Cumartesi , Şubat 27 2021

Abdullah Încekan: Ziman bingeha miletekî ye

Welatên serdest Kurdistanê dabeş kirin ku Kurd neçar man derkevin derveyî welat, lê li diyasporayê Kurd zêdetir nêzikî hevdû bûne. Ji cihên bav û kalên xwe yên ku sînor di nav wan de dabeş bûne, li wê derê nayêne dîtin. Lê li sînorên welaten ziman û kulturên cuda yên welatên Ewropayê yan jî welatên din yên ku Kurd neçar bûne mişext bibin tên dîtin.

Di derbarê mijara ziman, nasname û kultur de bi berdewamî diyasporaya Kurdî bandoreke baş hebûye li ser ziman û kultura Kurdî.

Pedagog û lêkolînerê Kurd Abdullah Încekan di hevpevînek taybet ligel peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno de behsa ziman, nasname, çand û wêjeya Kurdî û bandora diyasporayê li ser van mijaran kir.

Abdullah Încekan dibêje di nav Kurdên Almanyayê de jî asîmîlasyon gelek zêde bûye gava tu mêze dikî wek retorîk dibêjin Kurd polîtîze bûne, li aîdîyeta xwe, li nasnama xwe ya Kurdewar, xwedî derdikevin, loma zarliya xwe ya Kurdewar, xwedî derdikevin, loma zarliya xwe veya Kurdî nizanin û tenê navên wan bi Kurdî ne.

Încekan dibêje: “Zarok û ciwan li aîdiyeta xwe û li nasnameya xwe xwedî derdikevin, lê ji ber ku dêûbav bi tevahî civaka Kurd, partiyên Kurd, siyasiyên Kurd, entelektuelên Kurd qedr û qîmetê di nadin ziman, ev. “

Zînar Şîno: Kurdan li diyasporayê bandoreke çawa li ser ziman, nasname û kultura Kurdî hebûye?

Abdullah Încekan: Bi gelemperî mirov dikar bibêje bandoreke erênî çêbûye. Kurdan li diyasporayê dest bi weşana Kurdî kirine. Wekî kovara pêşîn a Mîqdat Bedîrxan bi navê Kurdistan li Qahîreyê derxistiye. Di van 60-70ê salên dawî de xebatên ji bo pêşxitina ziman û edebiyata Kurdî li Ewropayê xwe gihad asteke gelek baş û bilind. Berhemên Kurdan li Almanyê, Swêdê bi tevahî li welatên Ewropayê derketin. Kurdên ku hatin van welatan, li van welatan bi hebûna xwe, zimanên xwe û bi çanda xwe hesiyan û azadiyeke jî dîtin ku berên xwe bidin van berheman. Medya û televizyonên pêşîn bi Kurdî li Ewropayê ava bûn.

Potansiyeleke mezin a Kurdan li van welatên Ewropayê heye. Herî zêde jî li Almanyayê heye. Ew potansiyel encama wê an jî berhemên ji vê potensiyela mezin berhemên kulturî, zimanê kêm e an jî dikare baştir bibe?

Elbet dikare baştir bibe. Ji ber ku li Almanyayê milyonek û 200 hezar Kurd dijîn. Ev nifûseke gelek mezin e. Li ser rûyê erde gelek dewlet hene ku nifûsa wan di binê milyonekî de ne. Kurdên li vir digel ku bi hejmar gelek zêdebin ev xebatên di hêla çand, ziman û hunerê de ne di wê astê de ku mirov bêje xebateke baş e.  Di vî aliyê de helbet kêmasî gelek mezin in. Eleqeya vê yekê jî bi demografiya Kurdên Almanyayê re heye. Kurdên Almanyayê di sala 1961 de bi hejmareke mezin destpêkirin ku koçî Almanyayê bikin. Berî wê hebûn, mala Bedîrxaniyan û henekên din ji bo xwendinê hatibûn lê bi girseyî bi karkeran ve ev destpêkir. Ev tiştekî balkêşe gava yên ku hatin vir piraniya wan ji dev û dorên gundewar hatin, nifûsa ku hate vir, nifûseke xwende û zane nebûn. Nifûseke gundewar bû loma heta ku zarokên wan yan jî dev û doren wan bi çand, ziman edebiyat re eleqedar bûn gelek wext derbas bû.

Divê mirov sosyolojiyê jî li ber çavan bigre, nifûsa ku hatibû vir xwendan nebûn.   Nifûsa ku hate vir sê nifş hatin, yek di salên 61 heta 70yî re karker hatin, careke din di salên 79-80yî de penaberên ji ber derbeya leşkerî hatin û piştê wî di salê 90î heta 97 û 98an ji ber şerê li welat yên Bakur şerê li welat yên sisiya hat, bi sedhezaran Kurd reviyan vir. Di nav pêla pêşîn û ya dawîn de gundewar zêdebûn, di ya navîn de ew jî xwe zêdetir didan welatên Skandînav wek Swêd, Norwêc. Bi gelemperî mirov dikare bêje Kurdên Almanyayê xwendina wan kêm bûye.

Te bixwe jî pirtûk çêkirine ji bo hînbûna zimanê Kurdî bi taybetî ji kesên ne Kurd re. Li welatên Skandînavî fona berhemên Kurdi dihate kirin. Ew nivîskararên ku li Swed û Norwêc bûne gelek alîkariya wan dihate kirin. Li vê derê ew tinebûye. Çewa Kurd dikarin van derfetên van welatan bikar bînin ji bo berhemên xwe yên kulturî zêdetir ber bi pêşde bibin?

Xebatên çandî û hunerî bi alîkariya dewletan xwe digihîne astekî. Gelek dewlet hene ku pirtûkxanyên xwe, bi dezgehên xwe, bi saziyên xwe yên dewletê alîkariyê didin xebatên çandî û kulturî. Divê em Kurd berê li xwe mêze bikin, ka nifûseke hewqas mezin mirov çewa dikare hejmara xwendinê, xwedî lê derketina ziman, edebiyat, dirokê li mijarên Kurdewar, mirov çewa dikare hejmara van însan… Ji ber ku li tevahiya Ewropayê piştî salên 90î alîkariya ji bo mijarên çandî kêm bûne. Êdi herkes alîkariyan ji şîrketan digrin. Kurd jî gerek berê xwe bidin vê hêlê. Medya civakî roleke gelek muhîm dileyîze li seranserê cihanê de. Belê berê alîkarî hinek hebû û alîkariya dewletê muhîm e. Lê mirov nikare pişta xwe tenê bide wê hêlê.

Dibistina ku tu lê mamoste yî xwendekarên Kurd hene?

Xwedekarên Kurd hene.

Kurdî dizanin?

Mixabin tu behsa mijareke muhîm û dilbirîn dikî. Ji ber ku di nav Kurdên Almanyayê de jî asîmîlasyon gelek zêde bûye û zêde dibe di nav Kurdên Bakur de. Gava tu mêze dikî wek retorîk dibêjin Kurd polîtîze bûne, li aîdîyeta xwe, li nasnama xwe ya Kurdewar xwedî derdikevin. Loma jî navên zarokan Hêlîn, Havîn, Berfîn in lê gava ez bi wan re bi Kurdî diaxivim, ez bi gelek xemgînî ferq dikim ku piraniya wan bi Kurdî nizanin. Tenê navên wan bi Kurdî ne. Ev jî tiştekê xemgînî ye. Bi vî awayî dewam bike, rewşa Kurdên Almayayê, yên Fransayê li tevahiya Ewropayê dê Kurdên Bakur bihelin biçin. Sedemekî vê jî ew e ku êdî nifşên çara pênca li vê derê ne. Ev nifş adapteyê jiyana vê derê bûne. Bi ziman, bi kar, bi jiyana profesonel û dê û bavên nifşên nû yên ku mezin dibin ew jî bi Almanî dizanin. Loma jî her ku diçe rola Kurdî di vir de kêmtir dibe.

Di nav ciwanan de weke fenomeneke peyda bûye Kurdî nizanin lê baş ji muzîka Kurdî hezdikin. Bi Kurdî nizanin lê di sitûyên wan de nexşeyên Kurdistanê hene, bi Kurdî nizanin lê disa jî bi berdewamî dibêjin em herema Kurd in . Ev fenomenî ji aliye sosyolojiya wisa jî bi ziman, kultur û edebiyatê binûda mirov çewa dikare vê binirxîne?

Bi baweriya min ev kêşeyeke gelek mezin e ji ber ku zarok û ciwan li aîdiyeta xwe û li nasnameya xwe xwedî derdikevin. Lê ji ber ku dêûbav bi tevahî civaka Kurd, partiyên Kurd, siyasiyên Kurd, entelektuelên Kurd qedr û qîmetê nadin ziman, ev ziman di nav ciwanan de têk diçe. Loma jî digel ku tu bêjî xwedîlêderketina li aîdiyeta xwe, li Kurd bûna xwe tiştek başe jî, di aîdiyetê de bi baweriya min tişta herî giring ziman e. Gava ziman çû, ​​aîdiyet an jî şexsiyet bi tevahî ber bi têkbûnê ve biçe. Ziman bingeha miletekîye ji bona wî jî divê Kurd siyaseta ziman ava bikin. Em ji bo xwe zimanekî çewa tehayul dikin. Rewşa ziman ew ê çewa bibe, bi ku ve biçe. Gere tevahiya der û dorên Kurdî li ser vê mijarê bisekinin. Mixabin ev jî kêm in di nav Kurdan de.

Abdullah Încekan kî ye?

Abdullah Încekan di sala 1977an de hat dinê. Wî dibistana ewil li gundê xwe xwend û dû re bi malbata xwe re koçê Almanyayê kir. Li wir wî li dû dibistana navîn û lîseyê li zanîngehê beşên Germanîstîk û Tirknasiyê xwendin. Di teza mastera bilind de wî hin xalên di zimanên kurdî û almanî de da berhev û ev xebat jî li eynî zanîngehê hat weşandin.

Wî beşên Almanî wek Zimanê Dudiyan û Pedagojiya Înterkulturel piştî herdu beşên ewil xwendin û di sala 2003yan de qedand. Ew niha li lîseyekê wek mamosteyê ziman û wêjeya almanî dixebite. Abdullah Încekan di sala 2018an de doktoraya xwe ya li zanîngeha Bambergê li Almanyayê di beşa Genel Dilbilim de qedand û pileya Dr. wergirt.

Hevpeyvîn ji malpera rudaw.net ê wergirt – Zinar Şîno

 

About baweri

Avatar

Check Also

EHLAQ, OL Û FELSEFE

Mijarên ehlaqî di esasiya xwe de tevger û têkiliyên mirovahîne. Ev du beşin, yek jê …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir