Roniya Te

Di şevtariyê de bûm
Ji te dûr û bêagah
Bêkes û bêwar li xelekên cudahiyê
Ne  min xwe dinasî, ne dihatim nasîn
Ne jî rêya çep dest ji min dikir
Digel ku min dest ji xwe ber da bû
Li rasta rêya ronî û ber çav
Li bîrên tarî û ligel mar û mûrî bûm
Ew zindiyê li jiyanê mirî, ez jî mirî bûm
Lê li rûyê erda min hilatî
Û min, bi min da nasîn
Çi kes im, çi ins û çi cins im
Dê rojekê, çi wateyê ligel min
Û paş navê min, zêde bikin
Dihê gotin ji pêşiyan
Mirovên çê, li warê xwe dimînin
Û warê xwe şên dikin, warê min
Tu jî li min hatî û hilatî
Bi roniya te min kir felatî

 

Mustafa Rêzan

01.02.2020 & Şemrex

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply