În , 4 Hezîran 2020

Tevn

Wateya peyvê “tor” an jî “raçandin”e. Raçandina hirî, ben, têra alif, gora rîs, parzon, mehfûr û hwd. Ango rêsan û raçandin; rêsana goreyek, parzonek, werîsek û gelek tiştên dîtir. Di heman demê de tê wateya honandinê jî honandina rîsî, kezî, helbest û hwd…

Wekû gel, em ji raçandina van tiştan re kêrhatîne û bi dirêjahiya dîrokê gelek berhem û dahênanên Kurdewarî yên girêdayî van tiştan me çêkirine. Jiyana ji demên beriya dîrokê (serdemên seretayî) heta niha yên bav û kalên me, di wateyekî de xwe dipesêre van hebûnên kû bipiranî ji bo cilûberg û karên rojane yên malê dihatin bikaranîn. Dayîkek Kurd bi gelek awayên cûr be cûr dikare goreyek rîs bi nexşîne, bi rêse û wêneyên xweş jî li ser çêke. Bi taybet li ser mehfûr û mêzeran ev  hûner pir hatiye bikaranîn. Lê gelo wekû nifşên nû yên civaka Kurd, em dikarin vê çanda tevn û raçandinê bidîn domandin? Tevnên em dikar (behs) dikin çi rave dike? Kîjan tevn? Divê Çawa werin raçandin? Tevn û raçandina em dikara (qala) wê dikin, bêgoman ji yên bav û kalên me pir cudaye û zehmetiyên wê hene. Ji ber kû ev ne hunerê dest, lê hûnerê karanîna mejî, hêst û ramanên xwe ye. Hunerê herî zehmet yê kû mirov jêdirevin û naxwazin têkilî yê bipêre deynin. Ev tevn, tevnên raçandina kesayet, exlaq, wêje, huner û polîtîkayê ye.

Di roja me ya îro de cîhanek nû derketiye holê kû wekî “Cîhana Xeyalî” jî tê binav kirin. Dibe kû wekû “xeyalî” tê binavkirin, lê di rastiyê de gelek hebûnên jiyana me bandor dikin û diguhere. Ev cîhana xeyalî kû binavê din “internet”e kû bûye qada tekoşîna polîtîka, ziman, huner, wêje, sînema û wd. Lê wekû civaka Kurd, em çiqas vê Cîhanê bikartînin? Hêst û helbestên me heta çi radeyê di vê cîhana xeyalî de tên raçandin û pêşkêş kirin? Girêdayî armancên me yên netewî û exlaqî çiqas tevn û hunerên me yên nûneriya çand, exlaq û zimanê me dikin di vê tevna teknîk û teknolojîk de heye? Ev tor û tevna teknîk- teknolojîk çiqas di sûdên kes û civakek exlaqî de tên bikaranîn? Wekî vane, em dikarîn bi dehan pirsên din ji xwe bikin. Tişta li vê derê girîng eve; “Tevn”a me ya nû ya bibe alternatîfek ji van pirsan re. Emê di vê “Tevn”ê de, xewn, xeyal, dîrok, ziman, wêje, zanistên civakî, huner, çand û hwd… bi raçînîn û li gora kêrhatin û jêhatinên xwe tora xwe bikarbînin. Angaşta  me mezine û yê berhemên baş jî bi xwe re bîne.

Xalek din heye kû pêwîste mirov balê bikişîne ser, di pêşvebirin û dewlemend kirina zimanê Kurdî de em dixwazin bibin ekolek. Li seranserê Kurdistan û Cîhanê malperên înternetê yên Kurdî hene û xebatek berbi çav jî dikin. Lê hêja yê gotinê ye kû gelek ji van li gel kû derfetên wan yên pir mezin hene jî ne karîne xwe bigihînin gel û yekparebûnek ya zimanê Kurdî çêbikin. Sedemên vê ya herî girîng, xwe bes dîtin, lêkolînek baş ne kirin, hewldanên avakirina zimanek jiberxwe çêkirî (sûnî), derbaz ne kirina zimanê xwe yê devokî û pirsgirêkên bîrdozî û rêxistinîne. Bi wateyek din, belavbûna me ya di aliyê rêxistinî û erdnîgarî de, di zimanê me de jî derketye holê. Ev belavbûn vedana wê di hest û wêjeya Kurdî de xuya dike. Zimanê gel nayê bikaranîn, tam berevajî hewldana hinek derdoran heye kû dilxwede “Kurdiyek Nû” çêkin û vê wekî minetê pêşkêşî Kurdan bikin. Ji ber vê jî pêwîstî pê heye mirov ji wan derdoran re bêje :“Binêre! Zimanê Kurdî, zimanek xwezayî û pir dewlemende. Eger bawer nakî, here nav gel û temaşe bike ka bi deh hezar salan vî miletî çawa xwe bilêv kirye û nehêlaye were bişavtin”. Ev jî tenê bi karanîna Kurdî ya rast ya gelêrî û resene kû hê heta niha di destan, çîrok, stran, serpêhatî, pêkenok, gotinên pêşiyan, metelok, çîvanok, heyranok û hwd… hatîne hunandin û gotin.

