8 werzişkarên Kurd diçin Olympîka 2016 a li Brazîlê

Di yariyên Olympîk a îsal li welatê Brazîlê 8 werzişkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê beşdar dibin.

Deh rojên din mezintirîn çalakiya werzişî ya cîhanê, Olympîka 2016 li Brazîlê dest pê dike.

Di Olympîka 2016 a Brazîlê de 10 hezar û 500 werzişkar ji 205 welatên cuda yên cîhanê amade dibin û di çendîn warên werzişî de dê rikeberiya hev bikin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di olympîka îsal de dê 8 werzişkarên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bibin.

2 werzişakrên Kurd dê di beşa bilindkirina giraniyê û 6 werzişkarên din jî di beşên armancgirtinê, marathon, bale, boks, tenîsa ser maseyê û dûçerxesuwariyê de beşdarî olympîka 2016 a Brazîlê de amade bin.

Wezişkarên Kurd dê di çarçoveya tîma Îranê de li Olympîkê amade bin.

Neda Şahsuwarî, Kiyanûş Rostemî, Mihemedceifer Moradî li parêzgeha Kirmaşanê, Elî Haşimî û Pûriya Newroziyan ji parêzgeha Îlamê û Arvîn Guderzî jî ji parêzgeha Loristanê ew werzişkarên Kurd in ku beşdarî olympîka îsal dibin.

Ji parêzgehên Ormiyê, Sine û Xurasana Bakur ti werzişkarek Kurd bo beşdarîkriin di Olympîka Brazîlê de bo tîma Îranê nehatine vexwandin.

Lê belê Hemze Zerînî di warê boksê û Secad rûzbehanî di warê boksê de, 2 kurdên akinciyê Tehran a paytexta Îranê ne ku di tîma Îranê de diçin bo yariyên Olympîkê.

Di gerên pêştir de jî werzişkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî di yariyên Olympîkê de kiribûn.

Pisporên werzişî yên Îranê pêşbînî kirine, ku Kiyanûş Rostemî di beşa bilindkirina girnaiyê de û Neda Şahsuwarî di beşa armancgirtinê de medalên giring bi dest bînin.

Jêder: Rûdaw

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Gotinên Pêşiyan hat çapkirin

Li bajarê Wanê ji Weşanxaneya Sitavê pirtûkekî 4 cildî li ser gotinên pêşiyan û bav …

Leave a Reply