Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Dîrok / Alayiyên Hemîdî

Alayiyên Hemîdî

Kî ji Alayîyên Hemîdî hez nakin, ji wan nefretê dikin, hesûdî û korazî dikin, wan weka reqîbên xwe dibînin?
Kî naxwezin Kurdistan – ku ji sala 1847ê va bê otorîte ye – xwe bixwe îdare bike?
Kî naxwezin Kurdistan otonom be, xwediya otorîteya xwe ya mehellî be?
Kî naxwezin dezgeyên parastina Kurdistanê ji eşîretên Kurd û Kurdistanê bêne avakirin û Kurd bikaribin welatê xwe ji dijminan biparêzin?
Kî naxwezin careke din artêşên Kurdistanê zexim bibin û Osmanî bikaribin sînorên İranê û Qafkasan ji hêrîşên Urusatê û Eceman bidestê Kurdan biparêzin?
Kî naxwezin ku ji Entabê heya Cizîrê Kurdistan ji êrîşên eşîretên Ereban bi destên Mistoyê Mîrî û bi taybet bi berevaniya Brahim Paşayê Millî bête parastin û Ereb bibînin ku vaye çekdarên Kurd, welatê xwe, Kurdistana xwe diparêzin?
Eger em Kurd bizanin dijberén Alayîyên Hemîdî kî ne, em ê bibînin ku dijberên van alayiyan ne dostên Kurd û Kuardistanê ne. Em ê bibînin ku derdên wan ne Kurdin, derdên wanên mezin ewin ku gava otoriteyên Kurdan çêbin, ê dîsa Kurdistan bere bere dagere zemanê mîrekan ku wan mîrekîyan ne kêmî 600 salan li ser axa xwe bi aştî, azadî, dadmendî û aramî hukum kiribûn.
Dewletên Xaçparêz ji İtalyayê û Yunanîstanê bigre heya Brîtanyayê, Amerikayê û Urisatê jî daxil hemî bi hiddet û bi şiddet li hemberê vê tenzîmê derketin.
Berîya ku ev tenzîm bêtin avakirin 10 salan, Şêx Ubeydullayê Nehrî gava ku dest bi serhildaneke Kurdistanî kir, gelo bo çî Urisat û bi dewletên mezin yê Roavayê va herdû piyên Sultan Ebdilhemîd kirine ferek sol û serhildana azadiya Kurdistanêdi heman demê da bi destê Siltan Ebdilhemid dane rawestandin?
Lewra, wan emperyalistan hê serê sedsala 19 yê xistibûne serê xwe ku otoriteyên Kurdistanê bifelişînin.
Kî çi dibêje bila bêje, armanca dewletên Xaçparêz ne ew bû ku ‘merkeziyeta osmaniyan’ ava bikin. armanca wan ne ew bû ku dewleta Osmaniyan bibe dewleteke modern. Daxwaz û derdê wan ew bû ku mofika pişta Osmaniyan bişkênin, Kurdan bê otorite bihêlin, dijmintiya navbera Kurd û Osmaniyan kûr bikin û Osmaniyan ji xerîta dinyayê reş bikin.
Di binê sîwana van dewletan da Ermenî û bi Urisatê va neyarên kokê Alayîyên Hemîdî ne. Di serda jî Ermenî naxwezin ku dû û dûman ji ocax û rojinên pêşkêş û mezinên Kurdan bilind bibe. Dixwazin çira Kurdan bitefe ku li ser axa Kurdistana qedîm Ermenîstanekê gewre û bidilê xwe ava bikin.
Wê demê du Hacî Musa Beg hebûn li Mûşê û li Kavara Tetwanê; Hacî Mûsa Begê Xoytî (Xwêtî) û Hacî Mûsa Begê Kêsanî. Digel ku ev Hacî Mûsa Begê Kêsanî Ermenî ji kuştin û talankirin û zordestiya dewleta Osmanî parastibûn jî, Çeteyên Ermenan Hacî Mûsa Begê Kêsanî kuşt û bi tehdîd û daxwaza İngilîzan Ebdilhemîd mecbûr kir ku Hacî Mûsa Begê Mûşî bi sirgûnî bişîne Medîneya Minawer.
Piştî dewletên ecnebî û keysperestiya Ermeniyan, em dibînin ku fermandarên Osmaniyan yên rutbebilind giş bi hevra gazinan ji Sultan dikin û ji Ebdilhemîd ra dibêjin “Ev Alayîyên Kurdan rojek ê bibin bingeya Kurdistana serbixwe”. Ev iddîaya ‘Kurdistana Serbixwe’ ji terefê dewletên xaçperest va jî tê kirin. Ebdilhemid şiyar dikin, naxwezin Kurdistan ava bibî. Boçî naxazin? Bo Kurdistan bimînê bê otorite, liser axa kurdistanê projeyên xwe tetbîq bikin. Çewa ku paşalerên dewşirme ji Kurdistaneke serbixwe diveceniqin, dewletên Ewropayê ji wan şowenîstan bêhtir li dijê Kurdistaneke serbixwe dertên.
Jontürk û îqtîdara İttihat û Teraqqiyan hûn giş dizanin ka çiqas nefretê ji van alayiyan dikiran. Van şowenîst û nijadperestên bê quble, Alayên Hemîdi rakirin û wan bi tenzîmên xwe va girêdan, navê wan kirin “Hafif Suwari (redif) Alayları” û qumandarên xwe danîne şûna fermandarên Kurd.
Begên Kurdan ji sala 1847ê va têk çûne. Ew kesên ku bermayîyên wan mabin jî ne otorite ne. Ya weka Mûsa Begê Kêsanî hatine kuştin; ya weka Hacî Mûsa Begê kurê Mîrza Beg ji welat hatine dûr kirin. Ya weka mîrên Miksê tevlî vê tenzîmê nebûne, yaxut weka Malbatên Bedirxaniyan û Xan Mehmudiyan û yên din li sirgûnan di binê esaretê da bi çend qurûş meaşên dewleta Osmanî jîyana xwe didomandin. Kurd bi carek êsîr û bende ne. Kurdistan perîşan e. Kurd belengazin, tenê li bajarê Amedê 5000 kes di soqaqanda ji birçîyan dimirin. Ev belengaz ne bajarînin. Osmaniyan ji ber ku xelqé bigré bibe ekser û vergiyé ji gundiyan bistîné, gundî direvin tine bajaré Amedé û mixabin ku bajarî li wana xwedî dernakevin, di wî halî de telefateke mezin rû dide.
Li welat kî mane? Axa û şêx. Şêxên Kurdistanê, Neqşebendî û Seyid in. Axaler jî bi taybet ew axayên xwedan eşîr in. Têkilîya şêx û seyîdan dibe ku bi Osmaniyan ra hebe. Lê ew weke şêwirmenda nin. Bi karbidestên Osmaniyan va, bi wali, miteserif, qeymeqam û fermandaran va irtîbata wan şiddiyayî ye, bi manaviyetê hatîne kamuflekirin. Bi gelemperî karbidestên Osmaniyan çi sivîl û çi leşker xwe weka mirîdên şêxan lanse kirine, bi hevra dişêwirîn û Kurdan bi fetl û finazû dolab û duayan eyar û balans dikin. Di vêderê da şêxên mistesna û dirist jî hene. Kes nikarin Şêxên Nehrê, Xeydayê, Basret, Pîran û bi hevalbend û mensûbên Şêx Seîd Efendîyê Kal va, Şêxên Berzencî û bi taybet Barzaniyan bixe vê kategorîyê. A niha ku meriv berê xwe dide hal û ehwalên şêx û seyîdan, meriv dizane ka kî hevalên Osmaniyan û Cimhuriyetê ne û kî dostên Kurdan in.
Begên berê, beglerên qedîm weka malbata Bedirxaniyan ku 1000 salan bêhtir hukumdarî kirine, ne mimkine ku tenzîma axalerên Koçer biparêzin û kêfa xwe ji Alayîyên Hemîdî ra bînin. Em di neşriyatên Bedirxaniyan da vê rewşê bi keys dibînin. Mebest ji vê ewe ku begên eslî, beglerên qedîm hêja jî fermandar û mîrêmîranên Hemîdîyan ango meznayîya koçeran di ser xwe da napejirînin. …
Şêxên Neqşebendî hema hema hemîyan tekyeyên xwe li dora bajarên Mîran yên hezarsale avakirin û di şûna medreseyên şaristanîyên Mîran da Hucreyên Feqiyan vekirin.
Evan şêx û mişayîxan xwest ku hertiştî dejenere bikin; şolî bikin û tarî bikin. Xwestin ku ilm û urfana hemdem û fennî rakin û tesawifeke sofîstîya sivik, sofîtîyeke vingî vala bidine pêş û bi rîya manawiyatê Kurdên belengaz û bê otorîte bipispisînin, bixapînin, nerm bikin û hişê wan kor, ujdana wan mor bikin.
Ewan hîç nexwest ji Kurdan ra bêjin mîrên me hebûn, begên me hebûn, şarıstaniya me hebû, osmaniyan otoriteyên me hilweşandin em hiştine bê otorîte û bê dewlet. Ew hêja jî newêrin qala zemanê mîran bikin.
Ewan nexwest qala Şeref Xananan bikin û di wan hucreyên xwe de yên ku wan dixwest mejîyên insanan vala bikin hîç Şerefnameyê nedane xwendin û hêjajî nadine xwendin.
Şêxan hîç ji Alayîyên Hemîdî hez nekir. Axalerên koçeran, heryek dibe serfermandar û xwedan ritbe. Hisaba waliyan û paşayên ritbebilindên Osmaniyan nakin. Raste rast bi Siltan va û Zekî Paşa va girêdayî ne. Şêx baş dizanin wê zarokên van fermandarên koçer bixwînin û Kurdistan wê careke din bighîje otorita xwe ya îdarekirina xwebixwe.
Kêfa eşrafên bajaran, burokratên bajaran, tuccarên bajaran ku eva ji 40 salan bêhtire raste rast di binê hikmê Osmaniyanda ne, kêfa wan ji pêşkêşiya eşîrên koçerên ne xwenda û neteraştî ra nayê. Bajarî çewa ku sala 1950yê da DP ya Menderes nedivaran û nedixwestan çavên gundiyan vebin, her wisa wê demê bajariyan ji Alayiyên Hemîdîye ra digotin ‘eşqîya’ … Ziya Gökalp mînake ku ji İbrahim Paşayê Mîllî ra digota “Şaqî Birho”… Brahim Paşayê Millî ji heft babên xwe va ji maleke xanedan bû, bi nijata xwe ji malbta Eyyubiyan bû lê, li gora bajariyan ew gundî bû ango bi gotina xwendevanên bajarê Amedê ew “şaqî” bû.
Kêfa xwendevanên Kurd yên wê gavê jî weka xwendevanên vêgavê ji Alayiyên Hemîdî ra nedihata. Lewra xwendevanên me ya di binê tesira seyid Ebdilqadirê Nehrê da, ya di binê bandora Bedirxaniyan da ango di binê tesîra Jontirkan da bûn. Wan jî neyartiya Ebdilhemîd dikir û hewar hewar ketibûne peyî ittihatçiyan. Xwendevanên me çewa ku îro jî bi piranî li pirsa Kurd û Kurdistanê şaş difikirin, wê demê jî aqilên wan ji kîsî xelqê bû. … Ligel rêz.

Şakir Epözdemir-Netewe

 

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir