عن أنسٍ ? أن رسول الله ? كانَ يتنَفَّسُ في الشَّرَابِ ثَلاثاً .
Ji Enesê kurê Malik (r.) hatîye rîwayetkirin ku Pêxemberê Xwedê (s.) av di sê bêhnan de vedixwar.
Buxarî û Muslim rîwayet kirine.
وعن ابنِ عباس قال: قال رسول الله ? : لاَ تَشْرَبُوا وَاحِداً كَشُربِ البَعِيرِ، ولكِنِ اشْرَبُوا مَثْنى وَثُلاثَ، وَسَمُّوا إذا أَنْتُمْ شَرِبْتُمْ، وَاحْمَدُوا إذا أَنْتُمْ رَفَعْتُمْ .
Ji ‘‘Ebdullahê kurê ‘‘Ebbas (r.), got: Pêxemberê Xwedê (s.) gotîye: “Hûn wekî vexwarina hêstiran di yek carê de venexwin. Bes di du bêhnan de û yan jî sê bêhnan de vexwin. Wextê we dest bi vexwarinê kir navê Xwedê bînin û wextê we têr vexwar jî hemdê Xwedê bikin.”
Tirmizî rîwayet kirîye û gotîye ev hedîs hesen e.
وعن أبي قَتَادَةَ ? أن النبيَّ ? نَهَى أن يُتَنَفَّسَ في الإناءِ .
Ji Ebû Qetade (r.) hatîye rîwayetkirin ku Pêxember (s.) men‘a bêhnberdana di firaxê de kirîye.
Buxarî û Muslim rîwayet kirine.
وعن أنسٍ ? أن رسول الله ? أُتِيَ بِلبَنٍ قد شِيبَ بِمَاءٍ، وعَنْ يَمِينِهِ أَعْرَابيٌّ، وعَنْ يسَارِهِ أبو بكرٍ ، فشَرِبَ، ثُمَّ أَعْطى الأعْرَابِيَّ وقال: الأَيْمَنُ فَالأَيْمَنُ .
Ji Enesê kurê Malik (r.) hatîye rîwayetkirin ku ji Pêxemberê Xwedê (s.) re firaxek şîrê bi avê hatîye tevlihev kirin hate anîn. Li Kêleka wî (s.) ya rastê mirovekî bedewî rûniştibû û li kêleka wî ya çepê jî Ebû Bekir rûniştibû. Pêxemberê Xwedê (s.) ew vexwar, paşê da ewî merivê bedewî û got: “Alîyê rastê teqîb bikin.”
Buxarî û Muslim rîwayet kirine.
وعن سهل بن سعد ? أن رسول الله ? أُتِيَ بِشرابٍ، فَشَرِبَ مِنْهُ وعَنْ يَمِينِهِ غُلامٌ، وعن يَسَارِهِ أَشْيَاخٌ، فقال للغُلامِ: أَتَأْذَنُ لي أَنْ أُعْطِيَ هؤُلاَءِ؟ فقال الغلامُ: لا والله، لا أُوثِرُ بِنَصِيبي مِنكَ أَحَداً، فَتَلَّهُ رسولُ الله ? في يدِه.
Ji Sehlê kurê Se‘d (r.) hatîye rîwayetkirin ku ji Pêxemberê Xwedê (s.) re vexwarinek hate anîn û ewî (s.) jê vexwar. Li Kêleka wî (s.) ya rastê zarokek hebû û li kêleka wî ya çepê jî mirovê kal hebûn. Pêxemberê Xwedê (s.) ji ewî zarokê re got: “Tu destûra min didî ku ez evê bidime van kalan?” Zarokê got: Naxêr, bi sond. Para min ya ku ji alîyê te ve hatîye ez nabexşînime tu kesî. Vêca Pêxemberê Xwedê (s.) jî ew vexwarin da destê wî.
Buxarî û Muslim rîwayet kirine.
Baxên Qencan (Rîyadu’s-Salihîn)