5 Riyên Herî Xeternak ên Cîhanê

Ev her 5 riyên ku bi derbasokan ji çiyayan re derbas dibin, beriyên bêdawî û çolteran jî li pişt xwe dihêlin di nav riyên herî xeternak ên cîhanê de tên qebûlkirin.

RIYA TRANS-SEHRAYÊ: CEZAYÎR, NÎJER Û NÎJERYA

p010jn4n

Ev rê tam ji bo serboriyên çolteriyê ye. Rê ji 3 welatan re derbas dibe. Dirêjahiya wê 4500 kîlomîtro ye û li bakurê Efrîqayê ji behra spî dest pê dike, li rojava jî digihîje heya Okyanûsa Atlantîkê. Tevî zehmetiyên derdorê û xetereya ewlehiya hin herêman jî kesên ku ji geştûgûzariyê hez dikin, ji bo ku çolistana Sehrayê bibînin vê riyê çêtir dibînin.

RIYA KARAKORAMÊ: PAKISTAN Û ÇÎN

p010jnn2

Karakorama ku beşeke Riya Hevrîşîmê ye û bi sedsalan e wek riya bazirganiyê tê bikaranîn riya herî bilind a asfaltî ya navneteweyî ye. Ev riya ku 1200 kîlomîtroyî dirêj e ji Çiyayên Karakoramê dest pê dike, ji ser herêma Abbottabada Pakistanê re heya herêma Kaşgara Çînê dirêj dibe. Li ser vê riyê dîmenên herî xweşik ên çiyayên Cîhanê xuya dike. Herwiha ev rê derfetê dide çiyageran ku ew hilperişin cihên herî zehmet.

CANNING STOCK ROUTE: AWISTRALYA

p010jnj2

Ev riya dîrokî, ji rojavayê Awisturalyayê re dirêjî bakur dibe û ji beriyên xalî yên sor re derbas dibe. Derbûsbûna di vê riyê re yek ji xeyalên kaşîfên îro ne. Ev riya ku di navbera bajarên Wiluna û Hall’s Creek de ye 1820 kîlomîtro dirêj e û di serê sedsala 20’an de ji bo bazirganiya dewaran hatiye çêkirin. Li seranserê rê mirov dikare wan wêneyan bibîne ku ew ji aliyê niştecihên wê derê Aborjinan ve beriya niha bi deh hezar salan li ser zinaran hatine neqişandin.

RIYA MIRINÊ: BOLÎVYA

p010jngg

Ji bo riyê belasebep nabêjin riya mirinê. Ev rê di navbera paytextê herî bilind ê cîhanê La Paz û herêma Yungasê de hatiye çêkirin ku ew di nav daristanên baranê de cih digire. Rê 80 kîlomîtroyî dirêj e. Li ser rê gelek vîrajên tûj û hendef ango kortalên kûr hene. Hikûmeta Bolîvyayê di sala 2007’an de ji bo rê li ber qezayên trafîkê bigire dest bi xebatên riyeke nû kir. Piştî ku hikûmetê riyeke nû çêkir êdî beşeke vê riya mirinê hat girtin. Tevî vê hê jî riya kevn a xeternak bala gelek turîstan dikişîne.

RIYA MANALI-LEH’Ê: HINDISTAN

p010jnbc

Ev rê jî di navbera herêmên Himachal Pradesh û Ladakhê de ye. Rê di ser çiyayên bi berf û beriyên bilind re derbas dibe.  Ev riya biba 490 kîlomîtroyî dirêj e. Her wiha wek riyek ji yên herî xweşik ên Hindistanê tê zanîn.  Otoriya Manali-Lehê ku digel çem û qeşayan ji çiyayan tê xwarê û ji cihên teng re derbas dibe, her çiqas carna mirovan pir bitirsîne jî gelek caran jî dîmênên ji hev xweşiktir û bêhempa nîşanî mirovan dide.

Çavkanî: www.natgeokurd.com– Edîbe Boga

Derbar Çand Name

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply