Pirsname – Gabar Çiyan

Bi Pirsan xwe vebêje

(20 Pirs? – 20 Bersiv √ )

1.Peyva ku herî hez dikî?
G. Çiyan: Tolerans. Tolerans, çavdêrê hîsên bi kîn û neyartiyê ye. Bênfirehî û femkirina kesên din; dost, dijberan dihêne bîra mirov. Bo biryarên aqilane û rast rê vedike.

2. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
G. Çiyan: Van rojan û bêje gelek rojan guhdarê Mihemed Şêxo me. Di peyvên wî de, perçeyek ji jiyana xwe dibînim. Têlên tembûra wî, jana min kêm û rûhê min rehet dike. Stirana ku min dûhî lê guhdarî kir, “eman dilo” bû:

“Di ber min re bihurî û dimeşe/ rêk li ber min wek şeş e
li min kir şeva reş e/ bûm brîndar û nexweş e
dil û kezep tev bûn kûlo/ eman neman neman dilo
ji derdê yarê tim bi kulo/ janê eşqê avêt dilo…”

3.  Ji bo te peyva herî pîroz çî ye?
G. Çiyan:
Şîretên dê û bavê min in. Bi taybetî ên dayika min. Nesîheta wê, “peyvên mirovan nehêşînin û însên brîndar nekin, hilbijêrin”, ji bo min pîroz e.

4.T u ji bo çi dijî?
G. Çiyan: Pêşî, ez însan im. Mîna mirovên din hizir dikim. Hayê min ji nirxên jiyanê; kar, malbat, bawerî, nasname, hîs û helwêstên însanî heye. Jiyan, bi van nirxan watedar e. Mîna ku qet nemrim, her roj, ji bo jiyanek xweş û pêşerojek ronîtir, kar dikim û berxwe didim. Mîna ku sibê dikarim bimrim, wezîfeyên xwe ên însanî, ji bo xwe û derûdora xwe, li gorî fikir û bi qasî karîna xwe, bi cîh dihênim.    

5. Ji kurdan re pêşî çi lazim e?
G. Çiyan: Welatek serbixwe. Xwendin. Heskirin û xwedî derketina nirxên netewî û însanî. Hêviya pêşerojek ronîtir.

6..Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
G. Çiyan: Nefisbiçûkî. Evîndarê ziman û edebiyata kurdî

7. Egîdê te kî ye?
G. Çiyan: Ehmedê Xanî ye. Xanî, dûrbîn û kurbîn bû. Zana û bawermendekî xurt bû. Wî îşaret bi giringiya netewîbûnê û nivîsîna bi zimanê kurdî kiriye.

8. Tu dixwazî li kuderê bijî?
G. Çiyan:
Dixwazim bajarê lê çêbûme û zaroktiya min li wir derbas bûye bijîm. Emrê maye, li bajarê “ser xeta” welatê perçekirî, Nisêbînê, Darê û Mêrdîna kevnare ku bi pir bawerî, pir çandî û pir zimanî ye, bi dawî were. 

9. Kîjan pirtûkê dixwînî?
G. Çiyan: “Islam och Europa”, berhema nivîskar û dîplomatê swêdî Ingmar Karlsson.

10. Tu dixwazî kîjan karî/ pêşeyî nekî?
G. Çiyan:
Haham (rabbîn), keşe û meletî…  

11. Çi te kelecanî dike?
G. Çiyan: Gera li welêt, ziyaret kirina goristana dayika min. Bi Ezana Şerîf re, xwendina Mewluda Kurdî bi dengê seydayekî rîsipî û medrese xwendî.  

12. Çi kelecana te dişikîne?
G. Çiyan:
Kêmasiya hîs di karê hunerî de û ne cidî bûn di karê siyasî û însanî de.

13. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
G. Çiyan: Nebûna welatek serbixwe ye. Xwendin û perwerdêya Jina Kurd e. Heskirin û xwedî derketina nirxên netewî û însanî ye. Hêvî ye.

14.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
G. Çiyan: Kurdî.

15. Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
G. Çiyan:
Mandela, Riya diçe ber bi azadiyê ve…

16. Xewna bextewariya te çi ye?
G. Çiyan: Partiyên siyasî, siyasetvan û ronakbîrên me zimanê xwe î fermî û rojane bikin kurdî.

17. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
G. Çiyan:
Kêfxweşiya zarokan, pêşerojek bi ewle û ronî ji bo zarok û ciwana.

18. Paşeroj/ raborî ji bo te tê çi wateyê?
G. Çiyan: Bi şaşî û rastiya xwe beşek ji jiyan û dîrokê ye. Divê ew ji me re, bo pêşerojek ronî û bê kêmasî, bibe tecrube.

19. Te dixwast bixwe dî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
G. Çiyan:
Min, çend zimanên din jî zanîba û pê bixwenda. Çend instrumentên mûzîkê zanîba û lê bida.

 

 

Zarathustra Gabar Çiyan: Rojnamevan nivîskar Çiyan, ji herêma Tora Evdînê, Darê ye. 1963 an li Nisêbînê hatiye dinyê. Piştî xwendina lîsê, bi rojnamegeriyê mijûl bûye. 1988 an derketiye derveyî welêt. Perwerda xwe li Stockholmê domandiye. Pisporê metbexa Europî; îtalî, frensî û grêkî ye. Perwerda şano dîtiye, gelek salan lîstiye, şanoname û rêzefîlm nivîsî ye. Li ser ”rojnamegeriya lêkolînî” kur bûye û di 93 an de ”Xelata Rojnamegeriyê a Musa Anter” girtiye. Çiyan, ”girêdana xeta kompîtur” û ”ewlekariya taybetî ji bo rêvebirina diravî” xwendiye. Deh salên dawiyê bi pirsa mafê mirovan, mijara “jenosîd”ê mijûl e. Endamê hejmarek saziyên însanî ên navnetewî ”Amnesty International”, ”Reporters Without Borders” û netewî ”EuroKurd News- Human Rights Documentation Office” ye.

Beşek ji pirtûkên nivîsî ne, ev in: Mehmed Uzun anlatıyor (hevpeyvîn-lêkolîn), Tarihte Kürt Sürgünleri (lekolîn), Êşa Zirav (şano), Asuri Suryaniler 1-4 (lêkolîn), Pêkenokên me (analîz), Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney (lêkolîn-hevpeyvîn), Şorbe (şano)…

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply