Aqîbeta Lazan

Xwedê eqîbeta Laz’an neynê serê tu neteweyî. Laz netirk in, xelkekî din in. Lê, dewleta Kemalîst wan wisa asîmîle kiriye ku, êdî doza heqê xwe yên netewî û demokratîk nakin. Zimanê Lazan bi serê xwe zimaneke, lê ji bo ku Laz wî zimanî napeyivin ew ziman berbi wendabûnê ve diçe.

Li anadoliyê û Kurdistanê çend gelên cuda hene. Ji xeynê kurdan yek gelekî din heta niha doza heqê xwe yên gelêrî/netewî nekiriye. Dewleta Kemalîst wan asîmîle kiriye, helandiye û êdî piraniya wan gelan di gel ku netirkin jî, xwe tirk dihesibînin. Dewleta Kemalîst bi çova zorê çi kir û nekir nikaribû kurdan wekî Lazan asîmîle bike ku dev ji doza xwe ya netewî berdin. Ordiya Kemalîst a hov –barbar- li Kurdistanê qetlîaman pêk anî, lêbelê dîsa jî nikaribû bigîje armanca xwe ya asîmîlasyonê.

Dewleta Kemalîst heştê salan metoda zorê û asîmîlasyonê ceriband, bi ser neket, vêca dixwaze bi metodeke din, bi destê kurdan kurdan bike wekî Lazan anku eqîbeta Lazan bîne serê kurdan. Eqîbeta Lazan ev e ku; kurd jî doza heqê xwe yê netewî nekin. Ji bo gel û welatê xwe tu statuyeke neparêzin. Bi tirkî biaxifin û bi tirkî binivîsin. Ziman û edebiyata tirkî dewlemend bikin.

Laz ji sedsalan ve li ser axa xwe anku li derdora behra reş dijîn. Boşnak di nav cil, pênce salan de ji balkanan koç kirin û hatin Tirkîyê û bi piranî li derdora bajarên Stanbul, Bursa û Îzmîrê kom bûn. Ji ber ola Îslamê ew jî xwe weke tirkan dibînin, lêbelê tu eleqeya wan û tirkan ji hêla netewî ve bi hev tune. Niha di TRTa tirkan de bi Boşnakî weşan tê kirin, lê bi Lazkî weşan nayê kirin. Ji ber biryarên Kopenhagê anku bi tesîra Ewropîyan dewleta tirk bi fermî di TRTê de dest bi weşana Kurdî (Kurmancî û Zazakî) , Boşnakî, Çerkezî, Arnawidî, Erebî kir, lê bi Lazkî weşan nekir û gelê Laz doza weşanên bi zimanê Lazkî nakin.

Serokkomarê dewleta tirk yê berê Suleyman Demîrel ji rojnamevanê Kemalîst Hasan Cemal re gotiye : ”Di 500 salan de em nikaribûn kurdan asîmîle bikin, êdî niha em qet nikarin.” Herçiqas hinek kurd hatin asîmîlekirin jî, bi xêra dewlemendiya çand û zimanê kurdî, kurd nehatin asîmîle kirin. Li doza xwe ya netewî xwedî derketin, çand û zimanê xwe parastin. Belê, Kemalîst nikaribûn kurdan asîmîle bikin, bihelînin û bi tevayî bikin tirk, lê niha kemalîstên kurd bi ser navê Tirkîyetiyê dixwazin kurdan di nav nasnameya tirkan de bidin helandin û wendakirin, lêbelê ew çi bikin jî nikarin biser bikevin û bi saya têkoşîna welatparêz, neteweperest, demokrat, azadxwaz û hemû kurdperweran dê dîtina Tirkîyetiyê jî herwekî dîtin û ramanên Kemalîst yên nîjadperest dê têk biçe.

Aqîbeta Lazan aqîbeteke nebaş e, Xwedê neynê serê tu gelî. Yê ku Lazan xist vî halî Kemalîzm e. Kemalîzm jehr e, nîjadperestiye, paşverûtîye, şoventîye, hovîtîye. Ji bo ku gelên bindest xwe biparêzin, divê bi tundî li dijê kemalîzmê derkevin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply