• Sebze û fêkiyên ku we kirîn berê bişon û dûvre hûr bikin. Heger berî şûştinê hûn wan hûr bikin û piştre wan bişon, ew bi oksîjenê re temasî hev dikin û wîtamîna wan a Cyê kêm dibe.
• Gava hûn baqilan (fasûlî, nok, nîsk û hwd.) dixin nav avê û wan şil dikin (dinimînin) ava li ser wan nerjînin. Ji ber ku, gava ew dinimin, B wîta wan dikeve nava avê. Wê avê nerjînin lê hûn karin pê xwarinekê din çêkin.
• Gava we meqerna keland, ava li ser nerjînin. Ava wê qenc bipîvin di ava xwe de bikele û wê avê bikşîne. Yan B wîtamîna di nava meqerna de kêm dibe.
• Gellek kes birincê di nava rûn de diqelînin û piştre dikelînin. Evr e. Gava birinc tê qelandin proteînên wê winda dibin.
Çavkanî; Salnameya Nûbiharê