Alîmeke Kurd: Şêx Mihemed CAN

Hin mirovên hêja wexta xwe de zêde ne hatine naskirinê, ji piştî mirina wan qedrê wan zêde bîye û hatine naskirinê. Hin mirovjî ji ber hin sedeman nav, deng û berhemên wan hinda bûne. Îro gelek nivîskarên klasîka Kurda heye ku çi bi nav çi jî bi berhemên xwe ve nayên zanîn;  ango berhemên wan hebin û gêhîştibîn îro jî, ne ew, ne jî berhemên wan nayên naskirin.  Bêguman, nenasiyên wan bi taybetî ji bo xort û keçên îro ye; lê gelek mele û feqiyên kevin, bi berhemên klasîk yê bi van nenasên(!) Kurda mezin bûne û di medreseyan de berhemê wan jiber kirine. Ji wan  yek jî, Şêx Mihemed Can e.

 

Şex Mihemed CAN li gor salnameya hîcrî 13ê meha şebana 1274an (dike 1858-59ê mîladî) Koçê de li Axtepeya bi ser qeza Çinarê ve (Amed) hatiye dinyayê û di heştê sibata 1325ên Romî de (21ê adara 1909) jî çûye ber rehma Xwedê.

Şêx Mihemed Can Axtepî kurê Şêx Hesenê Nûranî ye, dêya wî Şerîfe Xanim keça Mele Hesen e û birayê bin dest ê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Şêx Mihemed Can jî sê kurên xwe hebûne; Muhemmed Hesîb, Muhemmed Mûnîr û Muhemmed Behcet.

Şêx Mihemed Can xwendina xwe ya destpêkê li cem bavê xwe kiriye. Piştre di medreseya bavê xwe ya li Axtepeyê de li cem Mele Selîm û Mele Muhemmed Emîn xwendina Nehw, tefsîr, hedîs û mentiq xwendiye. Wî destûrnameya xwendinê ji dersdarê menşûr ê Kurdistanê Mele Muhemmedê Kurmuşluyê wergirtiye. Piştî wergirtina destûrnameya xwendinê Şêx Muhemmed Can çûye Şamê û ji xelîfekî Mewlana Xalidê Kurdî xelîfetiya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye.

Piştî wergitina xelîfetiyê Şêx Muhemmed Can şûnde vegeriyaye gundê xwe Axtepe û li şûna kekê xwe Şêx Ebdurehman di medresê de desdarî kiriye ta ku çavên xwe ji dinya ruhnik girtine.

 

Gelek berhemên alîma  ku bi eslê xwe nehatine dîtin jî, bi destxetê feqî an jî meleyên medresan ve gêhîştiyê roja me

Berhemên Şêx Mihemed Can a herî navdar, destana Leyl û Mecnûn e. Edebiyatekî  klasîk a Kurda ye û bi awayekî me qalkir, zêde nehatîye naskirinê. Tarîxa nivîsandina vê pirtûkê, çewa ku wî bi xwe di malikeke li dawiya wê bi tarîxa koçê nivîsiye, pirtûkê di “Hezar û sêsed û du”duyan de kuta kiriye. Îcar ev tarîx li hember ya Mîladî dike 1884.

 

Tê zanîn ku, Leyl û Mecnûn bi gelek formatan û ji alî gelek nivîskaran ve, bi zimanên cûr be cûr hatine nivîsîn Leyl û Mecnuna Şêx Mihemed Can bi Kurdiya Kurmancî ye û bi manzuman hatiye nivîsîn. Bi qasî ku tê zanîn, Leyl û Mecnûna herî naskirî bi Farisî ye û ji alî Fizûlî ve hatiye nivîsîn lê beriya Şêx Mihemed Can jî, edebiyatzaneyekî Kurd Selîm Sîlêman (dawiya sedsala 16an an jî destpêka sedsala 17an) Leyl û Mecnûnekî  ji manzuman pêkhatiye, nivîsandiye Bi qasî ku em zanin, Leyl û Mecnûna Mele Mahmudê Bazîdî jî heye Her weha gelek meleyên Kurd, Leyl û Mecnûna Fizûlî jî wergêrandine Kurdî.  Ji bilî vê, çend rûpel medhiyeyeke Şêx Mihemed Can jî heye ku li ser Rewdneîma kekê xwe Evdirehmanê Axtepî nivîsiye.

 

Şêx Mihemed Can di destpêka pirtûka xwe de sedemê nivîsandina bi zimanê Kurdî(Kurmancî) weha beyan kiriye:

Kurmancî qesaidê di mewzûn

Behsê bikin ew ji halê Mecnûn.

Turkî hene, nîne kurdewarî

Kurdî wekî kenzeke veşarî

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad

Leyla-sîfet ew bi ah û feryad?

Işqê qe nekirne ew belakêş?

Hicrê qe nekirne ew cîger-rêş?

Min dî hene, lêkî bê mecal in!

Puraqil û sahibê kemal in!

Sahib-huner û xwedan-hewes bûn

Lê şubhetê teyrekî qefes bûn!

Wan nîne muşîr û ne debîrek

Ne padîşehek, ne wan wezîrek!

Peyda bikira ger me emîrek

Sahibhuner û xwedanê şîrek

Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris

Carek bibûna li ber me naqis

Her şairekî zebanê Kurdan

Qet nayê ji halê wan xeberdan

Her şi´r û qesîde dê bigota

Dunya ser û bin hemî bisota

 

M.Emin CAN

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

2 Şîrove

  1. Mücahit Özmen

    Sehet xwesh Seyda. Di nav me Kurda de gewherén gelek mezin û bi qedr henin lé wenda nin. Ev nivîs gelek xizmetekî mezin dike. Xweda kémasîya cenabé we nede. Mashaallah barekellah.

  2. Sağbi seyda pîr başe

Leave a Reply to Mücahit ÖzmenCancel reply