Albuma nû ya Mikail Aslan li ber derketinê ye

Hunermend Mikail Aslan, amadekariyê albuma xwe ya nû dike. Aslan ji bo dubare rojevbûna tirkîkirina muzîka kurdî wiha got: “Aşkerebûna vê yekê pir girîng e.”

Hunermend Mikail Aslan ku di muzîka kirmanckî de deng û awazeke girîng e, xebatên xwe yên ji bo albuma nû didomîne. Aslan, behsa xebatên xwe yên albuma nû kir û bal kişand ser ji nû ve rojevbûna tirkîkirina muzîk û stranên kurdî.
 
ALBUMA NÛ LI BER DERKETINÊ YE
 
Aslan, diyar kir ku 6 meh in ew der barê albuma xwe ya nû de dixebite û wiha got: “Wisa difikirim ku dê di dawiya meha Kanûnê de biqede.” Aslan, parve kir ku di albuma wî ya nû de bi zaravayên kirmnackî û kurmancî stran cih digirin û ev agahî dan: “Dê çend besteyên me yên berê û çend kilamên ji hozanên me tê de hebin. Lê bi piranî dê ji starnên nû ku piranî jê aîdî me ne pêk bê.” 
 
Aslan, diyar kir ku ew naxwaze niha navê albuma xwe ya nû aşkere bike û wiha got: “Lê belê, naveroka wê; li ser serê me duxanek heye. Serê hin mirovên enteluktuel jî bi duxan e. Hem jî ji ber şewata daristanên Dersimê duxanek heye. Ya duyemîn jî şêlûbûneke polîtîk heye. Di nav vê şêlûbûna polîtîk de album têmayeke ‘Tim pêşiya xwe bibîne. Zelal e, tawîz ji xeta xwe nede. Riya xwe bidomîne. Têkoşîna xwe bidomîne. Fira xwe bidomîne’ di xwe de dihebîne. Aslan, diyar kir ku di warê konser û tûrneyan de ew ê meha Kanûnê plansaziyekê çê bikin û ew ê li Tirkiye û Kurdistanê konseran li dar bixin. 
 
Aslan, der barê ji nû ve rojevbûna tirkîkirina stran û muzîka kurdî de jî wiha got: “Guherandina mîrateya civakekê, dûrxistina ji koka wê berdewamiya polîtîkayên bişavtinê ye. Di vî warî de ji nû ve rojevbûna guherandina kilaman zaf girîng e. Carinan dema di serê xwe de guhdariya melodiyekê dikim, hay jê çê dibim ku ev melodiya kurdî ye. Yanî hay jê çê dibim ku ew di asasê xwe de ne bi tirkî ne. Dibêjim teqez ev ya a kurdî ye an jî ya ermenkî ye. Aşkerebûna vê yekê pir girîng e.” 
 
Aslan, dest nîşan kir ku ev yek ji bo dimilkî jî wisa ye û woha domand: “Mînak; ‘maden daği dumandir’, ‘Bitliste beş mînare’. Tirkiya wê pir ecêb e. Dema mirov guhdar dike hay jê çê dibe. Wek muzîka lazî. Bi laziyî tiştek tê gotin, lê dem abi tirkiyeke şikestî tê gotin gel dibêje qey ev bi lazî ye. Lê ne wisa ye. Ew devokeke tirkiyeke şikestî ye. Zimanê wê yê dayikê heye. Divê ew derkeve holê.” 

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply