Amîn Maalouf û romana wî “SEMERKANT”

Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene gava mirov wan dixwîne xweşiyekê jê dibîne. Bi xwendina wan berheman mirov gelek tiştan fêr dibe. Romana SEMERKANT (bi erebî: Semerqend) jî berhemek weha ye. Beriya ku em bikevin nav rûpelên romanê û tê de gereke dirêj bikin û biçin rojhilatê, Îranê, pêşî em binêrin ka ev nivîskarê vê romanê kî ye?

Amîn MAALOUF di sala 1949-an de li Lubnanê ji dayik bûye. Di xwendegeha bilind de beşa aborî û zanîsta civakî xwendiye. Piştî xwendinê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye. Wî di gelek weşanên cure de nivîs nivîsîne.

Amîn MAALOUF, ji sala 1976-an pêve li Parîsê dijî. Ew niha wextê xwe bi pirranî dide ser nivîsîna pirtûkên xwe. Beriya romana wî ya bi navê “SEMERKANT”ê, du berhemên wî yên hêja jî hatibûn weşandinê. Berhema wî ya yekem; “Croisades Vues Par Les Arabes – Bi Nêrîna Araban Xaçperest” di sala 1983-an de hate weşandin û piştre bi gelek zimanên din hate wergerandin. Romana wî ya duyem jî bi navê; “Léon l’Africain – Leonê Afrîkî” ye. Ev romana duyem, di cîhanê de, di dema me de wek “berhemek klasîk” têt bi nav kirin. Ev berhema wî xelat jî wergirtiye. Berhema wî ya sêyem jî; romana bi navê “SEMERKANT” e. Ev roman jî di sala 1988-an de hatiye weşandin û di eynê salê de bi gelek zimanên din hatiye wergerandin û weşandinê. Romaneke nivîskar Amîn MAALOUF jî bi navê “Les Jardins De Lumiere – Bexçeyên Ronahiyê” ye. Piştre wî gelek romanên din jî nivîsîn û weşandin.

Niha em bên ser romana bi navê “SEMERKANT”

Ev roman ji çar (4) beşan pêk tê. Beşa yekem li ser “Şaîr û Evîndaran” e. Di beşa duyem de “Bihuşta -Ceneta- Haşhaşiyan” a Hasan Sabah heye. Beşa sêyem bi navê “Dawiya Sala Yekem” e. Beşa çaran jî “Di Behrê de Şaîrek” e. Ez dê bi kurtahî li ser naveroka van herçar beşan jî bisekinim.

Roman bi meraqeq dest pê dike. Di sala 1912-an de di Atlantîkê de gemîyek noqîn dibe. Navê vê gemiyê “Titanic” e. Di vê keşteyê de pirtûka Omer HAYYAM “Rubaiyat” a ku yek nushayeke û destnivîs e heye. Ev pirtûk jî bi gemiyê ve diçe bin behrê. Omer Hayyam vê pirtûkê li ku nivîsand? Ev pirtûk çawan dikeve destê mirovekê rojava?

Di romana SEMERKANT de, di beşa yekem de, qehremanê romanê Omer Hayyam e. Omer Hayyam diçe bajara Semerkantê. Di vî bajarî de bi her awayî xirabî heye. Kesên serserî mirovan davêjin erdê, li wan dixin, li wan heqaret dikin. Di bajêr de gelek meyxane hene, şerabên xweş hene, şox û şeng heye, keyf û zewq heye. Omer Hayam di sala 1072-an de Rubaiyên xwe di vî bajarî de dinivîsîne.

Rojekê Omer Hayyam di nav suka bajêr de digere, dibîne ku waye hinek zarok û xort dane pey serxweşekî kalepîr û dixwazin lê bixin. Omer Hayyam diçe cem wan, ji wan re dibêje li vî kaloyî nexin. Ew jî dibêjin ev kalo feylesof e, dîn bûye. Omer Hayam nahêle li wî kalepîrî xin. Hinek kesên din jî tên liwê û ji Omer Hayyam pirs dikin, dibêjin: “Tu ji vî bajarî nîn î, tu kî yî?”. Ew jî dibêje ez Omer Hayyam im. Ew kesên liwê navê wî bihîstine, dibêjin: “Tu jî feylesof î” û êrişê wî dikin, lê didin. Leşkerên bajêr tên nahêlin ku ew kesên liwê li Omer Hayyam bixin. Ew kesên liwê dibêjin: “Ev Omer Hayyam e, feylesof e, sîmyacî ye, kafir e.”
Omer Hayyam liwê vê malîkê dixwîne:

Li van cahîlan binêrin, li cîhanê hikûm dikin.

Heger tu ji wan nebî, ji te re dibêjin kafîr.

Guh nede wan Hayyam, li riya xwe dom bike.

Di bajarê Semerkantê de Simyacîtî qedexe ye, loma jî leşker Omer Hayyam digirin, ku wî bibin cem Qadiyê Semerkantê ku wî mehkeme bikin. Cezayê sîmyacîtiyê ji di Semerkantê de îdam e.

Ew Omer Hayyamî dibin cem qadî. Navê Qadî Ebu Tahîr e. Qadî ji Omer Hayyamî re dibêje: “Di vî meqemê mezin de, Omer Hayyamê Nîşapurê qebûl kirin şerefek e.” Û herdu bi hevre dest bi sohbetê û gotubêjê dikin. Piştî sohbetê Qadî defterek ku hemû rûpelên wê vala ne diyariyê Omer Hayyamî dike û dibêje: “Wexta ku îlham hate te, helbestên xwe di vê defterê de binivîse.”

Qadî, ji Omer Hayyamî re qala birayê xwe dike, dibêje: “Birayê min ji ber ku helbestek nivîsand, ew di şkenceyê de kuşt.” Omer Hayyam wê şevê di qesrê de raza.

Qadî, Omer Hayyam mahkeme nake. Ew pê re dibe dost. Di sukê de wî bi xwe re digerîne. Ew bi hevre diçin pêşiya Nasir Xanî. Nasir Xan melîkê Maveraunnehîrê û Buharayê ye. Nasir Xan tê bajara Semerkantê. Di bajêr de gelek dengbêj û helbestvan diçin huzûra Nasir Xanî û jê re helbestên xwe dixwînin. Jineka şaîr, navê wê Canan e, ew jî diçe hizûra melîkî, Omer Hayyam jî li wê ye, ew hevûdu dibînin, dilê wan dikeve hevûdu. Piştre, ew herdu gelek caran hevdu dibînin, bi hevre radizin, eşq û keyf dikin.

Di dema ku Omer Hayam dijî, serokwezîrê navdar Nîzamûlmûlk û navdarekî din Hasan Sabah jî dijîn. Omer Hayyam û Hasan Sabah di Xanekê de bi tesadufî, di odeyekê de radizin. Ew herdu bi hevre dibin heval. Hasan Sabah jî gelek zana bûye. Şevekê Omer Hayyam û Hasan Sabah di odeya Xanê de hetanî serê sibê bi hevre sohbet dikin, minaqeşe dikin. Omer Hayyam ji Hasan Sabahî re dibêje: “Tu gelek zana yî, tu dê vê zanabûna xwe çawan bi kar bînî?”. Nîzamûlmûlk bi zanabûna xwe li dinyayê hikûm dike, Hasan Sabah jî “Bexçeyên Cenetê” ava dike û bi canfîdayên ku her tim ji kuştin û mirinê re amade ne- xwe dinyayê dihejîne. Hasan Sabah rêxistinek dizî, binerd saz dike. Ji bo ku endamên rêxistina wî hemû jî Afyon-Haşhaş- dikşînin, ji wan re “Haşhaşî” dibêjin.

Di romana SEMERKANTê de polîtîka Îranê ya dema me têt xuyakirin. Polîtîkayek ku li ser fen û fûtan, li ser komployan hatiye avakirin. Hasan Sabah bi komployan dixwaze wezîrê Melîkşah, Nîzamûlmûlk li ber çavê Melîkşahî reş bike û ew bikeve şûna wî. Nîzamûlmûlk komployek mezin tîne serê Hasan Sabahî. Melîkşah dixwaze Hasan Sabahî bikuje, wî îdam bike. Lê, Omer Hayyam nahêle ku Melîkşah, Hasan Sabahî bikuje. Hasan Sabahî sirgûn dikin.

Di romana SEMERKANTê de, di hinek tiştan de teferuat hene, lê di hinek tişt û bûyeran de teferuat tune ye. Ji bo şexsiyeta Omer Hayyamî û evîndara wî, Cananê jî ewqas teferuat tune ye.

Em vegerin li ser rêxistina ku Hasan Sabahî damezrandiye. Hasan Sabah li pey heyfsendinê ye. Wî rêxistina xwe ji bo vê ava kiriye. Lê armanca tolhildana wî ew e ku hakîmiyeta Melîkşahî xirab bike. Rêxistina ku Hasan Sabahî damezrandibû her diçû xurt dibû, berfireh dibû, bi hêz dibû. Di nav gel de ji wan re “Batinî” jî dihat gotin, yanê mirovên neyênî, mirovên karê dizî. Hikûmetê jî, ji wan re digot; mirovên bê dîn, mirovên bê Xweda. Piştî demekê fedaiyekî Hasan Sabahî bi suîqastê serokwezîr Nîzamûlmûlkî dikûje.

Romana “Semerkant” romanek dîrokî ye. Di vê romanê de dema Melîkşah û wezîrê wî Nîzamûlmûlk, ji hev cûdabûn û têkoşîna di nav mezhebên dînî de, berxwedan û têkoşîna di nav mezheba Îsmaîliyan de bi hawayekî gelek baş têt qalkirin.

Nivîskarê romana “Semerkant”ê Amîn MAALOUF di vê romanê de metoda meraqê gelek bi hostatî bi kar tîne. Ji ber vê meraqê ye ku mirov bi heyecan û bi kêfxweşî romanê dixwîne.

Omer Hayyam di sala 1311-an de, di 84 saliya umrê xwe de dimire. Ew li pey xwe pirtûkek gelek bi qîmet dihêle. Ev pirtûk di pirtûkxaneya kela Alamûtê de ye. Piştî mirina Omer Hayyamî êrişa Mongolên hov û barbar dest pê dike. Mongol (bapîrên Tirkan) her derî xirab dikin, hemû pirtûkxaneyên Kurdistanê û Îranê pêdixin, disotin, dişewitînin. Pirtûkxaneya kela Alamûtê – ku di nav axa Kurdistana rojhilat de bûye- jî, ji alî Mongolan ve têt şewitandin. Pirtûka Omer Hayyamî di wê pirtûkxaneyê de bûye, lê gelo ev pirtûk ji wê pirtûkxaneyê çawan hatiye xilas kirin? Ev pirtûk çawan ji ber şewatê filitiye? Paşê çawan û li ku hatiye dîtin? Ev jî meraqek din e a di vê romanê de ye. Beşa sêyem a romanê li ser vê meraqê tê honandin.

Heşt sed sal (800) piştî mirina Omer Hayamî û piştî nivîsandina çarînên Hayyamî, Benjamîn O. Lesage yê amerîkî li pey pirtûka Omer Hayyamî digere, dixwaze wê bi dest bixe. Benjamîn du caran diçe Îranê. Çûna wî ya cara yekem de Şahê Îranê bi suîqastê têt kuştin. Li Stembolê Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ nameyek daye Benjamîn O. Lesage ku bide mirûdekî wî. Name digihîşe Mirûdî û ew mirûd bi Şahî suîqast dike, Şahî dikuje. Ji bo wî li Benjamîn digerin, dibêjin ew jî alîgirê wan e. Benjamîn bi xêra Prenses Şîrîn û bi alîkariya eşîra Bextîyariyan ji Îranê direve.

Benjamîn O. Lesage careke din, cara dûyem jî diçe Îranê. Di herdu caran de jî gelek bûyer têne serê wî. Wexta ku Benjamîn cara dûyem li Îranê ye, li Îranê tevlîheviya nav xwe, şerê nav xweyî dest pê dike. Rêxistinek bi navê rêxistina “Benî Adem” li dijş Şahî serîhildanê çêdike. Serokatiya vê rêxistinê murîdên Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ dikin. Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ ji alî Şahî ve hatiye sirgûn kirin û li Stembolê bi komploya Sultanê Osmaniyan Sultan Abdulhamîdî ve tê kuştin.

Mirov gava romana “Semerkant”ê dixwîne û ew komplo û suîqastên ku hatine kirin fêr dibe, komplo û suîqastên ku rejima Îranê li dijî şehîd Adurrahman QASIMLO û Sadiq ŞEREFKENDÎ pêk hanîbûn tim tên bîra mirovî. Komploçîtî û suîqastvanî bûye ananeyek, tradisyonek ji bo rejimên Îranê û bi taybetî jî,  bûye metodek ji bo rêxistinên Îslamî yên hizbûlahî û îraniyan.

Di beşa çaran a romanê de Benjamînê amerîkî pirtûka Omer Hayyamî bi çi hawayî dibîne û têkiliyên wî û yên Prenses Şîrînê têt qalkirin. Bi hevûdu re razana Benjamîn û Prenses Şîrînê – ku di nav ciyan de bi hevdu re çawan eşq dikin ango pevşabûna wan- tehm û hazekî xweş dide mirovî.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply