Çarşem , 30 Îlon. 2020

Anadolu û Kurdistan

Îro em di nav gotinên xwe de an di xeberan de dibêjin û dibhîzin: “Anadolu, Anadolu, Anadolu…” an GAP/Projeyê Başûrê Rojahilat, DAP/ Projeya Rojhilata Anadoluyê, Guneydoğu/ Başûrê Rojhilat, Doğu Anadolu/Rojhilata Anadolu, İçanadolu/Navîna Anatoliyê…” bi zanebûn an bi nezanî em tev dibêjin.

Gelo Anadolu çî ye?

Anadolu li ku ye?

Sînorê Anadoluyê di kûr de derbas dibe?

Ev nexşe pênasiya anadoluya dîrokî ye. Çavkanî: tr.wikipedia.org

Etîmolojiya Anadoluyê, ji peyva Yewnanî Ανατολή tê wateya anatoli/anadolu rojhilat e. Di dema Bîzansiyan de ji ber ku Anatoliya eyaleteke Bizansiyan bû li rojhilatê wê bû jê re digotin “Anatoliya”. Di serdema Bîzansiyan de; Bajarên Afyonê, îsparta, Konya, Kayserî û Mersîn seranser tev di bin hukumraniya Bizansiyyan de bû.(tr.wikipedia.org)

Di çavkaniyeke din de; Anatoliya/Anadolu “Bi Yewnanî ya navîncî ji bêjeya Anatolía ανατολία de welata rojhilat, Navbera Qerexa Egeyê û çema Firatê hatiye wegotin. Bi Yewnaniya kevn peyva anatolē ανατολη “1. Rabûn, welidîn, bi taybetî jî hilatina rojê, 2. Rojhilat, 3. Rojhilata Egeyê” ve zêdebûye. (etimolojiturkce.com)

Di serdema Osmaniyan de wexta Amasya navenda Osmanî bû; Sewas, Kastamonu tevahî girêdayî Osmanî bû. (tr.wikipedia.org) û ji tevahiya van bajaran re digotin Anadolu.

Peyva Trakya jî bi Yewnanî Θράκη Traki, ji qewmê Trak tê. Herêma Trakyayê ya ku di nav Tirkiyê de ye, guhertine kırıne “Herêma Marmara”

Piştê avakirina komara Tirkiyê(1923), dewlet warên Kurdan tev bi Îranê, iraq û Suriyê re hate parvekirin bi peymana “Mîsaqa Mîllî” erdnigeriya niha teqez kir. Paşê dewlet navê heremên Kurdan tev guherand. Cihên ku Laz lê dijiyan navê herêma Lazistanê jî guherandin. Niha bi fermî ji Tîrkiyê re“Anadolu” têgotin.

Anadolu

Çavkanî: tr.wikipedia.org

 

Peyva “Anadolu” di nav Kurdan de mirovên bi sal de tê gotin; kesê ku diçe rojavayê Tirkiyê (Enqere, Amasya, Afyon, Konya…) dibêjin “Çûye Anadoliyê, Ez çûm anadoliyê, niha li Anadolê me.” Lê carna ku yek here bajarên Erzurûmê, Meletiyê, an Maraşê jê re nabêjin “Çûye Anadoliyê.”

 

Warên Kurdan yanê Kurdistan her çi qas di bin Osmaniyan de mabe jî, lê navê ji warên Kurda re “Kurdistan” gotine. Em di Seyehetnameya Evliya Çelebi de, di salname, belge û rojnameya Takvîm- î Vakayî Osmanîyan de wekî eyaleta Kurdistan hatiye gotin û ne siyasî be jî wekî cografî hatiye pejirandin.

Dewra Osmani

Erê “Anadolu” jixwe Anadolu ye lê çawa  warên Kurdan bû “Anadolu”?

Piştê Komara Tirkiyê navên bajaran, navê gundan, navên  çiyayên Kurdistanê tev guherandin, navên biyanî lê kirin. Zimanê Kurda hate qedexekirin û paşnavê Kurdan tev jî guherandin… qêma sazûmanê nehat; ji bo yekdewletbûnê, tekzimaniyê navê heremên Kurdan jî tefv guherand, kirin “Anadolu”  lê rastiya wê Kurdên bi sal an yên ku zanin tev ji warên Tirkan re Anadolî dibêjin. Ji warên Kurdan re jî em pirranî  Kurdistan nebêjin ji welatê Kurdan re bi navê heremê bikartînin weka “Herêma Botan, Serhedê, Soran, Behdînan…” tê gotin.

Ku mirov ji warê xwe re bi navê rasteqîn bikarneyîne çanda wê mîlletê wenda dibe, ji nifşê nû jî ji welatê xwe re xerîb dimîne.

Nifşên nû nizane, her çiqas Anadolu zanî be jî haya wê ji etîmolojiya Anadolu û ji dîrokê tune, navên herêman bi fermî dibêje û bikartîne. Kurdistan jî jê re xerîb tê wekî sîyasî dibîne. nizane ku navê Kurdistanê kevnar e û warê kurda ye.

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Paşa Amedî

Dikarê vê jî bixwênê

Nirxandina Pirtûka Helbestên Occo Mahabad ”RONDIKÊN BINEVŞÊ”

Nirxandin nirx e, qîmet dayîn e. Li cem mirov tiştên bi nirx/qîmet girîng in. Mirov …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.