Ava kirin ava kirin e ger çîrok bê an gotar bê an helbest bê
Ev ne şîretên pirîfîsorekî pispr e di wearê hûnandina kirasê helbestên ciwan de li ser rûwê vê gozemînê, lê wek xwendevanekî sewdayê vexwarina rondikên hestên cur be cur ji kaniyên helbestên cîhanê, ewê demeke ne kin bi eşq û vûn çanda biyaniya daqirtanî, ezê wê nirîna ku li ba min hatiya avakirin piştî wê ger û vexwarinê, ji ber vê yekê dibînim wek nivîkar ji bo ku tu helbestekê binivîsê:
dibê berî her tiştekî tu bi çek û rextên hunerî ji hundir de were têrkirin û ji derve de bi zîn û zengî û merc û hulma wê hunerî were alandin
û tu bê poşmanî dev ji ferhengên hemûyan berdê
û tenê ji guhanê manga xwe peyva bimijê
Lê ra ku te gencîneya peyva ji xwe re hembêz kiribê jî
Dîsa jî gencîniya şora bi tenê te nakê xwedî rolekî balkêş û bandor di berhemên xwe de
û ji bo ku wê çeperê jî tu bi hêsanî û serast derbaskê
dibê tu berî gotina li dû xwe rakeş kê
Hestek an ramanek an mijarek an kêşeyek an wêneyek bi hêrs te vegijgijînê
lê dibê tu baş hajî berhemê xwe kê
çimkî dibê di ferheng derya peyvan de tu nikaribê bi hemî tîpan re melevaniyê bikê
Lewra tenê tu karê gulîstanekê ji şora di serê xwe de biçînê
Da ku her tim tûrê pyeva û tîrên te jî li ber kevanê armanca nivîsandinê amade bê
Lê dîsa jî pergala helbestê temam nabê
lewra dibê tu bedena wê bi pir tişta avdê û fodil bikê
da ku her xwendevanekî gava serdana wê perçe hunerê kir
ew berhemî te pêşkêş kirî karibê ya wî di nav ewran re bi xweş wêneyan bigerînê
ya jî bihêlê ew bi dilsozî bi pê ramanên ku te li seranserî xaka berhemê weşandine kevê
an ji nişkava di her çend xêzan de tu karibê wî an wê veciniqînê
an bi hêz tu karibê heşê xwendevan li hev xînê
û dibê ji jor ta jêr xeftanê wê berhemê tu bi hestên vegerê an ramanên balkêş an bîranînên bi kuzûr û êş an bi hevokên şahiyê an bi wêneyên cur be cur bixemlînê
Lê dîsa jî helbest nayê temam kirin ger bi hastên gerim peyv li dû peyva bi ser dil û mêjû de danerivin
û tenê bingeha helbestê wê were danîn
Gava hemî an bêtirî alavên li ba te tu baş bikar bînê
û li dawiyê tu cilên xwe yên taybet, Bi ser bedena wê de berdê
Da ku bi başî an ne qenciya tu bi wê û ew jî bi te were naskirin.
Fodil: ciwan, xweşik, ew wek peyv li herêma efrînê pir bikar tê
Nivîskar:
Majêd A mihemed
www.candname.com