Xala duyem kû hê girîngtire, nêzîkatiya gelek derdor û ziman-nasên Kurd ya derûnî (psîkolojîk) ya li beramberî zimanê Kurdî ye. Psîkolojiya bindestî tiştekê pir xirabe! Di mirovan de dibe sedema xwe biçûk dîtin, bê moralî, bê vînbûn û radestbûna kesên ji xwe bihêztir. Ev rastî di kesayeta gelek zimanzanên me de eşkere diyar dibe. Bawer nakin kû Kurdî ji Turkî, Erebî yan Azerbeycanî dewlemendtire. Xeyal nakin kû gelo “Zenda Awesta” bi çi zimanî hatye nîvîsandin? “Mem û zîn”, “Zembîlfiroş”, “Derwêş Evdî û Edûlê”, “Rustemê Zal”, “Kelha Dimdim” û wekî van bi dehan berhemên din. Gelo ev hemî çawa hatine vegotin û honandin? Di nivîs û vegotina van de kîjan rêziman hatiye bikaranîn? Kesê Zenda Awesta nivîsî, kîjan beşê zankoyê xilas kirbû? Gelo tezên wan nivîskaran di “labaratowarên Ewrûpîyan” de hatibûn ceribandin an na? Û hê pirsên din kû dilxwede hinek zimanzanên me ketine pey û hê bersiva wan ne dîtîne. Ya kû ev kes fêhm nakin ne zimane; ew ji dîrok, çand û nasnameya xwe fêhm nakin. Ji rastiya xwe dûrin û bi vê jî bi serdevkî xwe serbilind dibînin. Çand û ziman çawa çêbûye, agahiya wan jê nîne. Bi hinek tezên li ser  mêzeyan ku wek kirokî hatîne nexşandin ketine rê û hema dibêjin: “Ka rêzimana Kurdî? Ka ritesazî û ka watesazî? Ka destûrên fonotîk û dengên Kurdî?”

Bêgoman ev girîngin. Lê ya ji wê girîngtir ewe ku mirov bizane  ji beriya sê hezar sal Kurdan karîne bi zimanê xwe destan û pirtûk binivîsin. Ma Zenda Awasta ji bo vê ne delîlek têrkere? Ew li gora kîjan destûrên rêziman, watesazî û ristesazî yê hatiye nivîsîn? Bê şig mirov dikare vê bêje; wêje û zimanê di wan pirtûkan de hatî karanîn, wêjeya herî dewlemend ya cîhanê ye li gora dema xwe. Mebesta min li vê derê ne qala naveroka van pirtûkan kirine, tişta dixwazim bêjim eveye ku yên nasname û dîroka xwe ya ji civakên seretayî heta niha nezane, dikeve xefika sîstem û dewletê û di nava tevnên wan yên bê exlaq û bê wate de dixeniqin. Deshilatdar ji bo parastina pergala xwe pir tevn raçandine ku piraniya wan jî ji bo bişavtin, helandin û berevajîkirina rastiyanin. Ev tevn, ew qas bi hêzin ku mirovên bê zanabûna dîrok û bê çand, nikarin li hember van xefikan li ber xwe bidin û dikevin rewşek dilêş. Ev rastî îro di gelek malper û Tv yên girêdayî dewletên dagirker û serdestê Kurdistanê de derdikeve holê. Li şûna gelek peyvên resen yên Kurdî, peyvên Tirkî, Erebî, Farisî yan jî İnglizî bi kartînin û vê jî li ser navê “moderniteyê” dikin. Bi vî awayî tevna xwe ya qirkirina çand û zimanê Kurdî wek minetek pêşkêşî me dikin. Ne bes peyv, dengsazî û hevoksaziya xwezayî ya zimanê Kurdî têk didin û destûrên rêzimana zimanên biyanî di nava Kurdî didin karanîn û dibin sedem ku zimanek neyê fêhmkirin û bêtam derkeve holê; yanî êrîşên xwe yên reşkirina zimanê Kurdî bi her awayî di domînin.

Wek encam, ji bo derbazkirina vê û parastina zimanê Kurdî, malpera me ya binavê “Tevn” wê tekoşîna vejîn û pêşdebirina  zimanê Kurdî bide. Dema vê dike jî, wê bi tevnên xemilî û dewlemend, xwe bigihîne xwendevanên xwe. Emê helbestan bi honîn, wêjeyê bikarbînîn û polîtîqayê birêsîn. Tevna me, tevna civakek exlaqî û polîtîke. Tevna me, tevna vegotinên hest û ramanên hatî qedexe kirine. Tevna me, tevna zindîkirina hizrûbîrên hatî nixûmandine. Tevna me, tevna raçandina pêşerojek biriqî û ronakbîre. Tevna me, tevna ji nû ve dîtin û anîna tovên veşartiye. Ev tevn, tevna qezençkirina nasnameyek azade. Tevn, tevna hest û xeyalên Herîrî, Xanî, Cizîrî, Teyran, Cigerxwîn, Goran û bi dehan dilsoz û evîndarên zimanê delal û şîrîne. Tevna me, tevna rigberiya beramber tevnên bişavtin û qirkirina çand û zimanê Kurdiye. Bi kurtahî, emê xebata  çand,  hûner, tevn û raçandina hemdem bi rêbazek pir rewa bidîn meşandin. Ev xebat, bi qasî çanda Kurdewarî ya gelêrî pîroz û birûmete. Ji ber ku ev, hewldana parastina wan nirxan ya bi rê û rêbazên teknolojîk û hemdeme ku di danasandina nasnameya Kurd de ristek vê ya mezin û hêja heye.

tevn.org

Cigerxwîn Goyî

About baweri

Avatar

Check Also

Kilamên şîret û gazinan

Di nava Kurdên Anatoliya Navîn de, bi taybetî li Konyayê sereke du cûreyên strandinê hene. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.