Albedo Çi ye Looo?

Albedo, bi kûrtasî teybatmendîya tiştekî an cismekî kû karibe şewqa hat ser wê bibiriqîne derve yê. Dereca albedo bi 0-1 ê tê nîşankirin. Di navbera 0-1’ê derece distînê belê tû carî tiştek nabe xwedî 0 û1 derece albedo. Ji ber kû tiştek tûneyê ku bê qusûr şewqê bibiriqîne an bi temamî bimêje.

Gotina Albedo bi piranî di Astronomîyê de tê bikar anîn. Li gorî Astonomiyê cismên ne xwedî şewq, ji çavkanîyekê şewqê werdigre û dide derdora xwe.

Di Sîstema Tavê de ew çavkanîya delal Tave. Hemû gerstêrkên derdora me şewqên tavê digirin dimêjîn û dibiriqînin û em jî ji vê bûyerê re dibêjin albedo. Bi xêra vê albedoyê êvara em karin gerstêrkên derdora xwe bibînin.

Albedoya cismekî li gor şiklên wê, atmospfera wê, ewrê wê, rengên wê, axa wê, çiya û deştên wê tê guhertin. Dinya me şiklo şiklo ye û rengên wê hebkî tîr û reşî ye. Ji ber vê yekê albedoya erda me 0,30 tê qebûl kirin. Heyva me ji ber biçûkbûna xwe 0,12 dereceye û gelekî hindike. Dereca Albedoya heyvê gelekî kême, ji xwe dereca kevirek reş jî 0,12yê. Ev tê ser wê wateyê ku heyva me cismekê xerabe ji bo biriqandinê. Belê dîsa jî her tişt di hedê xwe de ye û heger albedoya heyvê hebekî din bilind bana êvarâ dema heyv derkeve hewceyî lemba ne dikir.

Ka em binerin bê wêkî din çi heye. Di sîstema me ye Tavê de gerstêrka xwedî albedoya herî mezin bê gûman Venûs(Stêrka sibê-şevê-şivanan)e. Bi xêra vê albedoya mezin em êvara Venûsê gelekî xweşîk û biriqandî weke stêrkekê dibînin. Venûs di bin ewrên gasê fetisîyê û bi xêra wan ewran şewqê ji hemû gerstêrkan baştir bi paşde vedigerîne. Albedoya Venûsê, 0,75 dereceye û gelekî bilinde.

Gerstêkên din: Berçîs(Jupîter) û Gelawêj(Satûrn) xwedî 0,34 derece albedoye yên din Tîr(Merkûr) 0,12, Behram(Mars)0,16, Ûranûs 0,29, Neptûn 0,29 û Plûtoya reben jî 0,40 dereceye.

Tiştekî ecêb heye, peyka Satûrnê Enceladus li ser rû bi temamî ji hêla qeşayê hatîye pêçan. Ji ber vê yeke weke stêrkek spî dibiriqîne û xwedî 0,99 derece Albedoye.

 

Umran Akhamur

astrokurdblog.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply