Min bi çavên xwe
Li çavên wê mêze kir
Min bi çavên xwe
Çavên wê xwar
Min bi dilê xwe
Di dilê wê de
Gul veda
Gula dilê wê çilmisiya
Min bi ruhê xwe
Di ruhê wê de
Coşî pêk anî
Coşîya ruhê wê bû alegorî
Min bi evîna xwe
Di dil û ruhê wê de
Reng veda
Reng sor bû
Birîna evîna evîndaran
Xedar e
Dermanê wê
Nehatîye dîtin
Derd û kulê evîndaran
Êş û sancîya wan
Bedbînî û xemgînîya wan
Bê dawî ye
Lokman Polat