Apraxên Derewîn

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 6 kesan

*Pelên mêwan: 300 gr

*Danê hêrayî: 2 qedehê avê

*Sawar: Qedehekê avê

*Pîvaz: 2 serî

*Rûnê nivîşk: 4 kevçiyê xwarinê

*Ava firingiyan: 2 kevçiyê xwarinê

*Bexdenûs: Qevdek

*Mast: Nîv kîlo

*Sîr: 5 dendik

*Îsota pûlikî: Nîv kevçî

*Îsota reş: Kevçiyekî çayê

*Xwê û av: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA APRAXÊN DEREWÎN

Eger pelên we teze bin, bidin ber tavê biskekê bila biqermiçin, an jî di nav ava germ de bikin bila zer bibin. Lê yên pelên we yê avşorkê  bin berî amadekirina navoşkê bixin ava sar bila xwê ya wan ji wan here û kelî bibin. Pîvaz û bexdenûsê hûr bikin. Sîran biqeşêrin, bikutin û tevî mast bikin û mastê xwe tevî sîran baş biçirpînin.

Leganekê deynin ber xwe, dan û sawar bixin leganê, pîvaz, bexdenûs, rûnê nivîşk,ava firingiyan, îsota pûlikî û îsota reş bixin nav hev, li hev bixin û xwêya wê pê werkin.

Navoşka ku we amade kiriye  yek bi yek bixin nav pelên mêwan û bipêçin.  Apraxên xwe yê pêçayî  di binê beroşekê de rêz bikin. Kevirên xwe yên ji bo apraxan, kevçiyek ava firingiyan ku we bi ava germ ron kiriye berdin navê,  ava xwe bi hemedî bixin ser, devika beroşê bigirin û deynin ser agir, bila pelên we yê dagirtî bipijin.

Dema kel bi xwarinê ket, agir ji binê beroşê kêm bikin, li ser agirê kiz bi qasî saetekê bipijin.Gava xwarinê we pijiya ji ser argûnê hildin, bixin derdanekê, ava zêde yê apraxan vala bikin, mastê bi sîr lê bikin, di taweyekê de rûnê xwe sor bikin, piçek îsota pûlikî berdin navê û vê sosê li ser pelên xwe bikin û bi germî serwîsa wê bikin.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply