Dengê çîrokên çiyayî dihatin, ferîştahên dilnazik di nav melodiya bilûrê de stranê ku nedihatin
dîtin, nedihatin xwendin dilorandin, Dayikan weke ku dewatên dergûşên xwe de bireqisin, li serê
govenda azadiyê direqisîn,
zimanê wan yên ku ji mitolojiya medyayî, tîlîliyê sor û zer, bi keskahî li esmani zarokên xwe
bevdikirin..
çîrok li şikevtên xeyalî de dipêjiyan, di hêlekî ve baran û di hêlekî de keçek ya ku ji neslê
xwedewendan bi dest û rûyê xwe baran pêşvazî dikir.
rûyên wê weke penbû, lêvên wê du gulên çiya sor.
û bejnek zirav.
li dora agir dizvirî, bi azadiyê dixemilî dengê wê.keça baranê
siwarê azadiyê..
fermana xwedayên qetilkar di qefesa çiyayên kurmancan de têk diçûn.
şanoya wan dest pê kiri bû.
Her wiha li wê şevê hemû perperok li dor agir bûbûn perwane li welatê mediyan,yekem car bû ku
jiyan evqas bi hêz dihat hez kirin,ji Rihan û ferwartîş wir de yekem car bû ku baran li ser rûyê
kecekî ev qas bi delalî direqisî.
nola ku dengbêjek li diwana mîr û began de çok danibe li ser doşekê stran direqisîn..
çiya tu carê ewqas bi xwaşî nexemilî bûn.
çûk, stêrk, heyv, ewr tev hati bûn temaşaya agir û wê keça çiya yî.
di ber xwe de dibotin dibe ev Zîna Zêdan be ji xew şiyar bûbe.
an jî Edûla milan e di hewara Derwêş ê xwe ve hatiye.
Xeca sîpan be li ser siyabendê etîm de dolarîn e.
ev kê ye?
Li wî çiya yî ew û agir evqas bi hevûdu pîroz bûne..
xwedê deriyê rihma xwe li ber xemla wan vekiriye.
ev kê ye ku ew û çiya evqas li hev hatine eşq ê.
çûkan ji hev pirsî.
barênê ji çîlikên xwe pirsî
evran ji hev pirsî
na na bersivek nîn bû ji bo wê bedewî û aramiyê..
hişê mirovatiyê yên ku xav li wir li ber vê aramiyê dikemilî.
xwezayê bi her awazî deng derdixist.
li wir qedexebûn ne karê vicdana bûn, zordarî, hovtî, talan kirin dihat le’inet kirin.
çûk bi çûkbûna xwe difiriyan
kew, teyr, kevok her yek bi zimanê xwe bûn
Gul, beybûn nêrgiz, binevş her yek bi reng û bêhna xwe bûn.
Ev der govenda wekheviyê bû
Ev der nifteya deriyê keybanûya bû.
jixwe agir jî pîroz bû
agir goştê xav dipêjand,agir tarîtî vedigerand ronahiyê.
Digot:heya ku hûn hişê xwe li ser tifika azadiyê nepijêrînin Hûn neazadin.
heya ku Agirê êşa we nekemile hûn nezindîn e..
ew keça medî bibû ronahiyek li ber baranê.baran jî ser rûyê wê di xweşikiya hebên hinara re de
bû.
Darên gûza, darê hêjîra bi reqsa wê û agir re zêdetir kok vedidan di nav dilê ax ê.
axê zêdetir dilê xwe ji zindiyê li ser qefesa xwe re vedikir.
av û agir dest dabûn hevûdu bi dostanî diçûrîsin, neyariya sedsale ji bo xatirê wê peymana
dostaniyê dabûn hevûdu
êdî dê bi dostanî bijiyana li wan çiya.
wê şevê tabletên aramî nû ve dihatin nivîsandin.
alfebetan wateyên nû li xwe dikirin.
keçek bûbû bûka baranê.
bi qefesa xwe şanoya azadiyê dilîst li dora agir.
balînde direqisîn bi agir re.
av direqisî bi agir re
agir direqisî bi agir re.
Dê heya ebedê bi hev pîroz bûna
keçek
çirûskek agir
û çilkek av
li çiyayên aram
SIYA JANDAR
www.candname.com