Albûma Koma Serxwebûn a bi navê “Penaber im” derket.
Albûma Koma Serxwebûn ji 9 sitranan pêk tê û hemû stranên wê neteweyî ne.
Koma Serxwebûn komeke mûzîkê ye û hemû endamên wê ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Berpirsê Koma Serxwebûnê Ehmed Ekaş ji Rûdawê re diyar kir, ev e demeke dirêje kesên ku stranên neteweyî bêjin gelek kêm bûne, lewra ev kom hate damezrandin.
Ehmed Ekaş anî ziman koma wan stranên neteweyî li ser êş, birîn, penaberî, hêvî û şoreşên Kurdistanê çêkirine û wiha domand:
“Stranên albûmê ‘Penaber im’ li ser gelek babetan e. Li ser Kurdistanê û ala wê, serhildanên Kurdan, Newrozê û li ser xweşikbûna axa welatê me ne.”
Ekaş destnîşan kir ku piraniya helbestên albûmê yên wî ne, helbestek ya Dildarê Mîdî, yek ya Xalêd Elî Silîvanî û yek jî ya Can Kurd e.
Rudaw