Diyarbakır Dicle Üniversitesi (DÜ), Merkez Kütüphanesi bünyesinde 5 bin kitabın yer aldığı "Diyarbekir Kitaplığı" kuruldu. Diyarbakır ile ilgili yayınlanmış en ayrıntılı kitaplardan biri olarak kabul edilen Amida'nın Türkçe baskısıda "Diyarbekir Kitaplığı"nda yer alıyor. DÜ Merkez Kütüphanesi Dokümantasyon Daire Başkanlığı Şube Müdürü Songül Atlı, AA muhabirine açıklama yaptı. ( Şükrü Gündüz - Anadolu Ajansı )

5 hezar pirtûkên derbarê Amedê de hatin berhevkirin

Di bin banê Pirtûkxaneya Navendê ya Zanîngeha Dicleyê da “Pirtûkxaneya Amedê” ya ji 5 hezar pirtûkan pêk tê hat avakirin.

Li Pirtûkxaneyê Navendî ya Zanîngeha Dicleyê de 5 hezar pirtûkên der barê Amedê de hene.

Tê plankirin pirtûkên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tiriyê yên derbarê Amedê de hatine amadekirin ji bo pirtûkxaneyê bên berhevkirin.

Rêvebera Şaxa Serokatiya Daîreya Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Amedê Songul Atli jî destnîşan kir dixwazin pirtûkxane ji bo Amed û bajarên derdorê bibe navenda lêkolînê.

Atli anî ziman piştî Prof. Dr. Talîp Gul bû rektor pirtûkxaneya biçûk, mezin kirine û bi 5 hezar pirtûka dest pê kirine.

Songul Atliyê diyar kir ji xeynî pirtûkan broşur, belavok û çavkaniyên dîtbarî jî hene û got ew dixwazin hemûyan dabeş bikin û bikin xizmetê.

Atli ameje kir ku pirtûka bi navê Amîdayê ya pirtûkeke berfireh a derbarê Amedê ye, çapa wê ya tirkî di destê wan da ye û wiha got: “Me beşekî pirtûkxaneya Şevket Behsanoglu aniye. Esma Ocaka nivîskar jî pirtûkên xwe bexşand. Pirtûkên derbarê Celal Guzelses û Ziya Gokalp da jî hene. Di pirtûkxaneyê da kovarên Kara-Amîd û Karacadagê yên berê, pirtûkên ji 1800î vir ve yên derbarê Amedê de hene.”

Rêvebera Şaxa Serokatiya Daîreya Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Amedê herwiha diyar kir dixwazin çavkaniyan derbasî dijîtalê bikin û bang kir da ku xelkê Amedê pirtûkên xwe bibexşînin pirtûkxaneyê.

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply