Apê Osman Sebrî û Wateya Lehengî

Bi giştî,her milet û her gel, di dîroka xwe de cih daye van lehengîyan û bi şanazî behsa wan kirîye

(Osman Sebrî 05.01.1905 – 11.10.1993)

Dîroka mirovahîyê gelek lehengî û têkoşeran nivîsandîye. Bi giştî,her milet û her gel, di dîroka xwe de cih daye van lehengîyan û bi şanazî behsa wan kirîye. Ewên ku ji bo azadiya gelê xwe hewl dane, ji bo bipêşxistin û bipêşvebirina çand, dîrok, wêje û zargotina gelê xwe ked û xebatan kirine û ji bo pêkanîna vê helwesta pîroz dest ji hemû xweşiyên dinyayê berdane, wek lehengîyên gelê xwe hatine pejirandin. Bi minetdarî hatine tomarkirin û di bîra gelê xwe de jî, cihekî pîroz û giring girtine. Di dîroka kurdan de jî gelek lehengî û têkoşer hene û ev lehêngîyên hêja jî anegorî qewta nivîskaran hatine nivîsandin. Yek ji wan lehengîyên hêja jî, Apê Osman Sebrî ye.

Apê Osman Sebrî ne bi tenê têkoşer û berxwedêrê gelê xwe, her wiha nivîskar, wergêr, helbestvan û wêjevanekî kurd û kedkarê zimanê kurdî yê bêhempa ye jî. Xeynî xebat û berxwedanên xwe, gelek helbest, gotar, çîrok û nivîsan jî afirandîye û bi van hewlên xwe, di bîra gelê xwe de bi mafdarî wek lehengîyek hatiye neqişandin. Temenê wî yê 88 salan, bi piranî di nav nefî kirinan û penaberiyan de derbas bûye. 12 sal di nav girtîgeh û zindanên dagirkeran de maye. Sedemê van tadeyî û zordestiyên ku ji destê dijminan kişandiye jî, bi tene helwesta wî a parastina mafên gelê kurd û têkoşîna azadiya welatê xwe bûye. Lê, ger em bibêjin ku lehengîya wî ji ber van karên pîroz tenê pêk hatîye, ev gotin dibe neheqiyek ji bo Apê Osman Sebrî. Sedemên binavkirina wî wek lehengîyekî kurd di dîrokê de, ne bi tenê ev ked û xebat in. Apê Osman li ser vê rêya pîroz qet gavek paş ve neavêtîye û yek carek tenê jî stûyê xwe li ber dijminan netewandîye. Lehengîya wî bi taybetî ji ber vê taybetmendiya wî pêk hatîye. Her çiqas dijmin her dem bi awayekî bihêz ser ve çûbe jî, ewî bi hêzeke xurttir û jehatîtir li ber xwe daye û ev helwesta ku nîşanê wan daye jî bûye sedema rêzlêgirtina wî. Ez jî li ber ked û xebatên wî yên pîroz stûyê xwe ditewînim û salvegera 23. a çûyina wi a li ser dilovaniya Xweda, dixwazim jiyan, berxwedan û têkoşîna wî ya pîroz û mînak, ji xwendevanan re, anegorî qeweta xwe pêşkêş bikim.

Kurtejiyana Apê Osman Sebrî

Osman Sebrî di roja 05/01/1905-an de, li gundê Narincê, wek kurê Sebrî û Emîne hatîye dinyayê. Narincê gundekî girêdahîyê Kexte yê Semsûrê ye. Bavê wî mezinê eşîra Mirdesîyan e. Mirdesî eşîreka pirkes û bihêz e, a ku di wê herême de ye û serekeşîr jî Sebrî Axa ye. Di deh salîya Osman de, bavê wî Sebrî Axa wefad dike. Mamê wî Şikrî dikeve şûna bavê wî û serekeşîrtîyê ew didomîne. Mamê wî dixwaze ku Osman bide xwendin û ji ber vê yekê, Osman dişîne dibistanê. Osman Sebrî di 15 salîya xwe de mekteba rişdîye xelas dike û di 17 saliya xwe da dizewice. Piştî salek jî kurê wî Welato tê dinyayê. Osman Sebrî qet rêbazên eşîrtiyê nepejirandîye û di bîranînên xwe de jî ev yek rexne kiriye. Tevî kurê serekeşîr bû jî, li hember eşîrtiyê bûye û pergala eşîrtiyê nepejirandîye. Ewî, hê xortbûna xwe de bi ramaneke pakij, pêşdîtî û neteweyî meşandîye. Ji ber vê yekê jî, xwestîye ku eşîra wî jî beşdarê raperîna Şêx Seîdê Kal bibe lê hewlên wî, di demekî kurt de têkçûna serhildana Şêx Seîdê Kal ve, negihîştîye armancê.

Şêx Seîd û 48 hevalên wî di havîna 1925-an de li Amedê hatin bidarvekirin û piştî têkçûna serhildanê, Dewleta Tirkdest bi nêçîrvaniya serekeşîran kirin. Dewleta tirk dixwest ku kurd bê ser bimînin û ji ber vê yekê çiqas mezinek an jî ronakbîr û rewşenbîrek hebûya, derdest dikir. Dadgehên îstîklalê yên bê zagon û dad, van mezinan bi dar ve dikirin û ewên ku xwe difilitandin jî berê xwe didana “ binxetê ” ango Kurdistana Rojava. Mixabin her du mamên Osman Sebrî, Şikrî û Nûrî jî hatibûn derdestkirin û piştî dadgeheke derewîn li Amedê, hatibûn bidarvekirin. Osman Sebrî jî, ji destê dewletê nafilite û nêzîkê sê salan di girtîgeha Denizlî de dimîne. Piştî ji girtîgehê dertê, berê xwe dide Meletî û li wira dest bi welatparêzî û têkoşînê dike. Lê dewleta tirk bela xwe jê venake û dîsa tê derdest kirin. Vê carê 7 mehan di zindanê da dimîne û biryara çûyina binxetê digre. Di sala 1929-an de derbasê Kobanîyê dibe.

Li rojavayê Osman Sebrî rewşenbîr û têkoşerên kurdan re dibe yek û bi reya Mîr Celadet Bedirxan dibe yek ji endamên komela Xoybûn-ê. Pişti beşdarbûna wî ya Xoybûn-ê, hewldan û berxwedanên wî gejtir dibin û carek din ji bo sazkirinên serhildanan, derbasê bakûr dibe. Li bakûr hewl dide ku gel hişyar bike, gund bi gund digere lê dewleta Tirk bi vê armanc û helwesta wî dihese û Apê Osman Sebrî ji ber bêgavîyê careka din vedigere binxetê. Lê ji ber gilîkirina Tirkan, dewleta Firansî jî ew nefiyê bajarê Reqqa-yê dike, da ku ji sinor dûr bikeve. Di sala 1930-an de serhildana Agirî dest pê dike û Xoybûn biryara piştgirî û alîkariya serhildanê digre. Ji ber vê biryarê, Osman Sebrî û hin endamên din derbasê bakûrê Kurdistanê dibin ku beşdarê serhildanê bibin, lê mixabin hinek axayên ku bi wan ra bext dane li ser sozên xwe namînin û dîsa ji ber bêgavmayinê careka din berê xwe didine rojavayê. Li rojava jî cih lê tê teng dikin û vê carê berê xwe dide Kurdistana başûr. Ma dijmin xelas dibin…! Li başûr serê wî bi îngilîzan dikeve belayê. Vê car îngilîz ew derdest dikin û nêzîkê salek di destê wan de dimîne. Zordestî û tadeyîyên dijwar ji destên wan dikişîne û dîsa bi awayekî xwe difilitîne. Diçe Filestîn-ê û ji wira jî xwe digihîjîne Şam-ê, li ba rewşenbîr û têkoşerên kurd.

Li Şam-ê, li gel Celadet Bedirxan û rewşenbîrên din biryarek digirin. Anegorî vê biryara pîroz, pêşxistin û pêşvebirina çand, dîrok, wêje û zimanê kurdî divê bête pêkanîn. Çekê wan yê nû, êdî pênûs û zanîn e. Bi vê helwestê, Osman Sebrî û hevalên wî, weke Celadet û Kamûran Bedirxan, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî can,…û hwd, kovara Hawar-ê amade dikin û pêwendiyên baş û kêrhatî bi perçeyên din ên Kurdistanê re datînin. Ev hewldan û xebatên pîroz, weke ku tê zanîn, gelek kêrî gelê kurd û çand û zimanê kurdî hatine û heya vêga jî ev rewşenbîrên hêja di bîra gelê xwe de mîna lehengîyan cihê xwe ên heqdar girtine.

Osman Sebrî di vê karê de jî li paş nema û bi destpêkirina wêjevaniyê jî, heman enerjîya xwe a şoreşgeriyê, ya ku berê de nîşan dida, pêk anî. Helbest, gotar, çîrok û nivîsên pir kêrhatî afirand û ew berhemên wî yên xweş, kêrhatî û delal, hê jî, ji hêla ciwanên kurd ve bi kêfxweşî têne xwendin û nirxandin.

Lê agirê azadîyê di nav dilê wî de tim pê diket, neditefîya û dîsa weke her tim dixwest ku nav hewldanên tevgeran de bibe, dîsa karên ramyarî, şoreşgerî û têkoşerî digerîya. Heps û zindanan çavên wî ma ditirsandin gelo ? Carek din ji ber xebat û tevgerên azadiyê, di sala 1935-an de dewleta Firansî ew nefî kir. Lê vê carê ew şandin Madaqaskar-a Afrîqayê. Salek li wira di bin çav de dimîne. Saleke din vedigere û ji ber hinek nexweşiyên ku di nav bera wan de derbas dibe, dest ji Xoybûn-ê dikşîne. Ev nexweşî di der barê helwest û ramanan de bûye û Apê Osman Sebrî di bîranînên xwe de behsa wan bûyeran yek bi yek dike. Di hinek saziyên din ên Kurd de xebatên kêrhatî didomîne û di sala 1957-an de dibe damezrenerekî Partî Demokrat ya Kurd li Sûriyê. Di partiyê da gelek xizmetan dike, lê nijadperestên Ereban di demeke kurt da endamên PDK-Sê jî derdest dikin, yek ji wan jî dîsa Osman Sebrî ye…

Heya 1971-ê xizmeta xwe didomîne û ji ber hinek debaşbûn û lihevnehatinan dest ji Partiyê jî berdide. Hevokeke wî di der barê perçebûnê da heye û ji bo îro jî wek pêşdîtinek, balkêş e:

“ Diyar e, em bixwe kurd nikarin Kurdistanê çêkin, di demekê de, wê hinek Kurdistanê ji me re ava kin. Lê tirsa min ew e ko ew Kurdistan bi destê kurdan xera bibe…! ”.

Piştî destkişandina ji siyaset û partiyê, Osman Sebrî, li Şam-ê, di taxa Kurdan de, mala xwe wek dibistanekê ava dike û çiqas ciwan,dot û xortên kurd hebin, deriyê mala xwe ji bo wan vedike. Mala wî dibe mala dibistana kurdî û kurdewarîyê. Ciwanên kurd li ba wî fêrî nivîsandin û xwendina kurdî dibin. Osman Sebrî ti car dest ji xebatan nekişandîye. Bi tenê bûya jî, bi komek ra jî… Ev helwesta wî, îdealizm û baweriyên wî jixwe xweş dipeytînin, îsbat dikin. Apê Osman Sebrî mînakekî pir giring û hêja ye. Kesênn weke cenabê wî, zimanê kurdî pêş vebirine, tevî ku hêmû bêgavî, bêderfetî û zordestiyan, ji bo ziman, çand, dîrok û welatê xwe, têkoşîyane û li ber xwe dane. Ew kesên serketî ne…..

Apê Osman Sebrî heta dawiya temenê xwe, van kar û xebatên xwe yên bêberjewendî û pîroz domand û di 11-10-1993-an de li Şam-ê, li taxa kurdan çû li ser dilovaniya Xweda û li pey xwe navekî pîroz, leheng û bîranînên birûmet û serbilind hişt. Hest û hewldanên wî, ji ciwanan ra mîratmayî ne. Em çiqas jî sipas bikin têrê nake. Ewî gelek berhem û bîranînan li dû xwe hiştiye û bi taybetî Mamoste Dilawerê Zengî wan berhev kirine, kom kirine û weşandine. Mamoste Dilawerê Zengî jî, yek ji wan xwendekarên Apê Osman Sebri ye û li mala Apê Osman, li Şam-ê, li taxa kurdan, a ku weke dibistanek hatibû sazkirin, pir dersan jê wergirtiye û vê jî bi zelalî nivîsandîye.

Nivîsa xwe dixwazim bi gotineke cenabê wî dawî bikim. Rehma Xweda li ser wî û li ser hemû leheng û têkoşerên Kurdan bibare….

” Divê em xwe pêk bînin ji bo felatê xwe , Bijîn serbilind wekî çiyayên welatê xwe. Berên xwe nedin hevdu û şerên hev nekin, Bes rêya gelparêziyê li pêş wan vekin” .

(Apê Osman Sebrî )

Berhemên Apo Osman Sebrî yên çapbûyî :

-Elfebeya Kurdî: di sala 1954an de.

-Bahoz: di sala 1956an de.

-Derdên me: di sala 1956an de.

-Elfebeya Tekûz: di sala 1982an de.

-Çar leheng: di sala 1984an de .

-Di sala 1981-ê de li almanya komek helbestên wî ji rex buhiştî Hemereş Reşo va hatiye çap kirin û belav kirin.

-Di sala 1998-an de li Istenbolê komek ji helbestên wî ji alî A.Balî ve hatiye çapkirin û belav kirin.

-Şerrên Sasunê di sala 2005-an de ji alî Dilawerê Zengî ve hatiye komkirin, çapkirin û belavkirin.

-Bîranînên Osman Sebrî ji alî Dilawerê Zengî ve bi herdû zimanan –kurdî/2005 û erebî/2001- hatîye komkirin, çapkirin û belavkirin.

-Nivîskarê ciwan Abdullah Koçal, Bîranînên Osman Sebrî wergerandiye tirkî û weşandîye

-Li Tirkiyayê ji hêla hinek çapxaneyan berhem û helbestên wî hatine weşandin, weke Hevalê Çak, Dîwana Osman Sebrî, û Li goristaneke Amedê.

 Not: Ev nivîs di sala 2010-an de hatîye nivîsandin û ji bo dema me a îroyîn, hatîye rojanekirin.

Xerzî Xerzan- Amida Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply