10 Pêşniyazên Ji Bo Dîsîplînekirina Zarokan – Mihemed Xawênî

10 Pêşniyazên Ji Bo Dîsîplînekirina Zarokan “Ku Xalek Girîng e Ji Bo Perwerdeya Zarokan” Li Benda We Ne:

1- Di Derbarê Rêzikan De Bi Biryar û Hevgirtî Bin: Guhertina tevgeran wext digire û avakirina tevgerrên li gorî rêzikan jî pêşiyê qerar û israrê dixwaze. Di derbarê rêzikên ku hatine dayîn tevgerên bi israr û diyarkirina sînorên wan, ji bo avakirina tevgerên li gorî rêzikan xaleke girîng e.

2- Sînorê Rêzikan Baş Diyar Bikin: Ji dêvla rêzikên li gorî kesan tên guhertin û her kes dikare wan li gorî xwe bitewîne û şîrove bike, rêzikên fêhmkirina wan rihet û sînorê wan net diyar bikin. Mînak di peyva; “êvarî dereng neyê malê” de têgiha “dereng” dibe ku li gorî kesan bê guhertin. Yanî sînorê wê ne diyar e. Ji dêvla vê peyvê peyva; “êvarî di saet 9an de li malê be” peyvek net, sînorê wê diyar û bi bandor e.

3- Peyvên Xwe Bi Tevgerrên Xwe Alîgirî Bikin: Mîsal hûn ji zarokên xwe re rêzika; “heta tu odeya xwe nedî ser hev, tu nikarî biçî lîstikan bilîzî” daynin û pey ku çû bilîze hûn odeya zarokên xwe bidin ser hev, nakokî dikeve navbera gotin û kirina we. Di vê rewşê de hûn ji zarokên xwe re peyameke tevlîhev dişînin. Zarokên we ji tevgerek wan dê vê encamê derbixînin; “Rêzikên bi peyvê hatine danîn di pratîkê ne muteber in.” Ji ber jî divê di navbera gotin/rêzik û tevgerên we de nakokî tune be.

4- Ji Zarokên Xwe Re Bi Tevgerrên Xwe Bibin Mînak: Zarokên we li gelek tevgerên we dinêrin û paşê jî teqlît dikin û fêr dibin. Di rewşek wan de ji tevger û şexsiyata zarokên we re mînakên herî mezin û bibandor helwest û nêzîkbûnên we ne. Zarok bi taybetî jî dema nû dikişên û mezin dibin pirr di bin bandora dê û bavê xwe dimînin . Mîsal heger hûn probleman bi şiddetê çareser bikin, ya jî her gav li zarokên xwe bixin ihtimaleke mezin wexta zarokên we mezin bûn, ew ê jî ‘eyni tiştî bikin. Beramberê wê heger hûn bi başî û xweşî nêzî wan bibin, ew ê însanî baş û kubar bibin.

5- Encamên Tevgerran Baş Bifikirin û Diyar Bikin: Divê hûn encamên tevgerên baş û xirab diyar bikin û paşê jî ji zarokên xwe re îzah bikin. Mîsal divê hûn ji zarokên xwe re bibêjin; “Heger tu sparteka xwe di wextê wê de çênekî vêga tu wê di wextê leyîstik û dikevî înternetê çêbikî. Heger tu di wextê de sparteka xwe çênekî vêga dema leyîstik û înternetê ji kîsê te biçe.” Bi vî şiklî encamên tevgerrên baş û xirab bi haweyekî net û aşkere diyar dibe.

6- Ne Zeximandina Tevgerên Xirab: Mîsal em zarokekî her cara ku digirî, tiştên dixwaze bi dest dixe bifikirin. Malbata wî di derbarê vê mijarê de qerarekê bide û bêje; “ji niha û pê ve dema zaroka me bigirî em ê tiştên dixwaze nedinê.” Zarok ji bo tiştê ku dixwaze ew ê bêhtir bigirî. Heger berê 10 deqîqeyan digiriya vêca dibe ku bi saetan bigirî. Îjar dibe ku pey wextekî malbata wî tehemmûl neke û tişta zaroka wan ku dixwest bidinê. Di encamê de zarok ew ê vê peyamê bigire û bifikire; “Heta ez tiştekî dest bixim divê ez bigirîm. Heger tişta min dixwest nedabine min ez hîn têra ku bidine min negiriyame û neqîriyame.” Malbatên zarokan ji bo ku zarokên wan peyameke wani negirin û fêrî tiştên wiha nebin divê di rêzikên ku danîne bi israr bin.

7-Di Dîsîplînekirina Zarokan De Rêzikên Li Gorî Temen û Pediviyên Wan Diyar Bikin: Malbatî tiştekî guherbar e û zarok jî her mezin dibin bêhtir azadîxwaz dibin. Bi vê jî girêdayî, divê rêzik her ku diçe revîze bibin. Mîsal, zarokekî 5 salî û yekî 15 salî di heman saetê de ranazin. Ji ber jî divê rêzikên ku tên danîn li gorî temenê zarokan be.

8- Divê Armanca Rêzikan Diyar Be: Dê û bavên zarokan ji bo kesên lêdipirsin û difikirin mezin bikin, divê armanca rêzikan û binasiya wan aşkere bikin. Yanî di aşkerekirina armanca rêzikan de fêde heye. Mîsal ji dêvla dê û bav bêjin; “vê ya meke”, bila bi zimanekî fesîh û bi haweyekî aşkere zirara tişta ku ew ê bê kirin behs bikin. Dema wanîkirin jî zarok dê baştir li ber bikeve. Yanî bi vî hawî mantixa rêzikan bê behskirin dê armanca wan jî bê fahmkirin.

9- Peyamên Ku Zarokên We Bi Wan Wêrek Bibin Bidin Wan: Disiplîn, pêvajoyek bi alikarî divê û mativasyon jî, encax bi piştgiriya tevgerên erênî zêde dibe. Mîsal, dema zarokên we li dibistanê pirsgirêkên di nabêna xwe û hevalên xwe de bi xweşî çareser kirin pesnê wan bidin. Ya jî ku sozek dabin we û bi cih anîbin dîsa pesnê wan bidin û ji wan re bêjin; “min zanîbû ku tê min rûreş dernexistana.”

10- Di Mijara Rêzik û  Encamên Wan De Realîst Bin: Rêzikên ku di pratikê de sepînbar in daynin. Mîsal, heger zarokên we wextê xwe li ber televizyonê pirr bibihurînin ji wan re nebêjin “heta hefteyekê tu êdî nema dikarî li televizyonê temaşe bikî.” Çimkî ev rêzik di pratikê de ne gengaz e. Dema meriv difikire di hundirê malekê de her kes li televîzyonê temaşe dike. Îjar ji ber ya wê heta hefteyekê kesên li malê dijîn giş li televizyonê temaşe nekin “kî ev pirr ne gengaz e” ya jî zarok dema di hundire hefteyekê televîzyon hate temaşekirin ew ê jî lê temaşe bike. Yanî dê û bavên zarokan di mijara rêzik û encamên wan de divê realîst bin.

Werger: Mihemed Xawênî

Derbar Rêvebir

Check Also

Weşanxaneyên kurdan ji bo Newrozê kampanyaya erzaniyê

Newroz hat û pêre jî kampanyaya ji bo pirtûkan dest pê kir. Gelek weşanxaneyên kurdan …

Leave a Reply