdea ne.

Dîsa li gor nêrîna feylesof aqil du (2) texlîd e. Ya yekem aqilê ferasetî ye û em bi saya aqilê ferasetî, rasterast û bênavbeynkar, cewher û îdeayan dinasin.  Ya duyem jî aqilê diskûrsîf e, ku berê xwe dide îdeayên matematîkî û bi peyîtandina wan, xwe dide der. Arîstotales jî mîna aqlê teorîk û aqlê pratîk, aqil kiriye du (2) beş û wiha nasandiye. Li gor nêrîna feylesof aqlê teorîk jî, du beş e: aqlê çalak û aqlê tebitî (aqlê ku ne çalak e). 

Di Serdema Navîn de jî aqil, di xizmeta dîn û baweriyê de ye û girêdayî wan e. Û meriv encax ji bo aqlê diskûrsîf,  dikare behsa xweseriyekê bike. Di felsefeya îslamê de jî aqil, ‘şewqa xwezayî’ ye û bi saya wê şewqê, em rastiyê beyî ku serî li wehiyê bidin dinasin û rastî û çewtiyê jî, ji hev cuda dikin. 

Di Serdema Modern de jî aqil, di bingeha modernîzmê de cih girtiye, ji baweriyê serbixwe ye û erka wê, damezrandina ramana zanistî û pergala civakî ye. Di vê serdemê de aqil ne temaşevan e, beravajiya wê hêzeka damezraner û çalak e. Li gor nêrîna Descartes aqil, li cem hemû mirovan wekehev e. Malebranche jî gotiye ku divê ji aqil re, rêz were girtin û ev yek, bivênevê ye. Gottfried Leibniz jî gotiye ku ti tişt nikare aqlê serbixwe a ku ji baweriyê cuda ye, têk bibe. Li gor baweriya Hegel jî aqil, forma zanînê ya herî bilind e.

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com 

22.11.2017 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî  

Derbar Çand Name

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply