Pirsname √- Receb Dildar

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Receb Dildar 

(Bi alikariya M.Samî Çinar )

  1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Receb Dildar: Azadî

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Receb Dildar: Ey felek / Mihemed Şêxo

  1. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Receb Dildar:  Mirov

  1. Tu ji bo çi dijî?

Receb Dildar:  Ji bo xwe, ji bo malbata xwe, ji bo neteweya xwe, ji bo mirovahiyê

  1. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?

Receb Dildar:  Kurdistaneke azad

6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî?

Receb Dildar:  Bav im, kal im û kurdîhez im

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Receb Dildar:  Jiyan bi hezkirin xweş e

  1. Egîdê te kî ye?

Receb Dildar:  Yilmaz Guney

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Receb Dildar:  Ji Dîktator û faşîstan dûr

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Receb Dildar:  Heft Wêney Rûtî Jinî Cenabî Wezîr/ Ferhad Pîrbal

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Receb Dildar:  Karên li dijî mirovahiyê

  1. Çi te kelecan dike?

Receb Dildar:  Gava nevî dibêjin “kalo”

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Receb Dildar:  Keda bêencam

  1. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Receb Dildar:  Hestên neteweyî

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Receb Dildar:  Kurmancî

  1. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Receb Dildar:  Dilê Mêrxas / Brave Heart

  1. Xewna bextewariya te çi ye?

Receb Dildar:  Li welatekî azad, jiyaneke bi Kurdî

  1. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Receb Dildar:  Edebiyat

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Receb Dildar:  Keda jiyanê, şopên neveger

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Receb Dildar:  Tunekirina çekan

 

Receb Dildar kî ye ?

Di sala 1958an de li Bajarê Amedê hatiyê dinyê. Xwendgehên seretayî û navendî li Amedê xwendiye. Paşê ji bo Xwendegeha Mamostetiyê çûyê bajarê Kırşehirê û çar sal li wir maye. Piştî şeş salên mamostetiyê çar sal di zîndanên Amedê de girtî maye. Helbestên wî yên pêşî di sala 1982yan de di kovara Dengê Kurdistande weşiyane. Di rojnameya Fıratta Yaşamê de qansî du salan karê nivîskariyê kiriye. Helbest, çîrok û gotarên wî di gelek kovar û malperên Kurdî de weşiyane. Di pêşbaziya çîrokên zarokan  ya şaredariya Sûrê ya Diyarbekirê de xelata yekemînî girtiye. Di sala 2007an de, di pêşbaziya ku kovara Nûbiharê ji bo 100. hejmara xwe li dar xistibû de, di beşa çîrokê de bi çîroka navê “Veger” xelata yekemînî girt.

Zewicandî, bavê çar zarokan e.

Berhemên wî:

Kewê Canê (Helbest, Weşanxaneya Hîvron, 2003)

Şikefta Xwekuştinê (Çîrok, Weşanxaneya Avesta, 2008)

Li Dû Xezalekê (Çîrok, Weşanxaneya Ava, 2011)

Kitana Spî (Çîrok, weşanxaneya Nûbihar, 2015)

Werger:

Dewran (Roman, Seyit Alp, Weşanxaneya Doz, 2005)

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply