Analîzek Li Ser Romana “Leqat”

Romana Receb Dildarî, Ji Weşanxaneya Darayê hatiye weşandin, 180 rûpel e û  ji 7 beşan pêk dihê. Di her beşek de bi vebêjeriya serlehengê wê beşê behsa qewimînên derdora kesek dike. Bi qasî hejmara van beşan jî metnên şayesandinê di berhemê de cih digirin. Belê her çiqas di her beşek de serlehengek hebe jî di van heft beşan de jî bûyer li dora kesek “Hesê Karazî” diqewimin. Beşek ya Hesê bi xwe ye, beşek ya jina Hesê ya ewil Fatê ye, beşek ya jina Hesê ya duyem Eyşo ye, beşek ya Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Helê ya jina Cemîlê kurê Hesê ye, beşek ya Hesenê kurê Cemîlê kurê Hesenê Karazî ye, beşa dawî jî ya Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî ye. Piçek tevlihev dixwiyê newsa?

 

Destpêka berhemê de behsa jiyana Hesê Karazî dike. Tevlîbûna wî ya serhildana Şêx Seîd, bûyerên li ber sûrên Amedê diqewimin, jiyana wî ya ku bi revokiyê derbas dibe.

 

Di beşa duyem de bi çavê jina Hesê ya pêşîn ‘Fatê’ bûyerên ku li derdora wan diqewimin radixe ber çavê me.

 

Beşa sêyem de vêca jina Hesê ya duyem ‘Eyşo’ derdikeve pêşberî me. Di vê beşê de jî bi devê wê, bi çavê wê em Hesê nas dikin.

 

Beşa çarem de bi devê Cemîlê kurê Hesê em, li ser jiyana Hesê û malbata wî radiwestin. Hesê kî ye? Bi çavê kurê wî em piçek din, ji hîn aliyên din ve wî nas dikin.

 

Beşa pêncem de Helê bi çîroka xwe derdikeve pêşberî me. Helê kî ye? Helê bûka Hesê Karazî ye, ango jina Cemîlê kurê Hesê Karazî ye. Helê çima mêrê xwe, ji bo çûna bajêr qane dike. Di vê beşê de danberheva gund bajêr tête kirin.

 

Beşa şeşem de Hesenê kurê Cemîlê Hesê Karazî derdikeve pêşberî me. Ew jî behsa çîroka xwe dike. Di jiyana bajêr de çi li dora wan diqewimin, bûyerên siyasî yên salên 90î û sekna xwe ya li hember van bûyeran radixe ber çavê me.

 

Beşa heftem û dawî de ji babistîna Hesê Karazî ciwanekî nûgihîştî, şiyar, xwedî hişmend ku li pey ronîkirina dîroka xwe hewl dide derdikeve pêşberî me. Em behsa Cemîlê kurê Hesenê Cemîlê Hesê Karazî dikin.

 

Pirtûk ji van beşan pêk dihê. Bûyer li gundên Amedê (Karaz, Quvecix, Bedulyê, Hemraniyê) li nav Amedê bixwe û Stenbolê diqewimin.

 

Di pirtûkê de behsa Serhildana Şêx Seîd tête kirin. Çawa destpê dike, Hesê çawa beşdar dibe, ji bo ku beşdar dibe li serê wî çi diqewimin. Her wiha behsa jiyana gundên wê çaxê tête kirin. Behsa axayan û bandora wan ya li ser gel dike. Di çav û nezera serlehengên xwe de danberheva gund û bajaran dike.

 

Ji serhildana Şêx Seîd heya salên 90î. Bûyerên di bîra gel de cih girtine di vê berhemê de ji xwe re cih dibînin. Berhemeke ku îlhama wê rasterast bûyerên dîrokî û çanda gelekî ne. Heya niha di çi berhemeke Kurdî de min, şayesandinên bi qasî yên di vê berhemê de welê dirêj û serkeftî nexwendine. Di berhemê de bi dehan gotin û biwêjên ku di devê kesên wê heremê de hebûne cih digirin. Nivîskêr têkiliya di navbera lehengên xwe gel qut nekiriye. Leheng li gor rastiya gel tevdigerin. Nimêj dikin, duayên xwe dikin. Rasterast lehengên xwe bi taybetiyên gel derdixe pêşiya xwendevanên xwe.

 

Bi vê berhemê re, berhemeke serkeftî li ser selika edebiyata Kurdî zêde dibe. Pîroz be.

 

 

Ayetullah Badikî-Çandname

17.01.2019

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply