Ahmedê Hepo – 80

Ahmedê meyî Hepo  80 salî ye. Tê bêjî duh bû. Em nivîskarên gênc bûn, xwendevan, heval… Rojnema RIYA TEZE, Radiyo para axaftinê kurdî, sêksiya nivîskarên kurd, ciyêrasthatinên me bû. Yêrêvana salên şêstî-heftêyî, bîranîn… Paşê Ahmed çû Bekûyê.

Çiqas zû sal derbas bûn.Emir çemekî leze. Emrê me wek çemekîçiyê lez û bez derbaz bû.

Hevt xazya min li wî bendeyî kê karekî pey xwe dihêle.

Ahmed hebûneke ruhîye mezin gelê xwera daye ser hev.

Ez bi dil û can 80 salya hogirê xweyî qelemê,niviskar, zanyar, karkirê civakîyî navdar, welatparêzê hêja Ahmede Hepo pîroz dikim, jêra sehet-qewatê, tunduristiya qenc û salê dirêj dixwezim.

***

Ahmedê Hepo 20 ê gulanê sala 1934 a li gindê Şirranê (niha ew gund tune) nehiya Artaşatê (berê Qemerlû) komara Ermenistanê ji dayîk bûye.

Pêşiyê wî li berpala çiayê Agirî jiyane, ji êla Birûka, qebîla Memika ne. Sedsala 18 a ji bo menîke çûk, ji wî aliyê çemê Erez, derbazî aliyê dinê bûne û ew gund ji xwera ava kirine.

„Ew der quntara çiê ye. Jorda ava kanikê dike şirre-şirr dikşe, hema bona wê jî navê gund datînin Sirran,-nivîskar dinivîse. Paşê dîsa vedigerin Tirkîya îroîn, Kurdistana Bakûr“.

Sala 1926 a ji, dest rewşa aloz tevî bi sedan malbetên kurdan, malbeta Hepoyê Bedo û Gulistana Îsa jî ji Bakûrê Kurdistanê derbazî welatê Sovêtê, navça Naxîcêvanê û Ermenistanê dibin. Malbeta nivîskarê paşdêmiyê têne bal qewm- pismamên xwe li gundê Şirranê, Ermenistanê da cî-war dibin.

Ahmed zaroke sê salî bûye dema kurdên musulman ji Azerbeycan û Ermenistanê nefî (sirgûnî) Qazaxistanê û komarên Asiya navîn dikin.

Malbeta Hepoyê Bedo û Gulistana Îsa jî bi seda malbetên din va dibin komara Qirqizstanê, herema Celal-Abadê, gundê Kok-Yangakê.

Ew warê kanê komirê bû.

Rewşa jiyana kurdên  nefîkirî  bicarekêva hatibû guhestin. Ne sitara jiyanêye pak dabûn wan, ne jî derheqa aboriya wan da difikirîn. Qewm-pismam û mirovên hev jî ji hev dûr xistibûn, nedihîştin gund yan avanekê da rex hev bijîn. Telebextra tevî qewlên jiyanê usa jî qewlên xezayê hatibûn guhestin. Kurdê  nefîkirî di wan kanên komirêda didane xebatê.  Xelkên deverên çiya û zozanan, yên ku tim heywenetxweyîkrnê va

mijûl bûbûn, nexwendî  bûn, jî têxnîkayê serederî dernedixistin wur li bin erdê da kar dikirin û zû-zû nexweş diketin diketin bin qeziya, yan qop-seqwt dibûn, yan jî teyax nedikirin, dimirin.

Salne pirr dijwer bûn. Malbetên nefîkirî di bin çavdariya wekîlên hukumatêye ewlekaryê da bûn, mafê wan tune bû ji gundekî biçûna gundê cînar – dîtina merivên xwe .

Mala apê wî li gundê Kok-Yangakê, kolxoza Oktiyabirê, du-sê km dûrî gundê wan cî-war  kiribûn. Navbera herdu gundada niqitka leşkerî hebû. Destûra dê-bavê wî nedidan herine dîtina mala apê. Ahmed biçûk bû, kesî guh nedida ser çûyîn hatina zarokan. Ahmed bûbû wek qasidekî navbera herdu malên bira. Ewî derd û kulên herd malan dibir –tanî.

Çawa dibêjin, van gişkan hê zarotiyêda bi teniya reş dilê Ahmed da ciyê xwe digire û sal derbaz dibin, ew bobeletana dibine mijara romana- “Birîn” ê, ya ku bi dilêşî tê xwendin.

Ji pey  nifûkirina deh salan ra deshiletdariya sovêtê destûrê dide wekî nefîkirî vegerin cî-warên xweye berê. Malbeta Hepoyê Bedo jî, tevî geleka, berê xwe didine Ermenistanê. Hukumata Ermenistanê pê dihese, ku kurd vedigerin destûrê nade. Hukumata  navendî ra dinivîsin, ku ermenî ji welatên dereke vedigerin Ermenistanê ciyê wan tenge.

Kurdên ji nefîkirinê vegeryayî li nehyên Yêvlaxê, Xanlarê, Kasim-Îsmayîlovoyê û cî-warên dinda (Komara Azerbaycanê) dihêwirîn. Mala bavê nivîskar li nehiya Yêvlaxê, sovxoza ser navê„28 Aprêlê“ da  cî dikin. Vira Ahmed dibistana navîn bi dewî dike.

Sala 1959 a bona xwendinê Ahmede  cîwan tê bajarê Yêrêvanê. Di nav jiyana wîda demeke nû dest pê dibe. Xortê jêhatiyî merîfet li vira rewşenbîrya kurdara dibe nas, hînî elfeba kurdî dibe, gotar û înformasyonên biçûk rojnema “RÎYA TEZE”  û  para axaftinên kurdî ya radîoya Yêrêvanê da diweşîne.

Ji pey xebata salekê ra (fabrîka percen avtomobîla), sala 1960 î para azerbaycanî ya Înstîtûta pêtagogiyê li bajarê Yêrêvanê tê pejirandin. Sala 1964 a bi serketin xwendina bilind xilaz dike û rêdaksiya rojnema „RÎYA TEZE” da derbasî xebatê dibe.

Nivîskar sala 1970 î malêva destguhestî bajarê Bekûyê, komara Azerbaycanê dibe.

Wê komarê da mecalê pêşdabirina çanda kurdewariyê tunebûn. Ahmedê Hepo karê xweyî walatparêziyê wura jî pêjda dibe û bi kar û barê xwe siyaneteke mezin li nav kurdên wê derê da dest tîne.

Ji pey hilweşîna qaydê sovêtêra vira jî nermayî dikeve siyasetê netewyê. Ji bo xweyîkirina hinek mafên kêmnetewan gav têne avîtin.

Dema li Azerbaycanê navenda çanda Kurdî “Ronahî” hat demezirandin (1991) ew wek serokê wê hat bijartin. Sala 1992 a, rojnema kurdî ya „Dengê Kurd“ tê weşendin, Ahmedê Hepo dibe berpirsiyarê wê. Sala 1993 a di Têlêradîoya Azerbaycanê ji bona kêmnetewan usa jî bi zimanê kurdî, hevtê du cara, her care 15 diqîqa berneme tê dayînê, Ahmedê Hepo tê kivşikirin wek serwêrê wê parê.

Bi gilîkî, gerekê bi  şêkirdarî bê gotin, ku di nav civaka kurdên vî walatîda nivîskar, ronakbir,  welathiz Ahmedê Hepo qedirekî hêja dest aniye, roleke mezin lîstiye û dilîze.

Niha jî li wur dijî û diefirîne.

***

Jiyana nivîskar, folklorzan, lêkolînvan, werger Ahmedê Hepo ya efrandariyê salên  şêstî, sedsaliya derbazbûyîda dest pê dibe. Gotar, kurteçîrok, vekolînên wîye derbarê zargotinêda, nimûnên zargotinê ku wî berev kiribûn rojnema „RÎYA TEZE“ û  para axaftinên kurdî ya radîoya Yêrêvanê  da tên weşendin, berevokên zaniyarên zargotinêda ciyê xwe digrin. Hê dema xwendevanê înstîtûtê bû, berevoka wî ya kurteçîroka bi navê „Adar“ bi rêdaktorîya nivîskar Sihîdê Îbo  tê weşandin. Wek nivîskar li nav xwendevanên kurdda tê naskirin. Kurdzana rûs e bi nav û deng Margarîta Rûdênko nama xwe ku jêra şandibû, dinivîse: „Min kitêba we „Adar“ xwend. Ewa xweşa min hat. Ez bawarim, wekî heqî qelema we wê wejêya kurdan di aliyê rastesera nivîsarêda (piroza, nivîsara vekirî) wê pêşda here.“

Berevoka wîye duda ya kurteçîroka sala 1975 a dîsa li Yêrêvanê çap dibe. Peyra navbirîke mezin dikeve di nav weşendina efirandinê wî. Sebeb ew bû ku li Komara Azerbaycanê bi kurdî tu tişt nedihat weşendin. Nivîskar bê hîvî nabe, xebata xwe ya efrandariyê berdewan dike, bi wê bawariyê, ku rojekê bê wê komarê da jî kitêbên kurdî bên çapkirin, ewê jî karibe efrandinê xwe biweşîne. Ew daxweznema deshiletdariya komarê ra dinivîse lê tim bersîva nêgatîv distîne.

Despêka sala 1990 î komarêda biryar hate dayîn ku bi zimanê gelên kêmjimar: talişa, lezgînan, nav wanda usa jî kurdan kitêb, kovar, rojneme bêne weşandin.

Hema wê salê pirtûka nivîskar e kurteçîroka „Bawarî“ hate weşendin. Wê û romana „Birîn“ (1996) dengekî mezin nava kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn da derxistin, nav- rûmetekî hêja xwedanê xwera anîn.

Hê zarotiyê da wî zargotina gelê xwe hiz dikir, bal çîrokbêj û dengbêjan rûdinişt, nimûnên zargotinê berev dikir, dinivîsî. Nivîskar temamiya jiyana xweda li rex efrandariyê berevkirin û lêkolînkirina nimûnên zargotina kurdava mijûl bûye. Dema li Azerbeycanê mecalên kurdewarî tunebûn ewî karne berbiçev li ser bi zanestî lêkolîna zargotina kurda kir û gotar kovarên wurda weşendin. Sala 2002 bi pirtûkekê nimûnên zargotinê ku wî berev kiribûn bi navê „Karûbarên gelê Kurd“ weşend.

Romana wî „Birîn“ (2009 û pirtûka wî ya kurteçîrokan bi navê „Rêwîyê bê mal“ (2006)  li welêt, Herêna Kurdistanê- bajarê Hewlêrêda  jî hatine weşandin.

Ahmede Hepo salên dirêj wergerê va mijûl bûye. Ewi  gelek efrandinên nivîskarên azerbaycaniyên mezin Mêhdî Hûsêyîn, Enver Memmedxanlî, Mîrza Îbrahîmov, Gulhusêyîn Husêyîn oxlû, Suhrab Tahîr û yêd mayîn wergerandine û kirye malê xwendevanê kurd.

Meydana karkirina nivîskar berfire ye. Ewî derbarê kesayiyên dîrokî, ulmdar, nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên gelê Kurd yên bi nav û deng  bîranîn jî nivîsiye, edebyetzaniyê va mijûl bûye, rêdaktorî pirtûkên gelek nivîskarên kurdê Azerbeycanê kirye, nava civakê da xebata kurdewarî kirye û hvd.

Ahmedê Hepo endemê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanêye.

Berhemên Ahmedê Hepo yên weşendî:

  1. Adar, kurteçîrok, Yêrêvan, 1965.
  2. Emir gul vedide, kurteçîrok, Yêrêvan, 1975.
  3. Bawarî, Povêst, Bakû, 1990.
  4. Birîn, roman, Bakû, 1996.
  5. Karûbarên gelê Kurd, zargotin, Bakû, 2002
  6. Hêsirê Xwînê, Kurteçîrok, werger ji wejêya azerîya, Bakû 2002.
  7. Rêwîyê bê mal, bîranîn-povêst, Bakû-2007
  8. Xemildarên jîyanê, bîranîn, Bekû, 2010.
  9. Birîn, roman, Hewlêr, 2005.
  10. Rêwîyê bê mal, Hewlêr, 2006.
  11. Du evindar, du gulle, werger, pirtûka helbestvan, nivîskarê Azerbaycane Suhrab Tahîr, Bakû, 2009.

Derbar Rêvebir

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Şiroveyek

  1. Kinyazê Hoppo

    Memikî bereka êla Birûkî nîne, bereka êla Redkî ye.

Leave a Reply