Alî Gurdilî: Divê Mirov Felsefeyê Hezbike

Ferîd Mîtan: Felsefe zimanekî tîr û hevoksazîyeke tekûz jê re divên, li gel vê yekê jî tekstên felsefî yên kurdî kêm tên dîtin. Kurdekî ku xwazibe bi kurdî felsefeyê bixwîne, serê pêşîn pêwîst e termînolojî û ferhenga felsefî ya kurdî ji ber bike, paşê dibe ku karibe di kûrahîya wateyê de bigihe. Xebat û tevgereke çawa dikare ji pirsa tênegihiştinê re bibe çare û bersiv?

Alî Gurdilî: Meriv dema metnekê dixwîne, dixwaze ku fam bike. Ferq nake bê ka metneke çawa ye. Dibe ku çîrokek, helbestek, şanoyek, romanek yan gotineke tenê be jî. Ji bo felsefeyê jî, ev rastî heye. Lêbelê di nav gelek çalakîyên mirovî de, herî zêde felsefe xwe dispêre metnê, felsefe xwe dispêre metna nivîskî. Erê, Sokrates bi xwe tiştek nenivîsîye, lêbelê Platonê şagirdê wî felsefeya wî gihandiye me. Kurd îro, bi gelek zimanan dixwînin û zimanên ku baş pê diaxivin tercîh dikin. Tiştekî normal e helbet, lê ev hewl rê li ber geşbûna Zimanê Kurdî digre.

Yanî heke yek rabe wêjeya cîhanê bi erebî bixwîne, felsefeyê bi tirkî bixwîne; ma ez dikarim çi bikim?! Helbet, tiştek ji destê min nayê. Lewra, divê meriv tercîh bike. Tiştên ku te li jor gotiye, ev ê sed sal in ku di Zimanê Tirkî de jî pêk nehatiye, dê çawa di rewşa a niha de di Zimanê Kurdî de were dîtin? Berîya 20 sal an min dest bi xebatên xwe kir û armanca min a yekem û sereke, balkişandina ser van mijaran bû.

Axir, a niha dikarim dibêjim ku ez êdî hatime têgihiştin. Li milê din; bêguman, xwendina metnên felsefî ne karê hemû xwendevana ye. Ji bo hemû zimanan, ev rewş wiha ye. Loma jî, zehmet e ku her kes rabe metnên felsefeyî bixwîne yan jê hez bike. Meseleya têgihiştina metnê jî, meseleyeke din e û heke meriv jê hez neke, nikare bi berdewamî bixwîne. Lê dema jê hez kir, dê nema bisekine ê bawer dikim ku dê zêdetir jî bixwîne.

Çavkanî: Hevpeyvîn bi Alî Gurdilî re – Ferîd Mîtan

Derbar Çand Name

Check Also

Bajar û roman hevdu ava dikin – باژار و رۆمان ھەڤدو ئاڤا دکن

Mirov ti carî neçûbe bajarê Dublînê jî tenê pirtûkên nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) bixwîne …

Leave a Reply